Silav bo giyanê pakrewanê Kurd,Izedîn Şêxo Hessen ( Bavê Ahmed).

A.Sabrî

îro bi dilekî xem agehdarî nûça reş bum,ku min nikarî yek ser behwer bikim , hinekî min li wêne yê wî nerî û nerî ,bê ku ji lê nerîna wî têr bibim , gih min digo gelo raste,min nexwst behwer bikim , dawî min dilê xwe ber bibehweriyê bir û yekser ketim bîranîna salên xebata siyasî û civakî ku bi salan li gel hev me bihevre derbas kiribu.
bîranînên min li gel bavê Ahmed ew bun ku li Gundê Girdêm û Tirbespiê û Qamişlo,hem bi kar û xebat û civat,ji bîr nakim ew dev likeniya te ku dema te dixwest silav bikê an ji bi axivê kenê dilsozî berî her tiştî di hate der,te destê xwe dirêjî dost û hevalên xwe dikir.Bavê Ahmed Kadirekî hêja bu,hem di warê Rêzanî de, hem di warê civakî de, hem di warê aborî de,wek mirovekî naskirî bu li navçiya Tirbespiyê û derdora wê, tu nimûne buyî û pêşeng buyi , behwer bike îro gotin li min girandibin,çawa peyde bikim li
ber hev rêz bikim , bi wan hevokan ava bikim , da ez bikaribim pisnê te weke himeta te bidim,lê behwer be ez her kêm binivîsim,ez behwer dikim , ku her kesek wî dinsî vê rastiyê wê bibêjê.
Pakrewan Bavê Ahmed , îro tenê gotinên layiq em dikarin bo te bêjin û serê xwe bi te bilind bikin ,tenê dikarim bêjim soz û peyman, ku rêça te wê berdewm bê,namaya te wê bimênê berz û bilind,xebat bo xizmeta Gel wê her berdewam bê , bere dilê te di cih debê , ku heval û hogirên te wê şopa Karwanî bi Kar û Xebat berdewam bikin,heta ew Armanca te û tevaya Karwanê Şehîdên Welat bi cih werin.
Ez sersaxî bo Malbat,Heval,Dostê wî û Miletê Kurd bi koça dawî ya bavê Ahmed dixwazim,hêvî darim ku Yezdanê Dilovan wî di Buhişta Karwanê Nemiran de bi Cih bikê.
27.07.2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…