Amed Spor

Ezîz Xemcivîn
Li Rojavayê Kurdistanê 12 adara 2004an Tîma Dêra Zorê û hogirên wê bi hemû kîna xwe berê xwe dan bajarê Qamişlo, di kîjan bajarê Kurdan re dibuhirîn ji Kurd û serok û nîşanên Kurdan re xiber û dijûn didan..
Li lîstgeha Qamişlo hogirên herdu aliyan pevçûn, sê Kurd pakrewan bûn..
Roja din ji Dêrika Hemko heta bi Kobanî û Efrînê hemû bajar, bajarok û herêmên kurdî rabûn ser xwe û xwepêşindan û girseyên herî bi hêz û tund pêkanîn..
Rojava hemû vêket di encamê de bi dehan Kurd pakrewan bûn..

 

Li Rojhilatê Kurdistanê jî herwisa bû, Jîna Emînî bi seba servekirina xwe nijadperestan bi behaneyên olî bi lêdanê ew kujtin, piştî spartina laşî bo xwedanên wê, Kurd bajar bi bajar, gund bi gund rabûn ser pê û bi mehan li kolanan man, li dijî rêjîma dîktator xwepêşindan kirin, bi dehan pakrewan bûn û bi sedan birîndar bûn û heta nuha jî qelenê wê xwîna canê xwe didin..
Amed Spor jî heman rewş e, nijadperestan Kurd êşandin, bi dijûnan, bi lêdanê û bi siloganên kirêt li dijî Kurdan bikar anîne!
Gelo li Bakurê Kurdistanê em ê piştgiriya Amed Sporê bi xwepêşindanan bibînin an wê mijar bêdeng vemire?

06.03.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...