Ez û Têkoşer û Helbestvan Mûsa Zaxuranî (Bavê Gulê)

 Konê Reş

Di vê jiyanê de, mirov pêrgî gelek kesan dibe.. Hevaltî û dostaniyê bi hina re datîne..  Hezkirina hina ji wan dikeve dilê wî de û her ku dem bi pêş de dire, ew hezkirin mezin dibe.. (Mûsa Zaxuranî: 1955-2023), yek ji wan hogir û dostên min yên hezkirî bû..
Di roja 15.7.1991ê, bîranîna 40 saliya koçkirina Mîr Celadet Bedirxan de, ya ku min û çend hevalan li Qamişlo vejand, me hev nas kir.. û ji wê hingê ve ez û wî bibûn hogirên hev.. Her roj me hev didît.. Em li dor gelek babetên kurdewariyê disekinîn.. Bi wateyeke din; Em bibûn destbirakê hev.. Me ji hev fam dikir..

 

 Mixabin, ji ber vê toşa ku li Sûriyê û Rojava rûdaye, wî jî wek gelek kesan, ji berî çend salan ve Qamişlo li paş xwe hiştibû û di Hewlêr û Duhokê re derketbû. Sed mixabin ku ew îro 19.12.2023ê li Hewlêrê bi egera nexweşiyê di temenê 68 salî de canê xwe ji dest da û çû ber dilovaniya Xwedê. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike.
  Ew sala 1955an de li gundê Letîfiyê hatibû vê dinyê, di malbateke kurdperwer de mezin bûbû…Di sala 1968an ve dest bi karê siyasî û nivîsandinê kiribû.. Di sala 1973an de bekeloriya stand û bû mamoste di dibistanên Erebî yên Cizîrê de.. Digel mijûliya wî bi siyasetê, nivîsandina helbestan û gotarên rewşenbîrî hebû û dinivîsandin.. Berhemên wî di gelek rojname û kovarên kurdî de hatine bilav kirin wek: Metîn – Sitêr – Gelawêj – Gurzek Gul – Zanîn – Peyman – Rojhilat – Peyv – Xebat – Teaxî – Roj… hd ). Û di tev festîvalên helbesta Kurdî de beşdar dibû.
Herweha ew yek ji endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê bû, hem jî endamê komîta Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê/ 2007 bû, hem jî yê Koçka Qamişlo ya Çand Kurdî bû.
Dawî, bi min xweş e bêjim, ku min ew wek têkoşerekî siyasî û helbestvanekî çeleng ku bi kul û derdên gelê xwe ve girêdayî bas kir û wek ku kurdan gotiye: Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne.
Ji berhemên wî yên çapkirî ev in:
1 – Govendek Helbest, helbest/ 2009.
2 – Bûka Helbestan, helbest/ 2022.
3 – Landika Helbestan, helbest/ 2023.
Ji Xelat û bawernameyên ku wî wergirtine ev in:
1-Xelata helbestvan mela Nûrî yê Hesarî ji Y.N.R.K.S
2-Xelata helbestvan Emerê Lalê ji malbata wî.
3-xelata sipasnameyê ji rêkxirawa canî roj.
4-Xelata rêzlêgirtinê ji şaxê Duhokê yê Y.N.K.S sala 2022.
5-Xelat sipasdariyê ji rêkxirawa (NRC) ya Emrîkî.
6-Xelat sendîka hunermendên Kurdistan – Rojava.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…