Welatê me
di destpêkê de, pêşkêşkerê simînarê xêrhatina mêhvanan kir û xêrhatineka teybet da nûner û berpirsên partiyên siyasî yên hevalbend û dost, bira û niştîmanî, şandên guropên Rewşenbîrî û herweha xêrhatineka gerim bi navê beşdarên simînarê li mêhvanê Dêrika Hemko mamosta Ismail Omer serokê Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (Yekîtî) jî kir.
paşre pêkêşkerê şevê xewst ku kêlîkî bê deng li ser canê şehîdên kurd û kurdistanê, şehîdên rêya azadiya gelan, û bi teybetî şehîdên (12) avdarê û serwerê şehîdan Berzaniyê nemir rawestan .
Di pey re mamosta bavê Hêmen gotina komîta karê hevpişk bi zimanê kurdî xwend û di gotinê de da xuyakirin merem ji çêkirina vê şevê re û kar û çalakiyên komîta karê hevpişk û rengvendanê vî karî yê erênî di celda kurd de û herweha balkişand li ser rojnamegeriya kurdî û kesên ku bingehên wê danayîn û malbata Bedirxaniyan bi pesin û rêzgirtinek bilind da xuyakirin .
Careka dî pêkêşkerê simînarê xêrhatina mamosta Ismail Omer kir û mikrefon jê re rizgarkir .
Mamosta Ismail dest bi axavtinê kir,
dest pêkê li ser guhertinên li ser astê cîhanê rûdayîn, û li ser rewşa Sûriyê bi giştî û ya tevgera kurdî bi teybetî peyivî, da xuyakirin ku gelê kurd li rojavayê kurdistanê di qûnaxeka dûr û dirêj de hin alî û hêzên kurdistanî xwestin berê wî ji rojava vedin û ber bi parçên dî yên kurdistanê ve bidin, ev siyaset dawiyê ji miletê kurd re li rojavayê kurdistanê piştî berevanî û xebateka xurt eşkere bû û ew jî giha wê baweriyê ku kar û xebata wî ya serekî di hundirê Sûriyê de ye û kêşa wî li şamê çareser dibe .
Herweha di derbarî gotin û zarwazê ku gelek caran tê bi karanîn ku parçê rojava ser bi Sûriyê ve hatiye gihandin, da xuyakirin ku ev gotin dûrî rastiya dîrokî ye û Sûrî em dagîrnekirne, ji ber dweleta Sûriyê ya nû li ser dest û pilanên dewletên Ewropî hate damezrandin û gorî rêkeftin û berjewendiyên wan dewletan nexşê wê hate deyînan, di avakirina wê de parşek ji welatê Ereban ber bi Sûriya nû hatî ket û herdîsanê parçek ji welatê kurdan jî, Kurdistan ber bi wê dewleta nû avabûyî ve ket, anko Sûriya niha ji du parçan pêk tê, parçek ji Kurdistanê ye û parçê dî ji welatê Erebane.
Di berdewamiya peyva xwe de mamosta Ismail bi rengekî têr û tesel li ser guhertinên nêvdewletî û rewşa Sûriyê û kartêkirina wan guhertinan ya berçav li Sûriyê û herweha li kêşa kurdî berçav kir, di vî alî de mamosta got : rêjîma Sûriyê, partiya Beas ta dema îro bi rengekê rast û durist ne kariye wan guhertinan bi xwînê, çavên xwe ji wan girtiye û di xwazê wan guhertinan di paşguhên xwe ve bavêjê, û ji bîr kirye yan jê di xwazê ji bîr bikê ku hêzên Emerîkî li ser sînorên wê bi cih bûne, berdewame di siyaseta xwe ya yekpartî de, binpêkirina yasayê,destdirêjkirina serê hêzên ewlekariyê, destberdana hevsarê dizî û talankirina xêr û samanên vî welatî û ne dîtina çareseriyan ji pirsgirêk û aloziyên welêt re yên pirr û bê hijmar. di encama vê siyaseta ne zelal û ne durist de cihê Sûriyê di komelgela nêvdewletî de hejand û leqkir, û nav û dengê wê bi ne başî gihand û belavkir. herdîsanê li ser bizava partiyên kurdî, çi bi berhigeriya Sûriye re yan jê bi hev re û roniyek da li ser nêrîna hevpişk ya vê dawiyê ji aliyê Bereyî Demoqratî û Hevbendiya Demoqrat ve hatî berhevkirin ji bo çareserkirina kêşa kurdî li Sûriyê û li ser ragihandina şamê jî bi zelalî axivî û ew kar û bizav bi bilindî nerxand .
Dawiyê derfet hate dan ji pirs û bersivan re, ji rexne û pêşinyaran re û bi singeka fereh mamosta pirsên beşdaran wergirt û bersivên wan dan û pêşinyarên wan bi xwe re hilgirtin, pirsên ku hatin kirin li ser ragihandina şamê bûn, raxistin û rêk û pêk kirina navmala kurdî, rewşa afreta kurd,navlêkirina (12) avdarê, PKK, siyaseta nêvdewletî û tevgera kurdî, piştgirêdan û alîkariya ji derve û bi teybetî ji Emrîka, kongirê Waşintonê, çûna şandê rihsipî û serokê eşîrên kurdan li Şamê, peywendî bi parçên dê yên kurdistanê re, ev bûn nemonek ji pirsên ku hatin kirin, lê belê pirs û pêşinyara balkêş ji aliyê mamosta parêzer EbdulRehman Mihemed ve hat pêşkêşkirin, pirsî û got : çima di nêrîna hevpiş ya herdu aliyan de ( Hevbendî û Bere) cejna newrozê wek cejna netewî ya miletê kurd nehatiye cîbicîkirin û herweha zagona jimara (41) sala 2004 ê ya ku girêdayî bi milkîyeta Erdî ve jî nehatiye baskirin .
Mamosta Ismail pirsên raborî wergirtin û bersivên wan dan û pişinyar himbêzkirin .
TÊBÎNÎ: temaşeyî wêneyên vê çalakiyê di beşê erebî de bike