Roja zimanê Kurdî

Sedîq Şernexî
Ev roj, ku hemû saziyên kurdî li ser hevdeng bûn da ku bibe roja zimanê Kurdî, di naverokê de gelek wateyan li xwe digire, di serî de ku gelê Kurd wekî gelên din, xwedan şaristaniyeteke kevnar e, ku vedigere beriya bêtir ji du hezar salan, bi awayekî ku zimanê wî ji nivîsîna Bizmarî ya kevin di dema Mîdîyan de û pişt re di hemû serdemên din yên şaristanî de, ku têde zimanê xwe yê taybet parast û bi wê rêkê: wêje, hizir û raman, felsefe û têgehên xwe derbarê afirnadin, ciwanî û pişt re olên asmanî veguhezt, heta ku ev ziman bû hilgirê hemû nirxên mirovatiyê ji hêla têgehiştinê ve.

 

 Her weha derbirîn û şêweyên wî yên zimanî ji şêwazê prîmîtîv (paşverû) yê lihevtêgehiştinê bo şêweyekî pêşketî ji zanistên nûjen yên mirovanî hate veguheztin, tevî ku mafê axaftin û pêkanîna çalakiyên rewşenbîrî bi zimanê dayikê bi dijwarî ji aliyê wan rêjîmên dagîrker ve, ku Kurdistan bi ser dewletên wan de hatiye parvekirin. Lê têkoşîn û xebata ji bo parastina zimanê me yê şêrîn, zimanê Ehmedê Xanê, Cizîrî û Cegerxwîn qet newestiya.
Di vî warî de, malbata Bedirxaniyan xebateke mezin dan meşandin ji bo parastina kelepûrê me yê zimanî mîna Helbest, pexş û dastanan, ev jî, bi rêya weşandina yekem govara kurdî bi navê Kurdistan di sala 1898 de, û paşê govara Hawarê, ku yekem govar bû bi zimanê Kurdî-tîpên Latînî, ligor Elfabêya Celadet û Kamîran Bedirxan tê weşandin. Her weha roja weşandina hejmara yekem ji Govara Hawarê di 15 gulana 1932 de wekî roja zimanê Kurdî hate peyrew kirin, anku destnîşankirin, ku ji aliyê saziyên niştimanî û rewşenbîrî ve li Kurdistan û diyaspora tê vejandin.
Em wek Komeleya Ronahî, bi kêxweşî û şanazî ve beşdarin di ahenga îro ya derçûna nifşekî nû ji xwendekarên me de, ku bi awayekî serkeftî xulên fêrbûna zimanê Kurdî bidawî anîn. Her wekî nifşên berî wan ku ev xul bidawî anîbûn. Helbet ev encam bi şîret û rênmayîyên malbatên xwendekaran û bi saya wezareta perwerdeyê ya Elmanî û ked û ezmûna mamoste Semîr Umer pêkhatiye, ku di vî warî de roleke wî ya pir mezin hebû.
Em sipasîya wan hemû biraderan dikin ku alîkarî di kirîna wan diyariyan de kirin, ku îro tên dabeşkirin, ev jî wekî handanekê bo xwendekaran, di serî de: Şêrzad Iniz, Zorab Wethê, Welîd Bînbaş û Dilşad Ebdella.
Her weha em sipasiya Xanim Xunav Haco rêvebera Komeleya Ronahî û karmendên wê Komeleyê dikin ku roleke mezin dîtin di serxistina vî karî de. Em sipasiya nivîskar Sidîq Şernexî jî dikin ji bo alîkariya wî.
Bi hêviya serkeftinê ji bo xwendekaran, da ku bikaribin zimanê xwe di rewşeke azad û demokrat de ber bi pêş ve bibin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…