Kesayetiyek navdar di dîroka nûjen de ZEKERIYA HEC EHMED MUSTEFA ( 1941- 2023 )Z.

 

Dr. Phil.Ebdilmecît Şêxo

Kê got Zekiyê  Maratê mir ?
Niştimanperwer û têkoşerên gelê xwe namrin !
Gelparêz di dilê gelê xwe de herdem zindî ne !
Siyasetmedar Zekî  Hac Ehmed bi  navê Zekî Maratê li seranserê Rojavayê Kurdistanê hatiye naskirin.
Lê gelo ew bi çi hatiye naskirin ??
Zekî Hac Ehmed li gundekî mezin, li ser sîngê pesarekî, di hembêza dayikek  gekek bi darên zêtunê û henaran hatiye xemlandin ji dayik bûye.

Zekî Maratê mînanî gelek welatparêzên Kurdistanê Osman Sebrî, Dr.Norîdîn Zaza,Reşîtê Hemo,Cegerxwîn, Nezîr Mistefa,şîra dayika mezin di nav gelî û newalên çiyayê Kurmênc de vexweriye,vêca çawa Zekiyê Maratê, wê nebe Zekiyê Kurdistanê ??? !!!!

Erê! Zekî ,bavê Endêra hîn di temenek biçûk de bû, çav û guhên wî baş li ser derdora xwe vekirîbûn,ewî pir caran ji kesên ji xwe mezintir dipirsî; gelo  çima  em şagirtên Kurd li Efrînê bi zimanekî biyanî dixwînin,çima zimanê me, ne ziman e !!??
Çima em  navê gel û welatê xwe di waneyên erdnîgariyê û dîrokê de   nabînin ?
Çima em bi sibehan li dibistanê  srûdek Kurdî naxwînin?
Ev pirs û vepisînên  giring û balkêş; Zekeriyê biçûk ji xwe û ji hevalên xwe dikirin!
Lê nemir Zekeriya bersiva van pirsên jorîn li nik dostekî xwe ji wî mezintir vedît,ew jî welatparêzekî şehreza bû û endamê (Partî Dêmokratî Kurdistan bû ),navê wî Kemal Ebdî û ji gundê Keferdelê (çiyayê Kurmênc) bû.
Pakrewan Zekeriya çavên xwe hîn baştir vebûn,hestên netewayetî li nik wî pirtir germ bûn,di nav hogir û hevalên xwe de mîna welatparêz û  serkêşekî çalakvan  dihate naskirin.
Siyasetmedar Zekeriya piştî damezrandina (El-partî )bi hinek salan li gor pêşniyara  berêz Kemal Ebdî dibe endamê (Partî dêmokrata Kurdistan- El-partî).
Ewî bi evîndariyek mezin û bi baweriyek astbilind xebata xwe di nav  heval û gelê xwe de berdewam dikir û ramanên netewperestî di nav hogir û hemwelatiyên xwe de  li bajarê  Efrînê belav dikir.
Di sala 1965 an de P.D.K dibe du beş;ango du partî.1-Partî Dêmokrata Kurd   li Sûriyê bi seroketiyê nemir Ebdilhemîd Derwîş.2-Partîya çepa Kurd li Sûriyê bi seroketiyê Selah Bedir Al- Dîn.Nemir Zekeriya Maratê dibe layangirê (P D K), em bervê mijara xwe ya bingehîn neguhêrin,em li ser dîroka rêxistin û partiyên Kurdî ranawestin. Bavê Endêra di kongira sala 1972 an de li navçeya Bamernî(gundê Dawidiyê) cara pêşîn mîna hin hevalên xwe ji Çiyayê Kurmênc 1-Horîk bavê Ehmed2-Mihemed Emîn Gulîn3- ji aliyê kongirê de wek endamên komîta navbendî hatin hilbijartin û berêz Dehamê Mîro jî mîna berê dimîne sekretêrê  El-Partî.
Di sala 1973 an de  El-partî tev hin partiyên din ji tevgera Kurdî li Sûriyê di hilbijartina (Encûmena Gel) de dibe hevpar û herwisa jî (partiya   dêmokrata Kurd)  daxûyaniyekê li dijî (Kembera Erebî) li Sûriyê  ji bo nirîna gîştî diweşîne,piştî van bûyerên siyasî; dewleta Sûriyê ya kevneperest û şovînî yekser gelek ji endamên komîta navbendî wek 1- Bervedêr Nezîr Mistefa,2-Bervedêr Mistefa Îbrahîm,3- Mamoste Muhemed Emîn Gulîn4-  Rêzdar Dehamê Mîro û hin din dixin zîndanê,lê rêzdar Zekeriyê Maratê û  rêzdar Horîk bavê Ehmed ji malên xwe direvin û di nav gelê Efrînê û Çiyayê Kurmênc de xwe vedişêrin, ew bi wêrekî û bê tirs jî  rêvebiriya partiya xwe di nav  gelê xwe de berdewam dikirin,çavên wan ji destlatdariya kevneperst  û  keyseperest ne dişikîn û  ew hemî bi hev re  bi vîneke xurt û bi wireyên bilind têkoşîna xwe li dijî rêcîma ne mirovane û nijadperest hîn xurtir dikirin,ew bê westandin di nav gelê xwe de û bi nehênî  helwestên  neyênî yên rêcîma hovane  li dijî gelê Kurd di nav civaka Kurdî de dicerisandin.
Nemir Zekiyê Maratê(Zekeriyê Kurdistanê)herdem ji aliyê dezgehên parastinê yên rêcîma Sûriyê de binçav bû,ewî pir caran bi mehan ji mala xwe,ji hevser û ji sê keç û  du lawên  xwe bi neçarî  dûrdiket.
Lê ev hemû alozî û dijwarî ne dibûn rêbend li pêş rêveçûna têkoşîna siyasî û pêdariya wî,ewî ji ava kaniya rêbaz û ramanên nemir serokê gelê Kurdistanê Mile Mistefa Berzanî vedixwar.
Zekiyê Kurdistanî piştî rûxandina şoreşê di sala 1975 an de dîsan tev hin hevalên xwe serdanê li Kurdistanê dikin û bi rêvebirên PDK li Îraqê  re mîna nemir Kek Îdrîs Û kek Mesud Berzanî re hevdîtinên rêxistinî û siyasî dikin.
Bavê Andêra ji sala 1973 an de û tanî roja koçbarkirinê endamê komîta navbendî bû,lê eger em werin li ser rola wî di warê civakî de jî bi xwendevanên vê kurtegotarê  bidin  zanîn,divê em jibîrnekin ku ew  di  çareserkirina gelek pirsgirêkên civakî de li pir gundên Çiyayê Kurmênc jî  beşdar û hevpar bû.
Lê mixabin ew di nêzîkî deh salên dawiyê de ji dest nexweşiya demdirêj
nikanîbû mîna berê di civaka xwe de çalakavan bûya,ew  di roja 4.12.2023 an de li gundê Maratê diçe dilovaniya Xwedê û ew di bin siya ala Kurdistanê de û bi beşdarbûna bi sedan û sedan ji cemawerê Kurd û bi rêbertiya hin  rêxistinên Kurdî û nemaze P.D.K hate gornekirin,lê welatparêzên Çiyayê Kurmênc  jî herdem digotin û hîn  dibêjin:
Zekiyê Maratê nemir e !
Bavê Endêra herdem di dilan de zindî ye.
Çiyayê Kurmênc
10. 12.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…