Di rexnekirina netewîbûna Tirkî de

 

Rêber Hebûn

Û dibe ku  ji reweşta netewên desthilatdar ve be ewên xwe bi demborîneke xwînî ve biçek dikin ku pêşde biçin ji bo bindestkirina gelên yên ku  ji serweriya wan re xwe ditewînin, ev yeka di hişmendiya sîstema Tirkî de û çanda wê ya rabûyî li ser nefret û hilkişandina gelên ne Tirk diyar dibe û pişaftina wan di pergalê xwe de,ev hizr dimîne kelemeke mezin li pêş guhertina demukratîk û çûna li pêş bi gavên pêşdemayî ve.

 

Pirûjeya a dibêje bi pêdîvîbûna weşana giyana evînê li heyînê, û serkeftina li hember efsanê bi rêya zanînê, û ew nefretbûn a ku serkotkirina berdewam weşan dike diyarbûneke ji sawa nezaniyê re ye,  mirovê zanyar li heyînê dorpêç dike, ta amadekirina şerê rûbirûbûnê li hember dijminê gefxwar ji nirx û jiyana gellekî resen re li ser erdê xwe yê dîrokî dijî, di eynî demê de bi rahijtina jinê ji çek re li rex mêr tê diyarkirin, li gel wê ceng ji bo guhertinê ye û pêkanîna dadmendiyê bi wê xwesteka ji azadbûna erd ve tê pêkanîn, azadbûna erd naye pêkanîn ji bilî azadbûna henas û rizgarbûna wê ji kêmanî  û hilweşandinê, xwestina wê ku rizgar bibe û ji talîzoka koçberiyê û hestbûna bi bêzariyê ve derkeve, ceng ji bo yeksaniyê bin siha baweriya mirov bi xwe pêktê ,kanîbûna wî bi pêkanîna serkeftinê bi rêya beşdariyê bi sazîkirina jiyana nû re.
Pir axaftin li ser hevgariya civakê bin siha desthilata faşî ew tiştê ku romana rastîn baş dikare li ser raweste û dikare bûyerê bike belgenameyeke wijdanî dikare bandoreke baş li ser çêja wergirtî bike, taku tehliya jiyanê pesindan bike bin siha zor û gendeliyê yên ketibûn e movikên jiyana civakî û siyasî li Kurdistanê bi giştî ve û li bakûr yê bi Tirkiyê ve girêdayî bi taybet ve.

Kêliya hêrsa cemawerî zêde dibe bi zêdebûna hestê xwe bi zora sitemkarî û zorkariyê ve yê ku di dermafê wê de bi demê re tê duristkirin, ji ber ku hilkişandin û pişaftina berdewam hîşt ku tirs bibe nanê dewleta Tirk yê ku dide civakên ne tirk bi navê ku ew civak divê bawer bibe ku ew Tirk e, ji bilî vê rêyê mafê wê nîne ku li vê cîgehê bijî, ev sitemkariya bi bîrdoziya nefret û bîzandina nijadperestî ve dorpêçkirî ye, di hizrên nifşan de tê çandin, û dihêle ku bermaya zorkariyê ji serdemek ta serdemekî ve bête veguhêztin, ev hişmendiya eger newe guhertin wê gelekan dehf bide ji bo bibin êzing ji vê cenga bîrdozî re a ku aramanca wê setimandina nîşanên hevjiyaneke hevbeş , berhinde çêdibe kirîna cemaweran bi rêya peran û dehfandina wan ta bibin kirêgirtî hevdû bikujin, û yên naxwazin vê yekê pêkbînin wê di zîndanan de bêne çekirin, pere tê wateyê pişaftin e di nav tirkan de,û tirs ango mirin an berçavkirin e, ji ber vê van milhuriyan  gelan hîştibûn di rêyeke tarî de biçin, li gel wê me êdî naskir hovîtiya van sîstemên totelîter yên hêza wana cemawerên paşdeçûyî derbas kir, ji ber vê yekê gel tenê nikare van ricîman hilweşîne.

Tenê bi rêya destwerdana derveyî û sûdwergirtina ji nakokiyên dewletên mezin ricîma milhûr li rojhilata navîn tê roxandin( Îraq- Lîbiya)  jibilî wê zorkarî naye dehfandin û herwiha jî guhertin naye pêkanîn.

Û di vê derbarê de ez dikarim bibêjim ku ti gerentî nîne ku duristbûna destwerdana derveyî û hingemeya cemawerî wê karibe van sîsteman ji naverokê wan ve biguhêrîne, pêdiviya vê yekê bi gelek şoreşên dijwar hene ta çaxê em bikaribin li ser raperîneke hişmendî  ji bo hişmendiyê biguherîne biaxivin, ev  yeka  jî zor e.

Dijminatiya gelan wêrankirina wê bi demê re zêde dike, ji ber ku ricîmên navendî bernakevin ku qet û qut cemawer bi alavên kevinşopî ve nayên tewandin, herwekî nezanîkirina milletan û hişbirkirina wan bi rêya ol wê zêde bibe alîkar ta bibin alavên pêkanîna pîlanên dewletê li derveyî sînoran, derxistina aloziyên herêmî ew ji berhema babidestî  û bêzariya van dewletan e ji bo ku aloziyên xwe hembêz bikin, û mayîna Kurdistanê mîna mêtingehekê di navbera van dewletan de  wateya wê guhertina naveroka wana ta demeke ne berçav, ji ber ku gellek heye naye pişaftin û  bi hemî awayan tekoşînê dike û zor û sitemkariyê dikşîne  û radest nabe, ew hertimî pêşve diçe wekî  gelên cîhana azad , û tiştê ku ragihandina milhur pala xwe didêkî ew kirina jinê mîna destikêkê ji têkiliya zayendî ve û kelupelkirina wê bi awayekê ku bihêle gilêza dilbijînkeran bête xwarê,ango bibe bi pileya lawir, li rex vê yekê dîtina olî a siyasî ji jinê re li gor dûrbîna dewleta netewislamî ku ew destikeke ji nermkêşkirina zayendî ye  û zaroanîna berdewam.

Ev hîşt çav bi dû aliyê suriştî ve biçin, ji ber ku bandorek xwe heye li ser guhertina takekesan ve berve beloqbûn û sertiyê, û ev yeka ekranên ragihandinê parastibûn ji bo mijûlkirina cemaweran û bindestkirina wan ta demeke dirêj.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…