HEMWELATÎ NE KERÎ YE !

Bêkes Têlo

Asta herî  bilind bi cihekirina demokrasiyê azadiya livandin û tevgera nerîn û helwestê ye, mikanîzma demokratizmê tê livandin û bi karanîn gava hemwelatî baş agahdar be bi rûdan û bûyerên ramiyarî, aborî û çandî li welat ku diqewimin.
Di çaxe hilbijartinan de bi pêşberiya namzetan dema goftugo dikin û pêşneyarîya broje, programên ramiyarî û aborî bo çareserkirina pirsgirêkên heyî li welat ku pêşkêşî hemwelatiyan dikin ku agahdar bin  bo beryara  dengê xwe bidin di dengdanê de.Gava ev nebe ! çawa hemwelatî agahdar be û zanibe helwesta rast bigre bo dengdanê, nexwe wek mirov dikeve di helwestekî pasîv de ji hilbijartinan û ev wêne li ser komara Sûrî xweş diyar dibe çi di hilbijartinên nûnerên gel û çi jî hilbijartinên serok komariyê de.Bê guman hin sedmên cûda hene ku di van hilbijatrtinên dawî de,hemwelatiye Sûrî hefqas pasîv bûn û ev bingeha wê heye ji dema hatina deshelata partiya Bas(pişkivîn).
Rêvebirina Welatekî wek Sûrî ku welatê herî zengîne di nav dewletên Ereb de ketiye rewşekî pir belangaz û weran kirî bi saya vê rêveberya Bas ku bihtirî çil sal  desthelat dagîrkiriye bi şêweye êrîşek leşkerî  û ne yasayî.Bi destekî ji pola welat bi rêvedibin  rewşa awerte ji roja yekem ji hatina wan ta niha li vî welatî ye,nebûna yasaya partiyan û azadiya ragahandinê ,nebûna dadmendiya bêlayane û bi pêlkirina mafe mirov û pişitgiritina hezên terorê  li Iraqê û lobnanê, tê tawan barkirin û ji xwe rewşa rojavaye Kurdistanê barbatkirî maye çi ji aliye aborî û çi jî aliye ramiyarî tek ziman ,tek netew ,bicihkirina malbatên Ereb şûna warê kurdan ,guharîna navên şar û gundên kurdan,kişandina nasnamê ji 400 hezar malbatên belangaz ji sala 1962 ku ta îro di rewşekî ne mirovahî de dijîn..bê karî,bê xwendin …bi destên hezên awlekarî partiyên me perçe-perçe kirin ,wan bê hez hiştine ji aliyê ramiyarî û ev daxwaz neyarên kurdan tev eve.Axaftin na qadê ser werankirin ku desthelata Sûrî kir û dike ser gelê Sûrî tevî . Lê mebseta min ji vê gotraê ew ê ku gotara sundxwarina duwem ya serokkomara sûrî berî çend rojan  ku pirsgirêka kurd wek xak û gel xiste warê wergirtina nasnama vê dewletê tevlî ku carek di hevpeyvîna xwede di kanala Al JAZEERA de, ragihandibû ku kurd netewek serekîye li Sûrî û vaya li gorî pir kesan te wateya ku ev rêjîm ti hêvî jê nemayê,lê ya herî xemgîn ew ê ku tevgera ramiyarî şermezariya xwe tenha bi belavokan qedandiyê ,tekoşîna xwe hîn bi şêweyên Kevin dimeşîne ,ya rastir û baştir ku konferansekî rojnamavanî li darxistiba û bangawazya destgehên cihanê bikirba û bi taybetî koma milatan ku di bendên wêde xweş diyare parastina gelan ku xalekî pir girinke ser guh tê avetin ,ez bawerim hîn jî ne derenge û ev bangawaziya xwe wek hemwelatîyek dikim ji ramiyarên me bi gavekî nûdemî bilivin, meş li sikakên beytaxta Sûrî lidarxin deku pirsa xak û gel eşkere û raste rast nişanbe bo gelê Sûrî û cihanê..gotara Ased sêlek û gûlek di rûwe ramiyarên me teva de bû,şerme bo me hemwelatî ne kerî ne.li hêviya  sêlek xurt ku gelê me bide ALKABONE ye sûrî.
25.07.2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…

Di / 31 / 10 / 2004an de xebatkarê hêja û helbestvanê ciwan heval (Ferhad Çelebî) Endamê komîta navendî ya partiya me bi bûyereke tirafîkê ew û Du birayên xwe koça dawî kirin.

Hevalê Ferhad helbestvan , çêroknivîs û rojnamevanekî çalak bû , bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi…

Fewaz Ebdê

Diyarî canê
Ebdussemed Dawud
**

Nema zanim ..
Ji ku dest pê bikim
û li ku rawestim!
Ji zeviyên genim ku bi dizîka navê te dibêjin?
Mîna ku hê tu neçûyî
û hîna tiliyên te bi simbilan dilîzin.
Tu dikenî, distirê û dibêjî:
“Nigê xwe li şînê xin,
wê bidin alî..
paleyî li bende şînê namîne!”

Yan ji çaxê ku em bi dû ewran diketin?
Me…