Mela Ehmedê Palo (1920-1991)

Birahîm Qasim

“Di piraniya helbestên wî de em dibînin ku êkser bi şêweyê Riyalîzim(Rasteqîne) hatine nivîsandin ji ber ku xwestiye xwe ji xewn û xeyalan rizgar bike, xwe tevlî pêşketin û avadaniyê, huner û zanistiyê û guherînên civakî bike.”

Mela Ehmedê Palo helbestvan û dîrokzan tê nasîn, wî jî daye ser şopa nifşê berî xwe ji helbestvanên kevnar, helbestên xwe bi malikîne û çarîne li ser ritim û newaya pêlewazan bi şeweyê klasîk nivîsandine.

 

Qey tenê ez rênenas im da bizanim ev çi ye
Der newala û kort û kaş im cane min bê hêvi ye
Palo jiyana xwe di feqîrî û perîşaniyê de borand helbet rewşa wî bandorek li ser şêweyê wî hebû.
Tu çend salan li vî gundî dimayî ber malatî da
Nedî xweşî nedî rindî çilo dirbaz dikî jînê
Di pevçûn û di bindarî di bêqedr û di bêkarî
Kişandî derd û sersarî dirakî war û hêlînê
Di piraniya helbestên wî de em dibînin ku êkser bi şêweyê Riyalîzim(Rasteqîne) hatine nivîsandin ji ber ku xwestiye xwe ji xewn û xeyalan rizgar bike, xwe tevlî pêşketin û avadaniyê, huner û zanistiyê û guherînên civakî bike.
Hûrhûr dixwînî dibê heya kê
Bêcî bimînî bêwar û bê dê
Pey hov û dîn î naçî medresê
Tu min nabînî çira nabê hê
Çawa dimînî bê nav û rûmet
Carek nabînî cihan û dewlet
Bo çi naxwînî qe nakî xizmet
Derdan dibînî bin dare minnet
Palo wek mirovekî têkoşer dijî hejarî û perîşanî, paşverû û nezanînê bû, li aliyekî din dijî dijmin û neyarên netewa kurdî radiwestî, herweha Palo di warê şîretkarî û rexneyê de hişmendekî zîrek bû.
Ger dê bimînî her wiha bindestê mar û ejdeha
Ber asitan û dergiha jar û pepûka berteşî
Ser ranebî darê sitem derba kul û derd û elem
Pê şa bibî tirk û `ecem tazî bilakî rûreşî
Bo Kurdê jîr û bendewar ger tengî bê ew tê hewar
Dijmin dike jev tarûmar tine diyarê zerteşî
Mela Ehmedê Palo yek ji wan helbestvanên ku gelek jiyana xwe, ji bo çareseriya kêşeya gelê xwe bûrandin, û berhemên xwe yên edebî, li dijî tarîtiya zordestên ser miov û mirovahiyê bikar anîn, kirin mûm û fener li pêşiya gelê xwe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…