Rola kovara (Ronahî )di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de (1942-1945) Xelek:2

Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Gotar di (Ronahî) de
Di xeleka yekê de, me navnîşanên gotarên cuda yên pênûsên cuda  pêşkêşî xwendevanên lêkolînê kiribûn, lê emê di vê xeleka duhem  de  bi kurtasî li ser naverokên hin gotarên kovarê jî rawestin û baweriyên xwe di ser têdayên wan de jî bi kurtebirî  bidin diyarkirin.
Sernivîserê kovarê kurtegotarek di hejmara (1) ê de li ser Êlîzabêt  weşandiye ; ew  di wir de bi van wateyan  dinivîse: Êlîzabêt  bi hevjînê xwe re li rex gelê xwe ji bo destxistina azadiya welêt û kişwera xwe   radiweste,ewa  bi hemû şêweyan  û li her  cîhekî û li her civînekê  amede dibe û têkoşînê dike, ewa bi erkên xwe yên niştimanperwerî mîna her nişteciyekî  radibe.

Em bawer dikin ku Mîr Celadet Bedirxan bi zanîneke bilind helwesta 
Êlîzabêt û hevaltiya wê bi hevjînê xwe re dinivîse û ew bi vî  şêweyî
nameke taybet  ji jin û mêrên Kurdan re dişîne  û  waneyekê ji
civaknasiyê dide wan û nirxa jina pêşketî ji civaka Kurdî re dide nasîn .

sernivîser di hejmara sisiyan de  mijarekê  di bin navnîşana (şer
mêranî  û camêrî  ye) diweşîne ; ew di wir de dibêje:Di şer de  mêranî 
şertê (mercê pêşin e),belê  mêranî  di her tiştî de  qenc e û di her
tişî de  bi kêr têt.
Lê gava  dijmin  ji desthilatê ket û teslîm bû (xwe radest kir ) êdî  li wî xistin ne mêranî ye, lê ew  bêbextî ye.
Di
vir de  sernivîser nerasterast bi xwendevanên kovara xwe re dibêje:Divê
miletên bê mafên netewî bindest nemînin ,di vê rewşê de berxwedan û
pêdarî bi mêranî  pêwîst in.  
Di hejmara çaran de,sernivîser
gotarekê bi navnîşana(Ev kî ye ?) diweşîne, ew  di wir de dibêje:
Kalemêrekî (57) salî dixwîne? Lê kî ye ev kalemêra eyan ew Qeral e? Eyan
ew Impirator e,serekdewlet e, yan ew qehremanek e ?Na ! Ew ne yek ji
van hemûyan e, ew şagirtekî dibistanê ye,ew ji Londinê ye,navê wî Albêrt
Arthur Lewis e, ew dewlemend e û niha  ew li zanîngehê  xwendekar
e,Celadet bi Kurdan re dibêje:Ey Kurdno! Ji kalo îbretê bigrin!
Dîsan
Celadet gotarekê bi navnîşanê (Erefat) di hejmara (5) an de 
dinivîse:Hesen Axa seredana min li Şamê dike û ew ji min dipirse,gelo
hejmara nû ya kovara (Hawarê) derçûye ?
Celadet  ji wî dipirse,gelo  kes li Cezîrê ( Hawarê) dixwîne ?
Hesen
Axa dibêje:Belê, pir kes wê dixwînin û ew gotara bi navnîşana  (Erefat)
bi nav dike û dibêje:Ez pir dixwînim û ez herdem li (Hawarê) dipirsim,
gelo ewa derçûye yan na?Erefat navê kesekî cotarî ye  dajo, ew di ber
cotê xwe re kovara (Hawarê) jî dixwîne,li dawiyê Celadet di gotara xwe
de bang li kesên Kurd; Axan û  Began dike ku ew  zimanê xwe bixwînin.
Di
hejmara (6 )an de gotarek bi navnîşana ( jin û derew) bê diyarkirina
navê nivîskar hatiye weşandin,lê li gor texmîna me, gotarnivîs dîsan 
Celadet Bedirxan bi xwe ye. Gotarnivîs weha destpêkiriye:Metelokek
japanî gotiye:(Hecî zane baxive,derewan dike). Ji lewra jî divêt mêr jî
derewan bikin û ew hîn jî dinivîse:Kurmancan jî gotine:(Ji weynên jinan
çiyayê  Cudî  xwar bûye ).
Ew hîn dinivîse:Di wextê berê de  tiştine
holê ji xwenda û zana  dipirsîn,lê îro van tiştan ji artîstên sînemayê
dipirsin ji ber ku ew rind dizanin maç bikin, qey ew di her tiştî de
şehreza ne,îcar ew rabûn û ji artîsteke sînemayê Bolît Godard pirsîn:Ma
çima jin viran dikin? Artîstê gotiye: Carekê Çarlî Çeplen ev ji
artîstekî  sînemayê,  lê yekî nêr  ji min pirsî bû,ma hûn jin çire
derewan li me dikin,hîngê min lê vegerand û got ji ber ku hûn mêr
derewan li me dikin, eger  em derewan dikin, ew ne socê me ye ,mêr bi
xwe me bêgav dihêlin ku em derewan bikin .
Dîsan di vir de
gotarnivîs nimûnek berçavkirî ji xwendevanên xwe re  dinivîse:( cejna
jinekê ye,mêrê wê ji wê re çentak destan aniye,lê berê  li nik jinikê sê
çenteyên din mîna wê hene, mêrik ji jina xwe dipirse:Kêfa te ji vê
diyariyê re hatiye?Jinik weha dibersivîne: Min ji xweda hêvî dikir ku
çentak
welê(wisa) têkeve destên min). Gotarnivîs ji xwe û ji xwêneran 
dipirse, dêmek ewa çawa rastiyê ji mêrê xwe re bêje û dilê mêrê xwe ji
xwe bihêle!!???.
Li dawiyê em dibêjin ev pirsgirêkek civak û derûnasî
ye, gengeşe li ser naveroka vê mijarê dikane di pir aliyan de bibe,
gotarnivîsê me tiliyên xwe
datîne ser diyardeyek pir hestewar û dikane bi wê hest û hişên xwendevanên xwe di warê civak û derûnasiyê de bileqîne .
Divê
em  vê rastiyê jî berçav bikin ku Celadet Bedirxan di vê gotara xwe de
nêrîna xwe ya taybet  li ser derewên jinan û mêran ne daye xûyakirin .
Ez
bawer dikim ku her lêkolînerek  û yan her xwendevanê vê gotarê  wê
dilxweş bûya, eger Mîrê me,wek  rojnamevan,têkoşer û zimanzanê  mezin 
nêrînên xwe jî bi zelalî li ser  vê pirsgirêka derûnî  bida xûyakirin û
bi ya me
be, tunebûna nirîna nivîskar di vê diyardeya jorîn de  lekek rojnamevanî û zanistî ye .
Herweha
jî rojnamevan Celadet Bedirxan  di hejmara (7) an de  gotarekê bi
navnîşana (Germanistan  bi yar û neyarên xwe ) dinivîse: Ordiwên Alman
di qadên şerê Urus de nemaze di Stalîngradê de ketine  delavne teng û ji
milê din jî  serkarên Nazî di hundirê welêt û di pişt eniyê de bi
dijwartinene mezin pev diçin .
Herdîsan  jî di vir de  li ser rewşa
jiyana rojane û kêmxwarin û nanên rojane  li nik Almanan hatine
xûyakirin,ji ber ku gelên derdorê nedixwastin  alîkariyê bidin leşgerên
Almanan,lê şêniyên navçeyên Sovyetî digotin:Emê bi zadê xwe zarokên xwe
xwedî bikin û emê  ne xelkê dijmin  xwedî bikin.
Celadet dibêje:Di vê
rewşê de,rewşa Romaniya ji hemû dewletan xeraptir e  û ta niha  zirar û
ziyana wan ji kuştî,birîndar,windabûnê gihaye  500 000.  mêr, ew hîn
dinvîse: Bi kurtasî;  eger miletên Ewropî dost bin  yan dijmin bin,ew
hemû ji rêberê  Gêrmanistanê Hitlêr têşin  û bi vî awayî armanac; ne
tenê neyarên Hitlir bû,lê belê Hitlir yar û hevalbendên xwe jî 
dixeyidandin,li dawiyê:C.Bedirxan dibêje:Herçendî şer  dom
dike,dêmokrasî xurt dibe).
Dîsan sernivîser gotarekê bi navnîşana
(Di gundekî Stalîngradê de) dinivîse:Şerê Stalîngradê  çend  rojên  dom
dike, lê Rusan  mêrantîyek ecêb
Şanî daye û C .Bedirxan li ser
zimanê  rojnamevanekî Rus Alekî  Marlov dinivîse:Em di berbangê de
gihane gundekî li derdora Stalîngradê,ew gunda vala bû,lê li ser berfê
şopine piyan xûya dikirin,lewra jî  berpirsiyarekî  gotibû , gelek diyar
e ku dijmin  hin caran  dikeve vî gundî,  lewra jî; divê em  li vir xwe
veşêrin  û  li dijmin  bipên,lê leşgerên Almanî  hatin û ketin vî 
gundî, lê Alman di deriyên malan re ketin hundir malan,  lê ew di
rodankên van malan  re jî direvîn ,lê wan hemû hundirên malan lexem jî
kiribûn taku leşgerên me vegerin malên xwe û ew di hundiran de
bimirin,lê leşgerên me kanîbûn leşgerên Alman di wan hundiran de jî
bikujin  . Hejmar (10).
Herdîsan  Silêman Ferho  gotarek dirêj di
bin navnîşana( Ji Honkong heta bi Nûyorkê ) diweşîne;ew di vir de 
dibêje:Honkong li Rohilatê Çînê  giravek e,ewa wargehek e Îngilîzî
ye,par Japanan  Honkong  vegirt û Emêrkaniyek  bi navê Jan Henrîk
Marsaman hebû û ew hate girtin .
Marsaman xwe  ji nav lepên  Japanan
rizgar kir û ew ji Honkongê revî û di serpêhatiya xwe,di rojnameke
Êngilîzî de nivîsiye:Em hemî  xistibûn xestexanekê (nexwaşxwanekêe )û di
nav me de rajêrên her dewletê hebûn,fermandariya Japanî(emir kir) yan 
ferman derxist;ku herçî Talyan, Alman ,Îswîçî.portêgal  û xelkên girava
Filîpînê  ne serbest bihêlin.
Ew dibêje:Ez çûm cem zabitê Japanî,ewî
peya ji hev dibijartin  û hin serbest dihêştin ,lê zabit gote min :Tu ji
xelkê kû derê yî ?
Min got:Ez Filîpînî me .
Zabit dîsan pirsî :Tu  li kû  ji diya xwe bûye ?
Min got:li Holenda.
Zabit  dîsan got:Holenda şerê me  dike,divê tu herî (Qeregeha hêsîran ) !
Filîpînî dîsan got:Yanê tu dixwazî min dîsan bişînî  girtîgeha  hêsîran ?

li dawiyê; hêsîr zabit  qanî  kir (bawerkirin da) ,zabit wesîqe (belge)
daye hêsîr  û bi wî re got:Tuyê di nav bajêr de serbest bî,lê tu di
bin  nezaretê (çavdêriyê ) de yî ,lê piştî demekê  hêsîr  xanîyekê  ji
xwe re li nik jinekê  kirê dike û  di pişt re ewî  hevalên xwe yên Çînî 
dîtin û hevalên  Çînî cilûbergên çînî jî li wî kirin û ew mîna
hemwelatiyek Çînî dihate naskirin û bi vî rengî  ew gihaye roja (6)
Reşmehê cejna Çîniyan û di vê rojê de ew  ji ber Japaniyan direve çiyan.

di vir de jî gotarek din  bi pênûsa H.Hişyar hatiye weşandin,ew 
dibêje: Divê  rûpelên (Hawarê)  ji xortên xwendevan re vekirî bin  ta ku
ew jî di  warê hişmendiyê û rewşenbîriyê de pêşkevin û ew di gotarê de
peyva Mîrê mezin bi bîrtîne û dinvîse:Mîr nivîsiye:Hawar kursiyê milet
e, herkes nikane hilkişe ser û bêje .¬
Herdîsan di vir de Dilawer
Çarpîne  gotarekê  bi navnîşana Stalîngrad  dinivîse,ew di vir de dide
diyarkirin ku çawa Alman ji bajarên dagirkirî dîsan xwe  vedikşîne ,
gotarnivîs di vir de pesnê leşgerên Sovyetistanê dide û  ew dibêje: Ji
ber ku leşgerên Sovyetistanê qehreman in,leşgerên Alman bi mehan di vî
bajarî de bûn,lê leşgerên  Sovyetistanê bi mêranî ew ji bajêr derxistin û
bajarê xwe ji wan rizgar kirin.
Di vê hejmarê de dîsan nivîskarê
naskirî Hesen Şiyar dinvîse û ew raste- raste bang li Kurdan û nemaze li
xortan dike û dibêje:Gelê Kurdan, divê hûn van peyvên min li her
civakê  ji ap û pismamên xwe re bixwînin da ku ew ji temarê(xewa kûr )
hişyar bibin. Hej. (12).
Dîsan Şiyar Hesen gotareke din balkêş bi
navnîşana (Bangê Kurdan) diweşîne,ew di vir de dinivîse:Gelê Kurdan
,nemaze xortên xwendevan,  ez ji we hêvî dikim,hûn vê nivîsa min li her
derê û li her civatê ji ap û pismamên xwe re bixwînin da ku ew ji xewa
temar hişyar bibin û ew hîn dibêje:Xweda ji tevaya însên re mêjî dane,
serî ji bo heş e, çav ji bo dîtinê ye, guh ji bo bihîstinê ye, dev ji bo
bersivê ye, dest ji bo xebat,şer û parastina giyanê xwe û nijad e
…….)Ew hîn berdewam dike û gotinên xwe arastî  miletê xwe dike û
dibêje:Em ne kêmî  tukesî ne,lê çima em  bindest in, jar û paşdamayênê 
her  nijadê ne,em bindestiya hev qebûl nakin ,xebat û havilên hev
napesinin,arîkariya hav nakin .
Kekino,birano, apino!Çavên xwe vekin û
li dinyayê binêrin di riya  welat  û nijad de,li nik xelkê  mirin çawan
erzan e…, û ew dîsan bi vê  wateyê dibêje: Eger em hînî tîp û xwendina
zimanê xwe nebin, ma ev ne şerm e ! Herweha jî nivîskar di vir de
gilûgazinên xwe ji gelê Kurd dike û dinivîse:Hûn rojnamên biyaniyan bi
buhatirîn nirx dikirin, lê hûn rojname û kovarên me bi nirxên erzan
nakirin !!! Hej.(13).
Herdîsan  hin gotarên  curbicur û bi hin 
pênûsên  nasdar,1- Boketî heqê  min e.2- Madanê ko ji ava behrê derket
(Smaîlê Serhedê), 3-Alman di çi halî de ne (Xelîlê Genco).4 Sehên 
zozanan (Qedrî Can) . 5-Di nav  mirovên  însanxwar de  (Hesenê Mistê).6
Civata bêdeng (Hesen Hişyar ), û hin din.
Xelîlê Genco di  vê hejmarê
de gotarekê bi  navnîşana ( Aleman di çi halî de ne? ) wek halê  di
sala 1918 an de ye) diweşîne,ew di vir de bi kurtî wisa dibêje:Vê paşiyê
yekî biyanî ji ber lepên Alemanan  xwe  xelas  kiriye
 (rizgarkirîye)
û ew hatiye Londinê,ewî çi tiştên ku li Berlînê û li bajarên  din li
Almaniya dîtine ji rojnamevanên  Londinê re qise dike û li gor ew
dibêje: Piraniya Almanan ji zefereke tekuz û qehar re nema bawer dikin,

ew hîn diêjin ku Hitlir wê bikare Almaniya  bighîne  silheke  maqûl,
yanê Hitlêr wê bikane  Almaniya ji talûka Belşevîkan û ji hin din  xelas
bike, lewra  menewiyata Almanan  hetanî îro  jî qenc dikare bête hesêb .
Ew
zilama hîn dibêje:Alman dibêjin:Hemî qewetên Almaniya di keleha
Ewropayê de bêne hesbandin, ew keleha nayê zeptkirin …..,Ûrus  wê
bizanin  ku  di xizmeta  Anglosaksonan  de  bi tenê  ew in  ku şer 
dikin  û xwîna xwe ji bona wan dirêjînin,lewra jî ewê  xwîna xwe ji bona
wan dirêjînin, lewra jî ewê êrişa xwe bisekînin û nema qesta Rojavayê
dikin, Anglosaksonan naxwazin Rusiyeke muzefer bibînin  ji ber ku  ew jî
bi taluka sor hesiyane û ji van gotinan dixuye ku Alman hîn umîda
zeferê wind nekirine,ew bawer dikin ku bi lihevhatinekê  bi Ûrus  yan bi
Anglosaksonan re,ewê bikanibin xwe ji perîşaniyê xelas bikin,rewşa
Almanan mîna sala 1918 an  xerap bû, lê li  dawiyê gotarê nivîskar
dibêje:Hitler nema kane vî şerî bibe serî .  
   Dûmahîk heye
   Efrîn.  2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…