Zanyar dibînin ku pêdivî ye piştrastkirina rastiya zorengê yê di henasê mirovî de di her derbarê de tevdigere bi rêya nakokiya yê di takekes de bicî dibê ve, çendîn bawerî berfereh bibe û bi rastiya hezkirin û çakdîtinê ve dijwartir be beranberî vê yekê ezezî û kîn bicî dibe , wisa timî em nakokî di her helwest û derbarî de diyar dibînin, lê serkeftina rastîn di pêşdebirina xêra giştî de ye li ser ya taybet û hewildana ji bo zanînê ji ber ew bîngeha çi tevgerekî sirûştî ye, li gel wê zanyar civakê dîtibû, û jêre diyar bû ku xwebînî sedem e ji dîtina xelkê li binî ve mîna lîstok û bejinkurt ,
Hişmendî eger xwe ji nirxan re bernede zehmete tiştekî biçûk di bermaya mirovahiya dewlemend de rizgar bike, taku demukratî diyar bibe mîna perdeyekê li paş wê hilweşîn tê veşartin, hebûna wê mîna gotinekê tewrîvanên sosiyalîst û sermedar wê mîna benîştekê cotibûn bi guhertina kedan ve .
Ji bo ku demukratî birastî têkeve di wêzimkariya civakê de bi rêya vejînkirina rêbaza hevbeşdarîbûnê ji sazkirina biryaran ve ji derveyî maska ezez ve yê serdest a li pêş civaka xuristî sekinî bi rêya miqatebûna li ser nezanîkirin û kuştina zanyaran û hîştina civakê li ser şemîtokên tundî,tîjandin , têkbirin, hingeme û wêraniya giştî .
Avakirina ramana zanyarî pêdiviyeke îro ji bo têgihiştina sirûştiya serdemê, li gel wê sosiyalîzm nehate pêkanîna mîna ricîmeke pêkhatî û palpişt , û bi liva moriyekê nelivî ji derveyî têgeha xwe ku ew hêsan ramaneke hat e hilweşandin dema kete di nav têkbirinê û derketina ji derveyî xêza xwe ve berve avakirina dewleta netewî a milhûr yê di dema niha de bû xwedayê sermedariya nûjen.