Supasnameyek bo Komara Federal ya Almanya û serokê wê

 

Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier di 20ê Reşmeha 2023an de li paytexta Almanya Berlînê li ber dergehê dîrokî Brandenburgê bi zimanê kurdî peyameyeke sersaxiyê şand bo malbatên qurbaniyên erdheja wêranker ya ku di 6ê Reşmehê de li herêmên Bakur û Rojavayê Kurdistanê qewimî, bi taybetî li Mereşê li Bakurê Kurdistanê û bajarê Cindêrisê yê girêdayî herêma Efrînê.
Di demê ku em helwêsta Serokomarê Almanyayê û herwiha piştevaniya mirovî ya hikûmet û gelê Almanyayê bilind dinirxînin û zêdebarî pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir û şandina tîmên rizgarkirinê bo navçeyên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê,
Di heman demê de em hêvîxwaz in ku helwêstên siyasî yên bo piştgirîkirina doza gelê me li Rojavayê Kurdistanê bêne standin bi taybetî ji aliyê Yekîtiya Ewropî, ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê û derxistina komên îslamî yên tundrew û milîsên ser bi opozîsyona Sûriyê ve ya girêdayî Enqerê ji navçeyên Kurdî, û bidawîkirina proseya guhertina demografîk û siyasetên şovenîstî û nijadperestî yên li dijî gelê kurd û herwisa dîtina çareseriyeke rewa ji doza netewî ya Kurd re li Sûriyê.
Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa
25.02.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…