Hejmara (20) a Kovara Şermola Derket

 

Hejmara (20) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Cewher û girîngiya wêjeyê) ye, ji pêşekiya hejmarê:
“Wêje xwedî girîngiyeke mezin e, ya herî girîng jî ew e ku wêje têgihaştina giştî ya civakê zêde dike, her wiha derfetên hînbûna li ser rêya jiyanê û civaka ku em tê de dijîn berfireh dike. Di heman demê de dibe alîkar ku çawa em çareseriyan peyda bikin û bi çi awayî bi pirsgirêkan re mijûl bibin. Di mijara naskirina mîrata dîrokî ya welat û neteweyan de rê li ber me vedike, û bi rêya wêjeyê em xweza û taybetiyên civakan ji hemû hêlan ve baştir nas dikin.
Edebiyat ango; wêje girîngiya xwe ji danasîna heqîqetê tê, û ji dahûrandina jîwariya heyî bi pêşkêşkirina modelên cihêreng ên mekanîzmayên fikrandinê, çi di asta kesan de be yan jî di asta civakê de be, di çarçoveya bûyerekê de dikare bûyerên ku hîn neqewimîne jî ango dê biqewimin raxîne ber çavan û encamên wan jî texmîn bike. Edebiyata ku xwedî asteke bilind be girêdaneke xwe ya rasterast bi perwerekirinê ve jî heye, dihêle ku kes ji cîhana xwe ya teng derkeve û ber bi cîhaneke berfirehtir ve biçe, hişê wî ronî dike û bi perspektîfa xwe têgîhatştin û pêznîna wî geş û dewlemend dike……”.
Di hejmara Bîstan de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.
Hejmara Nozdemîn a kovara Şermola 148 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Di beşa kurdî de ev berhem hene:

Pêşek
– Çima wêje?.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Dosyaya Hejmarê
– Wêje Koka Çand û Sinca Civakê ye.. (Nêrgiz Ismayîl)
– Kurteçîroka wêjeyê.. (Elî Roj)
– Wêje.. (Beşîrê Mele Newaf)
– Wêje, Pênase, xwezaya wêjeyê û peywira wê.. (Menhel Xelef)
Hevpeyvîna Hejmarê
– Li gel nivîskar û lêkoler “Diyar Bohtî” ye (Hevpeyvîner: Aram Hesen)
Jin û Çand
– Di wêjeyê de rola jinê.. (Fehîma Deştan)
Pirtûkên Derketî
– Bîranînên Pêkenokî Yên Mûsa Anter.. (Lokman Polat)
– Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Wergerandin
-Govanî.. (Yûsiv Idrîs, Wergera ji erebî: Kawa Xelef)
Serbest
– Girîngiya xwendinê.. (Diyala Elî)
Helbest
– Bilbilê fîxankêş.. (Cîhad Arif Hemdûş)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…