Firyal Hemîd
Destpêka heyva Gulanê , gundyan dest bi paleya nîskan dikirin.
Di nava wan palan de çend qîz û xortên evîndar hebûn, ku ew ji kêfa dîtina hev re qet ji karî nediwestyan.
Weso, ew lehenga jinbî bi dengê xwe yê zelaln û qube stranên paleyê digotin.
Bi dengê wê re û bi çinge çinga Das û Qalûçkan palan Efsaneyeke xweş ji evînê peyda dikirin.
Weso strana Ferhê kurê `izêr axa û Menca Sêlim axa digot:
Ferho we ez birîndar im
Axa we ez birîndar im
….dema wê dest bi stranê dikir, pale tev radibûn ser piyan û mil bi mil pêde diçûn ta perê ber xwe dighandin dawî.
Bi wî hawî pale diman ta roj diçû ava û Tirimpêl bihata û rahişta wan.
Welhasil, Dem hate guherîn, weso mir û li dewsa Qalûçkan û Dasê , patoz hate holê û ji xwe ji wê rojê ve xêr nema li riwê dinê.