Nameyeke dilsoz

Boniye-Suad Cegerxwîn
Gelek dîmen û bûyer di dîrokê de ne xuyane, yan jî hatin e windakirin !
Belko ji ber ku kesekî ew ne anîne ziman
Her û ha gelek jî hene ku ne rastin, lê ragîr bûne û hatine tomarkirin
Êdî di rûpelên dîrokê de cî girtin e û bûne bingeh .
Bêguman nifşên bi dûhevde tên dîroka gelê xwe dişopînin û wê wek belgeyeke dirust di vekolînên xwe de bi kartînin û dikin mînak.

 

Êdî divê em vê rastiyê bidin berçav û hinekî li ser vê pirsê rawestin,bi awakî kûr têde bixebitin.
Di roja me ya îro de gelek nivîskar, helbestevan , vekoler hene ku bi awakî cûda
ramyar dikin û li gor bîr û boçûnên xwe dinvîsînin,bê ku tu belgeyan bînin ziman da ku gotinên xwe
Pê ber bi rastiyê ve bibin
Bê guman ji mafê her kesekî ye kû binvîse û binerxîne, ew kes azade di nivîsên xwe de , lê gelek
kêmasî derdikevin holê
Yek ji wan ewe ku nivîskar bi awireke venasîn li van nivîsan nanere .
Ev nivîs ji aliyê ti dezgehê ve ,nayê kontrolkirin û pesindankirin, êdî her kes rabe û gotinkê di kovarekê de deyne , em bikin belge
û di dîrokê de cihê xwe bigre.Bi vê awaî em ziyaneke mezin li nifşên ciwan dikin her û ha li diroka xwe jî dikin.
Xala diwemîn ku ez dixwazim bînim ziman ewe: Gelek kesayetî hene
Di dîtineke şaş de asê ma ne
Dibe ji bo ku ew ,xwe bi civatê bidin nasîn divê kesên navdar yên din kêm û nizim bikin bê belge û bingeh gotinên xwe dikin da rûber a pesindana xwe fireh bikin goya kes ji kesî çêtir tune ye !
Bê guman ev dîtinek pir şaş û çewte!
Çima !
Eger win dixwazin pesnê xwe bidin , fermo
Ser çava!
Pêwîst nake win kesayetiyekî din kêm bikin
Ev ne cenge ku em bêjin yan ez ! Yan tu
Hebûna kesên din te kêm nake, berevajî te bi hêz û tund dike, ji ber ku kes cihê kesî nagre,her kes cihê wî belû yê.
Qada jiyanê têra me tevan dike, bera ez jî hebin
Heman demê tu jî hebî û yê din jî hebin.
Bi rastî em hevdû temam dikin û civatê bi karê xwe yê cûr bi cûr rengîn dikin
Êdî ewqas jî dîroka me Dewlemend dibe
Bê guman divê em tev pabendî vê rastiyê bibin û alîkariya hev bikin da em dîrokeke rasteqîn ji nifşê hatûyî re bihêlin .
Da kû di pêşerojê de , jê sûda bikin û ji wan re
bibin jêderên giring
Hêvîdarim çiqas ji me bê em ji şaşîtiyan dûrkevin û li berjewendiya keseyetiya xwe nenerin .berjewendiya me ya rastî ,di hevgirtina me de ye , di dilsoziya me de yê
Bela armanca me teva rastî û hevkarî be , da em karibin rûpelek e pak û rind ji xwe re di dîroka xwe de verêxînin .
Bi hêvî me, nama min giya be !

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…