Ma em li pêş sawêrbûna civakê ne, ma em dikarin bêjin ku civak ew sawêreke di hişên me de, ma hebûnek jêre heye?!
Em nîşanên takekesî bi gelek tiştan ve dibînin , li pêş me biservediçin, mirov li dijî wan derdikeve, tevî ku me civakê mîna hêzekê bi rêya mirovê takekes dîtibû, qet çênabe em wê bi pergalê takekesên cudatemen û alî bibînin, di nav girtinheviyên ku dizên û ranawestin de, ji ber vê em wan deziyên tevderabasbûyî û di jiyanê de ne li hev dibînin, yê ku di çarçoveyê bîrdoziyeke sînordar de naye qalibkirin, ji ber ku dikeve di perwaza belavkirina gotinan û veşartina niyazan de, ji ber ku armanca girtinheviyan û binema civakê li ser ramana zeftkirin û serdestbûnê hatiye damezrandin, yê desthilata serwer ji bo dûrxistina berbozan pêktîne,
Û em guhertina henas mîna derbirînekî ji guhertina jiyan û derdên wê bin siha civakên têkçûyî dibînin, yên ku derdên sitemkarî û gendeliyê bi heman demê dikşînin, û dibe ku peywendî di navbera qatekî barketî de û a din ku di biniyê de dijî hebe, û ew qatê binî tenê xweşiya gewdehî dide ji bo êşa heyî bê jibîrkirin, naye hişbirkirin lê li ser banî diyar dibe ta bi êşa derve re bibe yek, ji ber vê em ne diyarbûna di axaftinê de dibînin, girî pêşî û pişt re xwestin, û di nav wan de cîhanekî ji laşên livok e, çendîn tirs ji jiyanê me re dibû metirsî, hemî şîmanên hebûna me êrîş dike û wana dihêle ku rastî talanî û nemanê bin, herwiha windabûna nasnameyan, nûnertiya metirsiya bêhtir girs dike li cem gelên yên ku fêrî pişaftin, qirkirin û serkotkirinê bi derbasbûna rewşên wêna yê dîrokî û guhertinên wê yên civakî bûne, herwiha radestbûna ji tirsê re û bawerî bi berzbûna wê di jiyana mirov de ew cûreyekî nerm e ji bobelatê mirovî û hevgariyê re yê ku mirov tenê wê dijî di çarova gerdûnekî virmor û şaxdayî de, ji ber destkeftiya mirovê zanyar naye nemankirin, tirs nûnertiya ketina a ku rastî wê tê di çi karî de dike û dibe tirs di xwe de hestbûna bi tirsê rabike, û herwiha mirov dihêvoje ku gelek şiyar be ta asta bêcergiyê, û bêcergî di vir de di nirxê xwe de orispîtî û binketinê hembêz dike bi qasî jîndar û nirxên wan di jiyana takekes de, û tiştê ku komên mirovî dehf dide ji bo parçe û herifî bibin ew alava tirsê ye yê ku çi xebat an raperînê dihêle berve wêraniyê biçe , bi encamê têkiliyên têkçûyî di navbera mirovê Kurdistanî û narvîna wî durist dibin û ev yeka bi çaxê parçekirinê ve yê ku di sala 1916 de saz bû girêdayî ye.
Dibe pahatina Saykis Bîko 1 ji hizrên Kurdan ve neçûbe, ji ber bi rêya wê peymanê Kurdistan hatibû parçekirin, ji bo yekbûn ti carî çênebe, li gel wê şehnazî bi taybetmendî, erd û zimên bîngeha tevgera şaristanî ji her gellekî re bi derbasbûna dîrokê , ji ber vê em şer dibînin ku li hember çi sawa tirs û mirinê herdû ye , ji ber vê yekê serkeftin li ser sawê bîraweriyeke har xuyanî dike, pizbûna çêkerên mirinê nikarin li hember wê bi alavên xwe yên bi nav û deng di dîrokê de rawestin, ligel hunerên azarkirin û binçavkirina wan, û rikberiya mezintirîn ji bijardeya zanyarî a ronakbîrî di bergiriya li hember reşbînî û koçberiyê de ye, û ev ji koletî û serdesbûna cemaweran pêktê, û bandorkirina li ser awayê ramandin û çêja wan, û tiştê diyar ku berhemên desthilata serkotker û xapandina wê ji cemawer re ew serkeftina mirinê li ser jiyanê ye, herwiha radestbûna ji mirinê re, ji ber ku zindanvan û zîndanî herdû ditirsin, û di rewşeke ji bêbawerî û nefretbûna berdêl ve hevbeş dibin, ji ber vê em serkeftina hişmendiya mirinê ya bi hişyarî rawestiyayî li hember xwestek û xweziyên zanyaran ji bo armanckirina jiyana baştirîn dibînin, ev serkeftin rastiya xwe ji komek çavkurî û gelacî digre yên li aliya ezeziya reş disekinin ji bo talankirina hişmendî û erdnîgariyê û herwiha wêrankirina giyanê hatinrêzê ji erdê re, jibilî bobelatên yên ku ji gemarbûna cîgehê dertên û reşepêşkirina yê ku di naveroka heyîn û jîndar de ye, lêbelê em mirinê dibînin ji derveyî ku ew xwestek û bangeke desthilatî ye ji serdestbûn û qirkirinê wateyekî felsefî ye di çarçoveya peywendiya mirov bi nediyarbûnê re , ji ber ku mirov ji tiştên ku jê hinir ,vîn û jîndariyê distîne ditirse, ji ber vê em mirin û tirsê dîbînin ku bi mirov ve gelekî qemitî ne.
————
1- Hevpeyvînên destpêkê çêbûn û ji encamê ve di navbera 23.11.1915 û 03.01.1916 de, û ev dîrok a ku duplomatîkê Ferensî Firansiwa Curc Bîko û a Birîtanî Mark Saykis li ser belgeyên bîraweriyên lihevkirinê di navbera şaryariyên derveyê Ferensa, Birîtaniya û Rosiyayê şahînşahî di wê demê de imzekiribûn û desthilatên wan dewletan li ser vê hevpeymanê di 9 û 16.05 de qayîlbûn.
û dema tirs aliyên jiyanê kontirol dike ,ji mirov vîna tevger û hebûnê dikşîne, û ev reweştê desthilatdaran e ji hunerkariya wan bi şêweyên weşandina wan ji sawkirinê , bi derbaskirina tirsê mirin û hestbûna wî di kêliyên jiyanê de, li gel wê berxwedanî tê derbirînkirin ji ber ew nevêtîbûneke ji reftarên desthilatdaran e ji pêşesazîkirin mirinê re, û dibe ew nûnertiya tek ji xwestekên wêje, huner û raman re ji ber ew hersê li dijî nezanî, koletî û serdestbûnê ne .
Bi rehnîkirina me li ser cotbûna tirs û mirinê bi rêya rexinekirina me ji desthilata serkotker re , em dikarin bizanibin bihaneyên bîrdozkirina wê ji bo bikaranîna cemaweran û guhertina wan ta bibin alavên bişanhildankirina desthilatê û veşartina niyazên wêna, herwiha dema wana xewkirin didin bi rêya gurkirina xewinên wan û lîstina bi hestên wan bi binyadkirina tirs û mirinê û dema cemawer ji erkên xwe yên sirûştî ve di rexinekirina desthilatê derdikeve, û tenê pesinê desthilatê dide û ev yeka yekem erke ku desthilat ji yên ji berê wê bişkivî bi cîanî û bi wê yekê biserketibû, ligel wê mirin ji têgehê xwe yê kevinşopî hatibû veguhêztin , ne tenê ew mirina kesekî ye , lê ew mirina ku ez behsa wê dikim diyardeyeke bi temara xelkê ve bêhtir girêdayî ye, dizîkirina xewinên wê û xwestekên wê ji xweşiyê re û pêkanîna cîhaneke baştir û civakeke zanyar, berhinde hevpeymana Saykis Bîko bandorekî xwe yê neyînî hebû li ser gelê Kurdistanê, ji ber ku ew zemîneke baş durist kiribû ji desthilatên yên di ferhengê wan de tenê ceng, jinavbirina kokê û pêkanîna qirkirinan , herwiha bikaranîna mirin û tirsê mîna du destik ji binyadkirina hebûna wê li ser berjewendiya wêrankirina civakê û belavkirina takekesên wê û tunekirina wan.
Şopa hevpeymanên navdewletî yên ku ji encamê dema herdû cengên cîhanî derketibûn heta radeyekî mezin cengên navxweyî yên ku civakên rojhilata navîn wêna dijîn durist kiribûn, ji ber vê dûbarekirina amadekirina civakan ji hewayên bêhtir bîrawerî û ronakbîrî dem û çaxekî dûr jêre divê ji bo dûbare amadekirina peywendiyan û geşepêdana wê bi awayên rast, lê ev yeka qet çênabe ji ber binyadkirina bermayê reftarên desthilatê di çêja cemawer û bîraweriya wanî gîştî de ne, ji ber vê yekê tirs û mirin di wê hişmendiyê de zabûn, û herdû bedtirîn in di warê jiyana hevbeş de ,yê bîngeha xwe çanda lêborîn, cudabûn û pejirandina din e , berhinde tirs nîşan e ji metirsiyên sibê re û qet mirov nikare xwe jê dûrbixe eger dereng be demê derbaskirina an rêgiriya wê berî ku ji nişkê ve gur bibe û wêranî bike, berhinde vîna mirov li pêş awanteya yê ku bê ta rewşa zorengê bêhtir bi nîşan bike ji bo têgihiştina cenga ya ku bedewbûna hebûn û destkeftiyên mirovê zanyar armanc dike , zanyarê ê ku diafirîne û berhem dide li pêş hewildanên yên warên jiyanê bi rêya cengên xwe yên vala têkbiribûn.
Birçîbûna mirov û bêpariya wî mîna kelemekî radiweste ta negihe biserîkirinê, birçîbûna rojhilatî ji ewlehî û ji laş re, herwiha birçîbûna xwe ji evînê re,ev hemî wî kirin cihê mirovê har yê ku li tiştên ku êş û bêpariya wî kedî dikin digere.
Ebîqor 1 zanînê bi rehetiya henas ve pesindan kir, de em biramin heta çi sînorî civakên me yên rojhilatnavînî pêwîstiya xwe bi vê cûreyê ji rehetbûnê ve heye.
Ev tirs bi hatina deman ve bûbû bîrdoziya mirinekê û têkbirina henasê takekes û koçberiya wî ji dema niha.
Firûyd dibîne ji serdesbûna mirovê sitemkar li ser mêyan bi rengekî zayendî hîştibû zarokên mêyan ew bavê zorkar bikujin, pişt re wî xwarin û dû re hest bi poşmaniyê bûn ji ber vê yekê û li ser xwe qedexe kirin mêyên komê yên bûn sedemeke bîngehîn ji kuştina bav re, ev Efsana dêwperestî qayîm bû di naveroka jiyanê de û di reftarên malê desthilatê de, bi awayekî rewşenbîrî û civakî civakan hîştibûn bi encamên zordarî û sedemên wê bandor bibin, ev mora sawêrkirî ji cureyê têkiliya civakê bi desthilata jorîn re destpêka megirtiyeke wekhev e, di wêje û huneran de xuya dibe,jibilî ku ew xugêr û serhevsarê zorengên desthilatê ne bi destdayîna li ser xelkê ,herwiha kiryarê wê yê ku pişt re gelek guhertin di cureyê ramandin ,şêwaz û hişmendiyê de saz kirin, ma em li tirsê meyzînin wekî zikmakiyekî sirûştî mîna ku em li serdestbûnê dinêrin?!, û bi vî awayî em vê zorenga wêranbûyî rewa dikin yê ku li aliyê dij ji afirandin û xweşiyê radiweste û kesên ku curebûna rewşenbîrî û hevjiyana aştiyane naxwazin ew kelemê qayîm in di rû guhertina civakî de, û ne xuyabûna xwestin û dilxwaziyê tê wateyê serkeftina desthilatê ye di pêkanîna hebûna wê de, ev tiştê ku ricîmên rojhilata navîn nîşan didanê , û ev yeka dihêle ku ew ricîm li şûna xwe bimîne bin siha nediyarbûna dilxwestina cemaweran di batîkirin û guhertinê wê de an çaksazîkirina wê, û tiştê ku li pêş xwestin û dilxwaziyê disekine ew tirs e di rengên xwe yên sar de yê mîna mirinê, berhinde zanyar Ebîqor dibêje: ( Dema em bêjin ku xweşî ew armanc e, mebesta me ji vê yekê ne xweşiya kesên cerisî û xweşiyên hestyarî ne ,wekî ku hinek kes yên bi nezanîbûnê navdar in guman dikin, an li dijî me di nerînê de ne,an tênaghin, lê mebesta me ji vê yekê rizgarkirina ji êşa ku di gewdehê de ye an têkçûna di hizir de.)
————–
1- Ebîqor : bîrnasekî Yonanî kevin e di navbera salên 270- 341 berî zayînê de jiyabû,dibistanekî felsefî damezrandibû bi navê wî hatibû naskirin bi ser navê : dibistana Ebîqorî.
Ji ber vê em qelşandinê dibînin ku hatibû vejînkirin û tiştê em dibînin ji koçkirina rojhilatiyan berve rojava ew berzbûna tirsekî rojavayî ji encamê vê koçberiyê , tirsekî rewa li ser çand û perwerdekirina Ewrûpî , ji çandeke têkçûyî tundirew jêre dibû nan û naverokeke sade , berhinde rewşekî ase û naye derbaskirin heye bi xuristiya ricîmên rojhilatî yên sitemkar berz dibe, tirs hîştibû bibe stona çi perwerdeyekî ku mirovê paşdeçûyî werdigre, û mirovê rojhilatnavînî tenê wek jîndarekî tirsandî di xewinê de dimîne, di birca xwe yê bilind û xenqoyî de dijî, ti bermayekî berçav nîne xwe pê bipêçe tenê demborînekî ji nêz ve nasnekirî ye li gor dîtineke rastî, û tirs tê naskirin bi rêya pîrozkirinê yê ku takekes ji dema zaroktiyê ve dorpêç dike, ji ber perwerdeyekî li ser girêdana bi demborînê û nirxên wê werdigre,bê nexwestina vê rastiya cîgirbûyî û dibe ku bi xwe re derd bîne, û pîrozbûn gemarî dibe naye hezkirin an jiyankirin,tevî vê yekê cureya ramana kerîtî û bernametiya dezgehî ji cemaweran re mêjiyên wan hîştbûn bêhtir bimête dewsa ku biramê û birêve bibe, ji ber ku çi ropartî dipejirînin eger ji ku derbikeve ji aliyê ku tê pîrozkirin û serwerîkirin, ji ber vê em wê qelşandinê rastîn dibînin ne tenê kulekî tê jinavbirin,û xuristiya bermayê rewşenbîrî li cem mirovê rojhilatnavînî li ser tirs û tundirewiyê qayîm e, û di vî warî de rikberî nikare li ser bermayekî neyînî cîgir biserbikeve li ser pêşwazkirina şîret, hîn û ramanan û parastina wê bê ku rehnî li ser naverok û encamên wê li ser jiyana nûjen deyne.
Ev tenahiya civakî ye bi sertirîn dîmenên xwe ve, û dibe ku bi takekes re li her deverî were gerandin, ji ber mirovê niştecî li cem civakên netewên azad di destpêka niştecîbûna xwe de girtinheviyeke kindar dijî di nav xwe de di navbera derdê dihû û taliya îro, û nikare bi jiyana xwe yî niha ve şad bibe,û herwiha penaberê rojhilatnavînî giyanê cîgehê xwe dijî li her derê ku têde niştecî dibe,û sedema wê tenahiyê ji henasê ku gelek derdan kişandî ye re vedigere ,û gelek bêhêvî bidûhevdû ve jiyankirî ye, û ew di warên nû de nikaribû derbasbikrayî, û bê guman ku diyardeya koçberîbûnê mîna revekê ye ji tirs û mirinê re di eynî demê de, ji ber vê yekê encamên xwe li ser welatê pêşwazkirî heye, û di xwe de lihevpirsînan li ser wan bijardeyên bazdayî hildigre, ma wê gelo têkel bibin û bibin sedemekî ji sedemên geşepêdana aborî û cûrebûnê re ,an wê bibin li ser wê barekî, û bê guman ku diyardeya koçberiyê kevin e, kevinê ceng û qirkirnên dîrokî, û bi rêya wê civak têne guhertin û çêdibin, bi demê re kesên niştecî dibin beşekî ji xelkê resen ve û dibin beşekî ji vê nasnameya guherbar ve li cihek ta cihekî din.
Bermayê olî çêja rojhilanavînî nixumandibû, û jiyana takekes bi gelek rêyan xistibû gefdanê, û roparta netewî ya serketî serdestbû li rex roparta comî bi rengê ricîmên fermandariyê, û welatan li tûnîleke tarî biribû.
Sirûştiya ricîma siyasî ya ewlehî civakan hîştibû jihevketî bin, tiştek bi wan li hevdû nacivîne tenê girêdana tirs û sawbûna ji binçavkirin an reşepêşkirinê, û ew peywendiya di navbera takekes û dema xwe yê niha bi dehên salan di navbera têkçûna deronî rikberiya ne li rê de hejiyabû, û bi lez ew rikberîbûn hatibû jinavbirin bi rêya lîstina pê û xistina wê di nav karên herêmî û navdewletî de, bi gelek rolan lîstibû di mayîna bijardeya gendelî û zorkariyê ta wekî xwe bimînin, tirs wisa dibû pêdiviyekî li ser milê takekes, ji ber ku di ola wî de hinek deq hene wî berve tirs û sawkirinê dehf dide û taku melleyên mizgeftan bên û pêvajoya stûxwarbûnê hêsantir bikin taku bibe tirsa ji fermandar ji tirsa ji xwedê, û wisa bi mirov û rûmeta wî tê lîstin û sivkayî bi mêjiyê wî tê kirin, di demê ku Rojava li ser lawir miqate dibe û nasnameyekî taybet ji bo wî tê dan, berhinde hinek gel hene hişmendiya dûrkarî û paşdemayînê derbas kirin li rex gelên koçber yên bi xwe re paşdemayîn û dûrkariyê radikin ji bo wêna jiyan bikin û ji zarokên xwe re veguhêzînin, û ev naveroka tirsa rojava ji koçberiyên yên ji deverên cengan li Efrîqiya , Rojhilata navîn û Efxanistanê tên, naxwe ji ber çi di reftarên desthilatiyên Erebî,Tirkî û Îranî de serxwebûna Kurdistanê an ricîma Fîdralî li ser yekbûna serweriya xwe metirsiyekê dibîne û dihêle were roxandin, di dema ku desthilatiya Birîtanî yê ku li çandan miqate dibe 250 milyon Cinê xerc dikir ji bo zimanekî mîna zimanê Gal newe jinavbirin 1, gelo ji çi ew tirs tê yê ku dihêle dever hemî di têkçûn û pepûkiyekê de be!?, bi encamê wê qirkirin û dûrkarî, ji ber vê yekê tirsa rojava li ser gelên xwe bîngeha jiyan û gulbûna wê ye lê tirsa ya li rojhilata navîn zengila bavlîsoka mezintirîn e, yê di xwe de nimûneyên ji zorkarî û dînbûna mirovî dihêle yê ku li mirovahiyê derbas bû kurtas dike , di dema nûjen de ji cengên cîhanî û vir de, ji ber vê em dîtina zanyarî dibînin di şîrovekirina vê bûyerê yê ku valebûna îro dadigre ,ew bi encamê girtina hizr û pêşwazîkirina wî ji hemî alavên gurkirinê bi rengên xwe yên ragehî û netewî, û ev tişt nûnertiya binkeftina rewiştî yê ku van ricîman dikşînin dike, û kar û barên navnetewî wêna birêve dibin, narvînên wan gelan kontirol dikin, berhinde dewlet parçe dibin û hêzên navçeyî dabeş dibin, û aloziyên girêdayî bi gendelî û sitemkariyê diyar dibin dewsa ricîmên berî wê û herwisa sertbûn belav dibe û li dijî xwe nayine wekî ku gotûbêja zorenga Mariksî dibêje dema sertiyê şîrove dike û wê dibîne rengekî ji rengên xêra neyînî, sertî ji xuristiya peyketina bi dû xwedî berjewendiyan dibişkive ji bo qezenc û serdestbûna li semyanê, bi encamê hinirên xortan belav dibin ji bo bibin êzing ji şerên vala re.
————————
1- Gal: bi Ferensî Gaule, bi latînî Gallia, ew navê yê ku Rom li ser navçeyê danîbû yê ku Gal têde dijîn û ew gelên Keltî ne li ferehiya bakûrê Îtaliya, Ferensa û Belcîka yê dijîn.
Dewlet dikevin li pêşbirka xwebiçekirinê ji bo amade bin ji şerên derveyî ,vaca ronakbîrî tenê bihaneye ji bo xwestina serdestbûn û malgirtina qezencê bê ku barê berpirsiyariyên rewiştî rabikin, û aloziyên îro hemî lihev dikin ji bo roxandina aboriyên dewletan û alozkirina wan û sepandina serdestbûnê li ser wana.
Agirgirkirina piraniyan li ser kêmahiyan bi rêya hevpeymanên yên ku civakan parçe kirin û xwestibûn bikevin bin dilovaniya ricîmên yên ku tenê serkotkirin û terorê pêkanîbûn, ji bo gûrîkirina kêmahiyan li ser piraniyan , ji bo avakirina sîstema hûrhûrîkirina nû ,yê ew jî derdê kêşe û aloziyan dikşîne bi demê re zêde dibin, berhinde sêyîneya zorbazî ,teror û desthilatê tê bikaranîn ji ber ku ew darêjdankekî nû dibe di warên cîhana paşguhkirî de li gel wê û bi rêya wê sînor dûbare têne nîgarkirin li gor xwestek û pêdiviyên dewletên bihêz.