Helimkêşî«Nivîsên kevnar»


Ebdulwehab Talebanî
wergerandin: Mahîn Şêxanî

Heta dawiya şevê dimeşim
Şev jî dimeşe
ez bi çi ve xwe girêdayî bikim..?.
Bi çawîr..?.
Bi arî..?.
Bi leylan..?.
Ez çawa karibim pêşengiyê bikim..?.
Ev çemê her û her koçbere..?!.
Ez pêgirtiyî
Bi bermayiyên lîlandina
Zengilên wê riziyan..?.
An jî bi perçeyên peyvan
Bêhna wê vemirî..?.?
An jî çirisandna çavan
Çavên wê ziwa bûn..?.
na
Tu wateya van hemûyan tune..
Tî çem dikuje
Û stêrk kenê xwe belav dike
Di rêyên şevê de
Dû re agirê dilgeşiya wê vemirî
..?.. Ezê  bi çi ve girêdayî bim
Wê çi soz da,wê çi got..?.
Hilavêtin peyvê dilerize
Ew wisa dibêje
ÊLa evînê, hemû
Ew çûne..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…