Li bakurê Elmanyayê-Kiel, Dibistaneka Kurdî bi navê Niştiman hate vekirin. Damezrêner û birêveberê Dibistana Niştiman birêz (Pêştiwan Seyid Reûf) e. Du mamosteyên xwebexş, xatûn Kwîstan Hacî Fayeq bi zaravayê Soranî û birêz Husên Taha Hirorî bi zaravayê Kurmancî, wê zarokan fêrî xwendin û nivîsandinê bikin. Wane bi Alfabeya tîpên aramî wê bên dan. Dibistan di destpêkê de tenê bi yek polê wê dest bi kar bike.
Em wek Komeleya Kurdî-Elmanî li bajarê Schleswig (Kurdisch-Deutscher VereinSchleswig-Flensburg e.V.) destxweşî û piştgiriya xwe ji bo evî karê pîroz diyar dikin û bi evê ragehandinê daxwaz ji xelkê me yê Kurd li bajarê Kiel û derdora wê dikin ko zarokên xwe ji bo evê Dibistanê bişînin û xwedî li parastina zimanê Kurdî derbikevin.

Komeleya Kurdî-Elmanî
Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.