Çîrokek Zarokan: Dîkil Axa û Pîra Du Diran

 

Konê Reş

Serê zivistana vê sala nû/ 2024, ev çîroka zarokan (Dîkil Axa û Pîra du diran), ku ji berî dor 60 salî ve min bihîstiye, hat bîra min. Min ev çîrok di zaroktiyê de, li gundê me Doda ku gundeke ji gundên Beriya Mêrdînê guhdarî kiriye.. Xweş li bîra min e dema ku di şevên zivistanî de diya me an pîrik û meta me, berî razanê ev çêrok ji me re digotin û em bi guhdariya wê re di xew re diçûn.. Gelek caran me lihev nedikir; birayekî min digot bela çîroka Kêzê Kêzxatûnê bêje, yekî din digot bela a Pîra Sehirdar bêje, xwîşka me digot bela Şengê û Pengê bêje, min digot na, bela çîroka Dîkil Axa û Pîra du diran bêje.. Çîrok bi vê rengî ji me re dihat gotin:
(Hebû nebû rehma Xwedê li dê û bavê min û we bû.

Carekê ji caran li gundekî Beriya Mêrdînê pîrek feqîr hebû, çend mirîşk û dîkekî wê hebûn. Rojekê di hewşa malê de danê xwe bi şûnikê dikuta. Dîk û mirîşkên wê li dorê diçûn û dihatin.. Ji nişkê ve dîkê wê nikilê xwe li libek danê wê xist û xwar.. Pîrê ji qehra liba danê xwe ve, şûnika dankutanê avêt dîk û çavekî dîk rijand.. Dîk giriya û ji pîrê re got: “Ez ê herim Hemedan bînim leşkerkî giran, ser te pîra du diran, te cavê min rijand ji bo libek dan..!”. Dîk xeydî, ji hewşa pîrê derket û berê xwe da Hemedan. Dîk meşya û meşya.. bi rêkê de pêrgî marekî hat.. Mar bang dîk kir û got: Ha Dîko tê bi kû de here? Dîk lê vegerand: Quzelqerta bavê Dîko, nebêj dîko. Mar lê vegeran ma ez çi bêjim? Dîk got: Bêje Dîkil Axa. Mar got: Dîkil Axa berê te li kû ye lo? Dîk bi girî lê vegerand: “Êêêê.. ez ê herim Hemedan bînim leşkrkî giran ser bîra du diran cavê min rijand ji bo libek dan..”. Mar got; ma tu min jî bi xwe re nake heval? Dîk got; çima na.. Mar jî da pey dîk û berê xwe dan Hemedan.. Piştî pêlekê ji meşê, rastî tûpişkekê/ Dulpiyekê hatin. Wê jî wek Mar jê re got dîko, dîk xeydî û got ez Dîkil Axa me.. Ew jî wek mar bû hevalê wan û rêya xwe berdewam kirin..
Di ber gundekî re derbas bûn, gundorek li ser banê xaniyekî bû, gundor çav bi wan ket, berê xwe da dîk û got; berê we li kû ye dîko? Dîk lê vegerand; “Quzelqerta bavê dîko.. nebêje dîko, bêje Dîkil Axa.. em ê herin Hemedan bînin leşkerekî giran ser pîra du diran cavê min rijand ji bo libek dan”. Gundor got ma hûn min jî bi xwe re nake heval? Dîk got; çima na.. Ew jî bo hevalê wan û berê xwe dan Hemedan.. Piştî pêlekê ji meşê, dîk sekinî, berê xwe da Mar, Tûpişk û Gundor û ji wan re got; em têra xwe çêbûn, haceta me bi leşkerê Hemedan nema ye, em vegerin şerê pîrê..! Piştî ku vegeriyan gun, mala pîrê, tûpişk ket tifika pîrê de, mar xwe li stûna mala pîrê gerand, gundor çû ser xanîkê pîrê û dîk ket nav mirîşkên hewşê de û got Qîqîqî.. qîqîqî.. Dema ku qîqîna dîk çû pîrê, pîrê got wey, va dîkê min vegeryaye malê.. kêfa wê hat.. Di wê navê re pîrê divîbû agirê tifika xwe dade ku xwarina xwe çêbike.. bi vêxistina qirş û qalên di tifikê de tûpişkê bi tiliya wê veda.. hawar kir û got; pepo.. waweylê tûpişkekê bi tiliya min veda.. destê xwe avêt stûna malê, mar jî bi qemçika stûyê wê veda.. hawar kir û bazda ku ji hundir derkeve.. bi derketina ji hundir, gundor bi ser de hat xwarê û pîrê hat kuştin.. Dîk hilkişiya ser tingê gund û bang da; Qîqîqî.. Qîqîqî.. Min heyfa xwe ji pîra du diran hilanî..).
Wiha çîrok bi dawî dibû. Belê di dawiya çîrokê de ji me re digot: Çîroka min ji we re xweş, hûn bibînin xewnên xweş, kanî telaşek şebeş!.
Mebesta min, ne tenê nivîsandina vê çîroka ku min di biçûkaniyê de guhdar kiriye û ji nû ve divejînim, belê hem jî ku ez wê girêdana di navbera xelkên Beriya Mêrdînê û bajarê Hemedanê de diyar bikim.. Çawa xelkên Beriya Mêrdînê hawara xwe digîhandin Hemedanê..! Gelo! Wê hingê Beriya Mêrdînê di bin hukmê Hemedanê de bû? Ji ber ku ta niha navê Hemedanê di nav hin çîrokên xelkên Beriya Mêrdînê tê gotin..? Tevî wilo, hîn jî hin şovînîst dibêjin hûn ne xelkên vî cihî ne! Wek ku diyar e di wextekî de Hemedan an Akbatan paytexta dewleta Mîdiyan bû û beşekî mezin ji Rojhilata Navîn di bin destê qeralê wê Korşê Mezin de bû.. Di baweriya min de, ev çîrok jî belgeyeke ji hebûna me a dîrîn re ku em xwediyên xaka Beriya Mêrdînê ne. Û ez bi xêr û hûn bi selametî.
Qamişlo/ 3.1.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…