Ey Felek

Bavê Zozanê

Bi rastî dema navê hunermendê bala Mihemed Şêxo tê gotobêjkirin yek ser deşt û  çiyayê Kurdistanê tê ber çavê me, yan jî – ey felek bo te dinalim bo çi nêrgiz çilmisîn – dikeve guhê me

Bêguman merov tar û mar di be di bin wî barê kul û xemên ku Mihemed Şêxo çil salî bi xwîn û rondikê xwe av didan  wisa bi bihna wan şêniyan wan kulan wan xeman awazên xwe di hûna û dirêst ,bihna kezeba wî tevlî endekoyên kurdistanê dibû loma me serxweş dike di wê kelaha xwede..

 

Mihemed Şêxo deryake bê binîye her kes nikare tê de melevaniyê bike wisa jî merov nizane  ji kude dest pê bike yan jî li kû de raweste..

Jiyana wî mîna ava mezin tev kêferat bû
Serê xwe qet ji dijmin re ne diçimand,
Mihemed Şêxo xwedanê helwesteke bê hampa bû ,xwe û zarokên xwe terxanî welatê xwe kiribûn,loma jiyana xwe tev li penaberiyê qedand ta ku gihişte Mehabad ê kaniya xwîna şehîdan li rojhilatê kurdistanê.
Carekê ji hevjîna wî pirsên ma Mihemed Şêxo gelek êşkenca ,girtin û zindan dîtine,diya Felek got:Mihemed Şêxo di jiyana xwede pêvî girtin û lêdan ê rastî tiştinî mestir ji van  hatiye…

Dikarim bêjim kû Mihemed Şêxo Pêşmergê strana kurdî bû wisa jî melhema birîna netewiyetê bû ,guhdarvanên wî ,xwe û herçar parçê Kurdistanê di stranê wî de didîtin,bihna nexweşan di anî  ber wan ,hêviyên kalan xweş û bihêztir dikir.

Gotinên stranên wî neqandî bûn  lê ewî bi deng û awazên xwe ew gotin û helbest bi şewq û rehnî tir dikirn.

wek hatiye gotin yê mezin û çak zû ji vê cihanê bardike dêmek M.Ş mezin û çak û bê hampa bû…
Mezin jiya ,mir mezintir bû,
Naxwazim dirêj kim M.Ş afsan bû,jiyana wî afsan bû, zewaca wî afsan bû stranên wî afsan bûn.

Di dawiyê de sersaxiyê wisa jî  parastin û serkeftinê bo zarok û hevjîn û malbata nemir Mihemed Şêxoez ddixwazin,her wiha ez hêvî dikin ji yezdanê dilovan ku gora nemir M.Ş bike parçek ji buhişta xweya rengîn.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…