Waneyek li ser «Rojnameya Kurdistan û Rojnamegeriya Kurdî» li Helebê

 

Di dîroka / 4 / 5 / 2023an de bi vexwendina Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî û bi beşdarbûna hejmarek ji nûnerên partiyên siyasî yên kurdî û komeleyên civakî û saziyên ragihandinî û hejmarek Ji medyekar , rewşenbîr û kesayetiyên welatparêz Mamoste Hişmend Şêxo Endamê Komîta Navendî ya “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” Waneyek bi zimanê kurdî di derbarê “Rojnameya Kurdistan û Rojnamegeriya Kurdî” de li parêzgeha Helebê pêşkêş kir.

 

Wane li ser Sê beşan hate parvekirin :
1- Pêşgotin û kurtenasînek li ser rêveçûna Rojnameya Kurdistan.
2- Qûnaxa Îzgehê û Radiyoyên kurdî.
3- Qûnaxa desthilata ezmanî ya kurdî (Telefizyonên kurdî ).
Nirxandinek li ser rewşa çapemeniya kurdî di vê demê de û çawaniya pêşketina ragihandina kurdî.
Piştre deriyê gotûbêjê û pirsan hate vekirin û bersivên beşdaran hatin dandin.
Di dawiya waneyê de jî danasînek li ser mîrê rojnamegeriya kurdî Mîr Miqdad Midhet Bedirxan  ji beşdaran re hate xwendin.
Hêjayî gotinê ye ku nerîn û pêşinyarên hemû beşdaran daxwaza saziyeke ragihandinî netewî “Kurdistanî” bû da ku hawara kurdan bighîne cîhanê û bandorê di raya giştî ya cîhanî de bike ji bo piştgîriya doza me ya dadmend.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di mêjûya gelê kurd de du bȗyerȇn diyar hene ku bi hevre xalaeke guhertinȇ ya mezin di pȇvajoya gelȇ ku ji mȇjve jibo mafȇn xwe yȇn netewȋ ȗ niștimanȋ tekoșȋn kiriye ҫȇkirine. yek ji herdȗ bȗyeran damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, û ya dȋ jidayikbûna Serokê gelê kurd, Mesûd…