Daxuyaniya Partiya Pêşverû di bîranîna Çarem de ji koçkirina Mamoste Ebdilhemîd Derwîş

 

Daxuyanî ji bo nerîna giştî

Di dîroka /24 / 10 / 2023an de bîranîna Çarem a koçkirina xebatkarê cefakêş heval Ebdilhemîd Derwîş sekreterê “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê”
Dema ku em heval Ebdilhemîd Derwîş bi bîra xwe tînin yekser em xebatkarekî tekoşer û dilêr bi bîra xwe tînin , xebatkarekî buhara jiyana xwe terxî gelê xwe kir û bi dirêjahiya salan di xebata netewî û niştîmanî û karê partîzanî de berdewam bû. Herwiha di rêveçûna xebata xwe de rastî gelek êş û azaran hat ji girtin û işkenceyên hovane ji aliyê desthilatên nijadperest û destekên wan di Sûriyê de. Lê belê ma berz û serbilind heya roja dawiyê ji jiyana xwe. Û di vê tekoşîn û xebata dirêj de mamoste Hemîd bi siyaseta xwe ya rêyalîst û helwestên xwe yên wêrek û zelal hate naskirin.

Em di “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” de bi rêzgirtin li hember bîranîna Çarem ji koçkirina hevalê xebatkar mamoste Ebdilhemîd Derwîş radiwestin û bibîra xwe tînin wek kesayetiyekî siyasî hişmend , û rola xwe wek serdarekî karîzmî berz li ser asta niştimanî ya Sûrî , û li ser asta netewî ya Kurdî û Kurdistanî û navdewletî de , koçkirina wî di vê qûnaxa rêzanî ya hestiyar û çarenûsî de ziyanek mezin bû ji  hemû gelê kurd re.
Di dawiyê de em soz didin heval û xebatkarên partiya xwe û hemû cemawerê gelê kurd ku em li ser rêbaza mamoste Hemîd Derwîş in , û em pabendin bi wê dibistana rêzanî ya rêyalîst da ku gelê me dighê mafên xwe yên netewî di welatekî azad û demoqrat de.

Sed silav li giyanê xebatkarê kulneder mamoste Ebdilhemîd Derwîş

23 / 10 / 2023 Z – 2625 K

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…