Gelo ev kesayetiya navdar kî ye?
Emîd Seydo kurê Sulêman kurê Seydê Dîkê ye. Ew ji gundê Qêsim ji herêma Çiyayê Kurmênce. Seydo roja 15-ê meha nîsanê sala 1938-an li gundê Qêsim ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundekî din xwendiye; ew du demjimêran (saetan) bi peyatî diçû heya ku digihîşt xwendegehê. Di pey ra dibistana navîn û ya bilind li bajarê Helebê, li dibistana „Kuliya Islamî“ qedand. Seydoyê ciwan dema ku diçe leşkeriya sûrî dikeve beşê polîsê sîvîl. Radeya wî di beşê polîsiyê da bilind dibe û wisa her carê stêrkek li ser milên wî zêde dibe. Di pey ra, ew di sala 1960-î da diçe li Misirê kuliyeya polîsiyê diqedîne û radeya wî dîsa bilind dibe heya ku digihîne radeya AMÎD (nisir û sê stêrk).
Roja 24.02.2023 kesayetiyeka navdar ya Çiyayê Kurmenc – herêma Efrîn xatir ji me xwast û çû ber dilovaniya Xweda. Rehma Xweda hezar carî lê be, cihê wî bihuşta bala be.
diqedîne. Ew demekê li bajarê Laziqiyê karê xwe dike û demeka kurt jî li herêma Horanê dibe gerînendeyê (midûrê) bajarokê Al Sanameyn. Di pey ra dîsa vedigere bajarê Şamê û demeka dirêj dibe serokê polîsên paytextê Sûriyayê.
Min ji devê gelek serbazên (eskerên) Kurd bihîstiye ku gava alîkariyek gerekê wan bûya, yan jî arîşeyek (pirsgirêkek) wan hebûya diçûn ba Seydoyê payebilind. Seydo didît ku zimanê wan yê erebî hinekê şikestiye; hîngê ji wan ra digot: Bi min ra bi kurdî deng bike, mêr be û metirse. Dema ku serbazên Kurd ev helwest didîtin, gelek kêfxweş dibûn. Ev helwesta wî gelek naskiriye.
Ji bona vê helwesta wî dibêjim: SILAV LI GIYANÊ PARÊZKARÊ PEYVA KURDÎ!
Min ev efser û serhengê payebilind ji nêz va jî naskir. Ez sala 1996-an li bajarê Şamê li mala wî bûm mêvan. Erdekî xwe li dervayî Şamê hebû û ew tevda kiribû rez. Di nav erdê xwe da malek jî avakiribû û hevzoyekî avê jî li pêşiya malê hebû. Li mala vî egîdî tenê bi zimanê kurdî dihate axaftin. Hem wî, hem kebaniya wî û hem jî kurên wî her bi kurdî diaxivîn. Ew li Almaniyayê jî du caran bû mêvanê min. Carekê li gel kebaniya xwe û kurê xwe Dr. Asaad û carekê jî li gel herdu kurên xwe Dr. Asaad û Dr. Selah. Herdem jî axaftina me bi kurdî bû.
Seydoyê leheng ji çand û folklora kurdî gelek hezdikir. Ji min ra digot: Mustefa! Divêt tu ji min ra destana Memê Alan bêjî. Bi rastî jî min soz dabû wî – heger me careka din hevdû dît – ezê jêra hin beşan ji destana Memê Alan bêjim. Min xwe wisa amadekiribû ku ezê jêra strana Seyîdxan – strana Berxê Mala Ûsibê Seydo – Seyîdxanê Keřê jî bêjim. Lê mixabin felekê rê neda û ew derfet bi dest min neket.
Seydoyê leheng heyanî bi oza hestiyan mirovekî kurdperwer bû. Serdariya sûrî pir caran jêra gotin ku tu bibî endamê Partiya Baas, emê radeya (rutbeya) te bilindtir bikin. Lê Seydo ev yek nepejirand û nebû endamê vê partiyê. Ji bona vê helwesta wî, Kurd bi Seydoyê leheng gelek serfiraz û serbilindin.
Ji bona vê helwesta wî jî dîsa dibêjim:
SILAV LI GIYANÊ PAYEDARÊ KURD!
SILAV Û GIRAM LI VÎNA TE BÎ!
Ku tu li ser kurdîtiya xwe mayî û te navê Seydoyê Kal nelewitand.
Seydoyê mêrxwaz carekê serpêhatiyeka xwe ji min ra got: „Dem dema serdariya Emîn Hafêz bû. Ez di cîvîna Erkana Leşkeriya Sûrî da bûm. Hemû efser û serhengên serdariya sûrî di hundirê salonê da civiyabûn. Telefonek hat û ji min ra gotin: Ev telîfon ji te ra ye. Ez çûm ser telefonê, min dît ku xwesîya mine (dayîka kebaniya mine). Xwesiya min tenê bi kurmancî dizane, ji lew ra ez bi kurmancî pêra axivîm. Hemû beşdarên salonê jî dengê min dibihîsin. Piraniya wan matmayî man. Helbete, Serok Emîn Hafêz ku berê li Çiyayê Kurmênc, li gundê Behdînan mamostetî kiribû, zimanê kurdî pir bihîstibû. Lê ji bo piraniya kesên din belkî cara yekem bû bihîstin, ku beşek ji gelha Sûriyayê bi zimanekî din, ji bilê zimanê erebî, diaxive.
Seydoyê leheng dîsa digot: Gava Ereb tên pêrgîna min, ew teve solan derbasdibin hundir. Lê dema kurdên me tên pêrgîna min, ew bi tore û perwa ne, ew solên xwe li derva dadînin û derbas koşka min dibin. Êdî ezê çawa ji vî miletî heznekim!?
WEY TU HER HEBÎ!
TU YÊ HERDEM DI BÎREWERIYA ME DA BÎ!
REHMA XWEDÊ LI GIYANÊ TE BÎ!
Gelo ev helwesta kurdperwerî li ba Seydo ji kû hatiye? Ka em hinekê li rahên vê pirsê bikolin.
Seydo kurê Sulêman kurê Seydê Dîkê ye. Wek ku me bihîstiye pênc kurên Seydü Dîkê hebûn: Hesen, Erif, Reşîd, Hebeş û Sulêman. Ji ber ku Sulêman yê herî biçûke – li gor adet û xweriskên me kurdan – ew di xaniyê Seydoyê gal da dimîne. Yên Sulêmên jî heft kurên xwe hene: Seydo (Emîd Diko), Doxan, Tayîr, Faroq, Ehmed, Betal û Cehfer. Tiştê balkêş ewe ku kesên ji vê malbatê bi wêrekî û cegerdariya xwe nasdarin. Di nava gel da li herêma Çiyayê Kurmênc gelek axaftinên erênî li ser vê malbatê hene. Hinek ji van axaftinan evin:
1. Dibêjin, dema ku Fransî hatin û Sûriya dagîrkirin, yên here pêşîn Kurd li dijî wan rawestiyan. Di dîroka Komara Sûriyayê da hatiye nivîsîn ku Mihoyê Îbşaşê (kurdê Çiyayê Kurmênc) berika pêşîn li dijî Fransiyan teqandiye. Li aliyên din yên Çiyayê Kurmênc malbatên wek malbata Rûtê, malbata Îmir û her wisa jî Seydoyê Dîkê bi çekdarên xwe va li dijî Fransiyan şerkirine. Êca di nava gel da tê gotin, ku peyayên Seydo rojekê serbazekî fransî dîl girtine û ew anîne ba wî. Seydo jêra gotiye: Lawo! Hûn li welatê me li çi digerin? Hûn ji kûva hatine wêda bicehnimin herin! Peyayên wî ji wî ra gotine: Axa! Ev Fransî ye, ev bi kurdî nizane. Seydo rabûye gotiye: Çi? Ev kes bi qaserî kerekî bûye û hên jî bi kurdî nizane! De wî bibin dera han, mîna kurîbeşkan, berikekî li eniya bidin, bila here; ew hatiye welatê me, divêt ew bi kurdî deng bike.
2. Dibêjin ku carekê di nava vê malbatê bi xwe da şerek peyda dibe û di encamê da ji tivinga Erif berikek li jineka ji malbatê dikeve û dimire. Helbet, Erif gelek li ber xwe dikeve, lê carekê qezayek bû û bû. Ew ji mal derdikeve û diçe nav dar û rezan. Gerînendeyê (midûrê) bajarokê Bilbilê vê nûçeyê dibihîse û tê gundê Qêsim li Erif dipirse; lê Erif ne li male. Ew dibêje: Gava Erif hat mal, bila were ba min. Gava Erif vedigere mal, tikes newêre ji Erif ra bêje, ku gerînendeyê Bilbilê hatiye pey te û divêt tu herî ba wî. Axir çawa dikin ku çareyekê bibînin, radibin kesekî ku jîyê wî (umrê wî) bêhtirî 60 salî ye peyda dikin ku ew kes ji Erif ra bêje. Gava ew kes ji Erif ra dibêje ku gerînendeyê Bilbilê hatiye pey te û divêt tu herî ba wî, Erif bersiva wî bi vî awayî dide: Ev karê nav malbata me ye, em digirin hevdu û emê li hevdû jî bên. Karê gerînendeyê Bilbilê ewe ku dema kesek ji dayîk bû, bila navê wî/wê qeyd bike û dema kesek mir, bila navê wî/wê resît bike; eve karê wî. Di pey ra Seydoyê kal gelek mede û lomeyan li Erif digire. Erifê payedar vê yekê gotir (tehemul) nake û radibe bi tivinga xwe xwe dikuje; û wisa bi rastî jî vê arîşeyê (pirsgirêkê) di nava malbatê da çareser dike.
3. Lê li herêma Çiyayê Kurmênc ev malbat bûne malmezinên êla Amkan. Ew demekê li gundê Dîkê mane û demkê jî li Baziyan bûn. Di wê demê da mirovekî Turkuman zordarî li êla Amkan dikir. Rêberekî ji vê malbatê êriş bire ser wî û ew bi darê zorê ji herêmê bidûr xist.
Û axaftinên wisa gelek li ser vê malbatê hene. Ka em bipirsin: Gelo ev axaftinên wisa ji kû peyda dibin?
Ka em hinekê li kok û binyata vê malbatê bipirsin. Ev malbat malmezinên êla Amka ne. Gava tu ji endamên vê malbatê bipirsî, ev navê „Dîkê“ ji kû hatiye? Ew dibêjin ku ji peyva „Dîk“ hatiye. Tê gotin ku koka vê malbatê ji herêma Serhedê, ji herêma Beyazîdê hatine. Bi rastî Emîd Seydo jî ji min ra got ku koka wan ji Beyazîdê ye. Wî jî got ku navê malbatê ji peyva „Dîk“ hatiye. Lê belê, bi baweriya min maneyeka din pêkane (mimkine). Di nav me kurdan da – ji bilî navên kesan – hinde nav bi leẍem tên gotin. Wek nimûne: Mala Kalê, Mala Kalo, mala Çolêq, mala Heciyê Kemişî, Mihoyê Ibşaşê, mala Qentaro, malbata Qerehesen û hwd. Ev navên wek „Kalê, Kalo, Çolaq, Kemişî, Ibşaş, Qentaro, Xoce, Şûrtazî û hwd.“ ev nav bi leẍem peyda bûne û kesên ji derva – ji ber sedemekê – ev nav avêtine ser wan. Ev navê „Mala Dîkê“ jî kesên din bi leẍem ji wan ra gotine.
Ka em hinekê di warê ziman da li gotina „Dîkê“ bikolin. Ji bilî peyva „Dîk“, peyva „dîke“ di zimanê me da heye. Peva „dîke“ sê maneyên xwe, yên nêzî hev hene.
a. Gava kesek cot diajo, yan dîke (kûr) diajo, yan jî suwe (hema di ser ra) diajo. Li vir „dîke“ maneya „kûr“ dide.
b. Gava em di kaşekî ra hilkişin, ew kaş yan dîke ye, yan jî ne pir dîke ye.
c. Gava kesek cegerdar be û ne tirsonek be, em dibêjin: Ew mirovekî dîke ye. Li vir peyva dike tê maneya „cegerdar, wêrek, ne tirsonek“.
Gelek pêkane (mimkine) ku di destpêkê da ji vê malbatê ra „Mala Dîke“ gotibin. Lê belê, di ziman da bi gelemperî peyva duwem tê tewandin û wisa „Mala Dîke“ dikare bibe „Mala Dîkê“.
De here, de here
Lehengê me yî Kurdawo de here
Dagîrkirina Çiyayê Kurmênc
Axa Efrîna rengîn ne bes bû
Ev malmîrata erdhejê jî hat di ser re
Axa warê zeytûnan, warê rezan û fêkiyan
Bi zêr û zêbere
Pîroz û giranbiha ye
Almase û zêrê zere
Îro di bin zora dagîrkeran da dilerize
Cîhan li dor me kor û keře
Te li binaniya gundê Qêsim
Li bin darên merxan serê xwe danî
Seranserê xelkê Çiyayê Kurmenc
Xemgînin di pey te re