
Ebdulrezaq Ebdulrehman
Wergerandin ji Erebî: Hisên Osman
Her şev bi heyvê re tê civîna min… Çavdêriyê li liva pênivîsa min dike, dema ku ji xêzekê diçe xêzekê… nêzî min dibe, û pênivîs dûr dikeve…
Nêztir dibe û pênivîs dûrtir diçe… hevokan ji aşopa min dinivîse !?
Nêztir dibe û pênivîsa min ber bi xêza dawî ve nêz dibe…!?
wê demê pênivîsa min vedigere da ku bi xêzeke pan navê wê weke sernavekî
ji bilêvkirina aşopa min re binivîse û li paş sê xalan pirsnîşanekê
datîne…
Ew jî pênivîsê ji dest min digre û datîne :
Ez ne ez im ……. Ez ne ez im.







Şîrove (0)