Tehil û Şêrîn3 û xeleka Mala me

Idrîs Hiso
Zincîrediramaya Tehil û Şêrîn werzê 3 li ser ekranê telvizyona WAR tê nimayişkirin, wekî carên berê, ev zincîredirama di her xelekekê de behsa mijarekê ji mijarên civaka Kurdistanî dike.
Dibe ku ev yekemîn pirojeye wisa maweyê 3 salan berdewam dike û bi hunereke ciwan pirsgirêk û kêşeyên civakî tîne ber çavên bîner û roniyê tîne ser wan bi mebesta zêdekirina asta hoşyarî û zanînê di nav civakê de, û piştre guhertina riftarên nebaş û başkirina rewşa civatê û çûna ber bi pêşve, an jî agahdarîkirina berpirs û aliyên pêwendîdar ji hin metirsiyên rijd li ser civak û welatê me, ji bo wilo jî helbet her aliyê beşdar di vê pirojeyê de hêjayî spasiyê ne.

 

Di xeleka 17ê de bi sernavê Mala Me, behsa mirovekî dike mala wî mezin e, lê kevin e, biryarê dide ku hemî jiyana xwe ya mayî di vî xanî de derbas bike, xanî gelek ode têde hene, herwisa li ber malê bexçeyekî mezin heye, jina wî dibêje; bila em xaniyekî nû bikirin û ji vî xaniyê kevin derkevin, lê ew ji jina xwe re dibêje; tu buhayê vî xaniyê ku ji serdema bav û bavpîran hatiye avakirin nizanî, lewma qet behsa firotina wî neke…
Ew jî diçe û tê dibêje xanî her ê me ye… yekem cîranê wî tê odeyekê kirê dike, piştre xwediyê dikanê jê re dibêje; nebaş e mirov xaniyê xwe ku têde dijî bide kirêçiyan, lê ew her wek xwe dike, piştre mirovekî din jî tê û odeyekê kirê dike, zarokên xwe tînin nav xanî û dibe qerebalix û gelemşe, Sêrwan jî ku xwediyê malê ye dibêje; xanî her ê me ye … tevî ku êdî nema kare bihna xwe di nav xaniyê xwe de vede…!!
Dema xwediyê dikanê dibîne ku Sêrwan odeyên xwe dide biyaniyan bikirê, jê re dibêje; cîran ma çima tu odeyekê nade min jî ez dê wê bikim enbar jibo kelûpelên dikana xwe, ew jî bi bihaneya ku dixwaze qezencê ji perê kirê bike, odeyekê dide xwediyê dikanê jî.
Piştî demekê bexçe jî bi kirê dide, piştre kirêçî daxwazê jê dikin ku xanî bo wan nûjen bike, ji ber bane wî kevin e û di werzê Zivistanê de dê dilopan bike, lê ji ber pereyên wî nînin, ew pera ji kirêçiyan distîne û pê xanî çak dike, û wisa dibe deyndarê kirêçiyan û di konekî de di nav bexçe de rûdinê, lê her dilê xwe bi gotina “her Xanî xaniyê me ye.” Xweş dike!…
Ev xelek behsa rewşa welatê me dike ku (mala me ye) , bitaybet mirov dikare vî tiştî li navenda bajarên mezin li Herêma Kurdistanê bibîne, herwisa heman tişt li seranserî Kurdistanê têdîtin, lê bila em bêjin ev xelek behsa Herêma Kurdistanê dike, û em gotara xwe arasteyî vî beşî bikin çimkî ev beş, ango para herî mezin ji vî beşî(Başûrê Kurdistanê) di bin desthilatdariya hikûmeteke kurdistanî de ye…û em dê bajarê Hewlêrê wek nimûne bibin. Biyanî li nava Hewlêrê û li cihê herî xweş dijîn, bazirganî û karê xwe dikin, weberhênanê dikin, çanda xwe li nav Hewlêrê de belav dikin bêyî ku ti siyaseteke niştimanî zelal hebe taybetmendiya vî bajarî biparêze, êdî mirov hêdî hest bi wê yekê dike ku Kurdistanî û bitaybet Kurd li vî bajarî biyanî ne.
Goranîbêj Ereb in, xwaringeh Erebî, Tirkî, Farsî û Ewropî ne û xwaringehên Kurdî ango Kurdistanî hema mirov nabîne, navên mêvanxaneyan, navên gorepanan, navên gundên geştiyarî û niştecîbûnê Italî, Amrîkî, Kûrî û Ispanî ne, û navên xwaringehan hemû navên bêgane ne.
Mirov biçe nav markêtekê, nav xwaringehekê an nav molekê yan jî bêhtirên wan, heger tu bi tenê bi Kurdî bizanibî, karê te bi serî nabe divê tu zimanê biyaniyan jî zanibîm tu dibêjî belkî ew xwediyê male ne û tu biyanî yî…!?
Ev çend nimûne ne û gelek ên din jî hene, û em jî dilê xwe bi gotina ev welat welatê me ye û dê bimîne yê me xweş dikin!
Ez ne rexnevanê hunerî me, lê bi tenê bînerekim, û bi min wek bînerekî ev xeleka Tehil û Şêrîn zengilê metirsiyê lêdide, û ji me re dibêje erê xanî yê me ye, lê cihê me têde nemaye, û heger wisa berdewam bike em dê ji destbidin û rojek dê bê em dê li wî xaniyê bibin biyanî.
Hewlêr 14.04.2023z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…

Burhan Hesso

Du Baskên min in,

Tu î
û
Helbest …
Berê, ez xewna Tîrkekî bûn
Di malzaroka Kevan de
Kevloşkî,
Xûz,
Çimandî,
Kewş…
Xwe dispart, tîbûna Kerwankî lal !
Ba,
Mîna Silava Peyxamberan
Xav ,
Dibişivîn Hinarên, hinartî xwelya şikestinan
Xav , dibuhurî bixêrîkên pirsan
Têperên Regezan, Qalûnên Qitranê dikşandin ,
Sehên Barîk
Ji Mitêlên Ûcaxan desmêj digirtin
Kendavên hilmirastî, Kindir dadihijtin dûmahiya Henasên min
Li ser pîkoliya min
Qirix diçû Ava
Serek…

Rêber Hebûn

Di roja 11ê Tîrmeha 2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li Düsseldorfê êvarek awazê ya bi navê “Şevbêrkeka Hunerî” li dar xist.
Ev çalakî bi dengbêjî û awaza kurdî ya hunermend zanyar: Hisên Bilal hat xemilandin

Rêvebirina civînê ji aliyê nivîskar Rêbar Habûn ve , rêvebirê Destpêşxeriya Kombûna Zanyarên Azad,…

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…