Rêxistina Helebê ya «Partiya Pêşverû» civîna xwe ya rêxistinî li darxist

Di dîroka / 25 / 8 / 2023an de Rêxistina Helebê ya partiya me “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” civîna xwe ya rêxistinî li darxist.
Civînê bi xulekek bê deng li ser giyanê sekreterê partiya me mamoste Ebdilhemîd Derwîş û hevalên damezrêner û hemû pakrewanên Kurdistan û Sûriyê dest bi karê xwe kir.
 Di destpêkê de heval Xalîde Silêman bixêrhatina hevalan kir û tekez kir li ser girîngiya li darxistina civîn û semînerên rêxistinî di vê dema hestiyar de ji dîroka gelê me û tevgera wî ya rêzanî.
Piştre Mamoste Hişmend Şêxo endamê komîta navendî ya partiya me di
axavtina xwe de rewşa rêzanî li herêmên kurdî û pêşhatên ku vê dawiyê di
meydana Sûrî de çêbûne ji hevalan re şirove kir û tekez kir li ser
helwesta partiyê di derbarê peydakirina çareseriyekê ji qeyrana Sûrî re
bi rêya diyalogek Sûrî – Sûrî ku hemû pirsgirêkên niştimanî werin
çareserkirin û di destpêka wê de doza kurdî ji ber ku dozeke Niştimanî
Sûrî ye.
 Civînê balkişand ser rewşa aborî ya dijawar a ku sûrî jiyan dikin û bandorên wê yên metirsîdar di pêşeroja welêt de.
Herwiha hevalan di civînê de bi dirêjahî çawaniya vegera gelê me li Herêma Efrînê gotûbêj kirin.
Di dawiyê de civînê tekez kir li ser girîngiya pêşxistina karê rêxistinî û ragihandinî di xebata partîzanî de.

26 / 8 / 2023Z – 2635K

Rêxistina Helebê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di mêjûya gelê kurd de du bȗyerȇn diyar hene ku bi hevre xalaeke guhertinȇ ya mezin di pȇvajoya gelȇ ku ji mȇjve jibo mafȇn xwe yȇn netewȋ ȗ niștimanȋ tekoșȋn kiriye ҫȇkirine. yek ji herdȗ bȗyeran damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, û ya dȋ jidayikbûna Serokê gelê kurd, Mesûd…