Berhemên Nû

Pertûka min ya nû (Zagros zengilê şaristaniyê…Mûzîk û afirînerî),bi zimanê kurdî ye.

 

Niha li pertûkxaneya Xanî ye li bajarê Dihokê, nêzîk digihe ber destên xwêneran.
Pertûk du beşin, ji 289 rûpelan pêk hatiye, beşê yekem: Li ser amûrên mûzîkê yên ji demên berî dîrokê li Îrana kevnar, û karlêkirina bav û kalên kurdan yên afirîner di şaristaniyên kevin de, li çiyayên Zagros û welatên Miyaduav û bandorên wan li ser cîranan. Û her weha li dema Exmîniyan û hatina hêrîşên Girîkan bi serbaziya Alêksender ê Mekadonî heta bigihe zayînê. Beşê duyem: Ji zayînê heta piştî sedsala bîstan, li ser hunerê û mûzîkê di dema Sasaniyan de û hatina hêrîşên Ereban, wergirtin û birina mîratên Sasaniyan. Piştî wê, dema Ebasiyan û rola afirînên kurd ên mûzîkjen di geşepêdana wê de, û belavkirina behemên wan, li bakûrê Efrîka heta welatê Endelûsê, paşê serdema mîrnişînên kurdan , û dema herdu dewletên Osmanî û Sefewî, beşdarbûn û tevkariya afirînerên kurd di mûzîkê û avakirina şaristaniyê de.
Bi hîvî me ku min karî be berhemekî ji pertûkxaneya kurdî û kesên bi van mijaran vê têkildar re pêşkêş bikim, hem jî bi be jêderek ji lêkolînên firehtir re.
Bergsazî: Mamoste Azad Mustefa Akreyî.
Derhênan: Lêkolîner Idris Omar.
Lêveger: Nivîskar mamoste Omer Resoul.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…