Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster beşdariyê di Festîvala Civakî û Kultûrî ya li Bajarê Münster dike

Raport: Dilbirîn Şingalî

Bi serperiştî û çavdêriya Rêveberiya Karûbarên Civakî û Kultûrî  li bajarê Münster ( Integrationsrat ) û ( KI – Kommunales Intergrationszentrum ) duh Şemî 30.09.2023  Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster beşdarî di Festîvala Salane ya ( Interkulturelle Woche ) de kir, têde tev Komele û Saziyên Cihanî li bajarê Münster Xwarinên xwe yên Folklorî û çend parçe Muzik û dîmenên balkêş hatin nimayişkirin û pêşkêşkirin. Girînge bînin ziman; ku ev roj di keş û hewayekî şayiste û şaristanî de derbas bû , em jî binavê Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li vî bajaî pir ji Dil sipasiyên xwe arastey tev wan Xêzanên Kurdistanî yên Dilsoz, Neteweperist û Nîştîmanperwer û resen dikin ji bo hestê wan yê Netewî û piştevaniya wan bi umêda em dîsan li hev bicivin û kar û Xebata xwe bikin ji bo xizmeta Gelê xwe.

Bijî Kurd û Kuurdistan

Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster
01.10.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…