Serpêhatiyek:

Hesen Xalid

 

Di Newroza sala1994 an de, heger hiş min nexapîne, xweş tê bîra min, ez şagirtê dibistana çaksaziyê bûm ya li bajarê “Dêrika hemko”, roja berî cejna Newrozê (Roja gurkirna Agrê Newrozê) min berê xwe da gund, wekî her sal gundiyan hûr û gir jin û mêr xetîra Agirê Newrozê pêdixistin, xetîre “Agir” ji çend dolaban pêk dihat, ku berî vê dîrokê bi mehekê ya jê bihtir amade jêre dihate kirin çi diziya dolabekî ya jê dîtin ya jê xwestin ji xwediyê alavên çûn û hatinê, pêxistina agir li du deveran dihate gurkirin, her du dever li baniya gund digerin di navbera wan de 400 ta 500 mitir hebûn bi al û wêneyên her du serokan “Barzanî – Ocelan” û bi silogan û sitranên cuda ahinga êvara berî Newrozê bi rêve diçû …

 

Tim çavê gundiyan li rê bû da asayîşa komara sûrî newe û wê dilxweşiyê ji me ne dize ya ku ji salê tenê carekê em çav li rêbenda wê ne!
Dema gundî vegeriyan malên xwe hinek gênc û law diman da  şûn mayên agir vemirînin asîman zelal bûn çavên gundiyanan li siberojê di ma !!
Demeke dereng ji şevê barîna zor a baranê hêviyên gelekan ji gundiyan tunekirin bo çûna Newrozê li G.helêq ya jê G.kêşikê ..
Gundî ya jê bi alavên xwe diçûn ya jê bi tirêleya gundiyekî diçûn girîngî ji mirov û destê xwediyê alava çûnê re bûn û heger rê ma hingî yê din lê siwar dihatin û bi kêf û ken û tilîliyan riya xwe di qelaştin û ber bi navenda newrozê ve di çûn?!!
Ez jî wekî gêncekî kelgerim min biryar da ku herim navenda ahingê li gundê kêşikê ji ber qelaçê wê ferehtire ji navenda li gundê helêq piştî partiyên kurdî bi lez daxuyaniyek belav kirin têde ji welatiyan û layingerê xwe xwestin ku neçin Newrozê…
lê wekî gelek caran gelek pabendî daxwaza wan nebûn û roja 21ê avdarê berê xwe dane navenda Newrozê…
Lê ji ber ku alava çûnê nebû wê rojê ji barîna zor a baranê !!
min jî bê taştê berê xwe da riya g.kêşkê ji gundê (kanî kerkê -Eloanka ezêm – Şêxbirahîm – Helêq – kêşik) û ji ber lehiya baranê heciyê astengî ji çûna min re çêdikirin bi rêde sola min “şekal ” qetiya û ez mame pêxwas û şûv û firaze li paş xwe dihiştin ta ez gihame riya g.kêşkê – xerbeblika û kesê G.xerbeblik di wê kêlîkê de di pêşiya min ve derketin û ez hilgirtim û bi wan re çûm navenda newrozê bi tirêleyeke çar dolab , dem ji nîvro derbas bûbû…
Ji ber ez pêxwasmam min şerim dikir ku ez xwe berdim nav ahingê ji ber dost heval û mamosteyên min jî hatibûne wir lê xweda dilovan birayê minê (Şêrgo) ji min biçûk tire şiyand ew jî bi tirêleyeke gundekî din re hatibû ji ber gelek gund di riya me re diçûn navenda newrozê!!
Ew tevî dostekî wî dema rewşa min dîtin birayê min  şekala “sola” xwe da min piştî çend hewil danan her min digot na…
Dema ez çûm berû navendê û sitran û  şanoyan min gelek dost û heval û du ji mamosteyên xwe dîtin ez di ber xwe de dikeniyam…
Rojeke ji rojên di mejiyê min de hatiye kolan…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….