Helbest u pexşan

Xewn

Mazin Şindî 
viyan66@yahoo.com   

Li  ser laş giranbû serî
Windabû li ber çava derî
Ketim xeweka pir giran
Mi dît xewnek reş û tarî
Mirov li mirov nabê xwedî
Dayik li ser zarokê na girî

Zarok bê deng û bê girî
Kal razay û kopal li ser serî
Ez berketim gi tev mirî
Lê bihna sêva li her cihî
Min bakir xwedê ti li kû derî
Ti nabînê mirovê bê xwedî

Û nîşkêva ji xew rabûm
Li ser tilîliyê dayika min
Gur mîna rovî hat girtin
Bin destê mirova dadkirin
Felek çerxa eger win nizanibin
Rojek xweşe û rojek  mirin
Tarî girana li ser singa min
Tarî ez kuştim bê kuştin
Ez nema karim vexum
Tasa tarî
Ji bo nebînim xewnên tarî.

  
   6/11/2006  

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…