Tahir Silêman û 20 Saliya Rojnameya Dîplomat!

 

Konê Reş

Wek ku diyare ji ber perçebûna Kurdistanê û qedexebûna zimanê Kurdî, çapemeniya Kurdî di sirgunê de avis bûye û zaye..! Ew avisbûn û zabûn bi saya serê welathez û ronakbîrên kurdan yên bi xîret û rûmet destpê kiriye.. Wek Bedirxaniyên ku gelek kovar û rojname di sirgunê de weşndine ku, rojnameya (Kurdistan/ 1898) yak u li Misrê derçûye yek ji wa ye. Jixwe Mîr Celadet Bedirxan yê ku bi navê bavê alfabeya Kurdî latînî di Kurdistanê de hatiye naskirin, wî jî di sirgunê de li Şamê kovara xwe (Hawar/ 1932), bi kurdiya latînî çap û belav kiriye..

 

 Hewrwiha birayê wî Mîr Dr. Kamîran Bedirxan jî li Beyrûtê rojnamaye (Roja Nû/ 1942), weşandiye û wiha karwanê çapemeniya bi zimanê Kurdî latînê di sirgunê de destpê kiriye û gelek kovar û rojname bi alfabeya latînî li Ewropa û dervî Kurdistanê hatine weşandin wek: Armanc li Swêdê, Hêvî li Parîsê, Nûdem li Stockholmê.. Lê sed mixabin ji ber gelek sedeman, temenê wan kovar û rojnameyan kurt bû û di encam de zû hatine rawesandin.. Mebesta min ji vê destpêkê ku, di vê meha Sibatê/ 2023 de (20) sal di ser weşana rojnameya Dîplomat re derbas dibe. Ev rojname jî, di sirgunê de, li bajarê Bako bişkivî ye û geş bûye.. Di vî warî de ez spasiya wezareta rewşenbîriya Azerbêcanê dikim ku ev derfet dane kurdên xwe.. Ez jî, ji çend salan ve vê rojnameyê dişopînim, dixwînim û hin caran berhemên xwe têde belav dikim.
Dîplomat; rojnameyeke heftename civakê û siyasî ye. Weşana xwe bi çar zimanan dike; Kurdî, Azerî, Tirkî û Rûsî. Cihê weşana wê li Azerbêcan, bajarê Bako ye, xwedî û berpirsyarê wê rewşenbîrê kurdperwer û zimanhez mamoste Tahir Silêman e. Hejmara pêşî (1), ji berî 20 salan ve, di Sibata 2003an de hatiye weşandin, hejmara dawî (518) di Sibata 2023an de hatiye çap û belavkirin. Her hejmarek vê rojnameyê di navera 16-20 rûpelan de ye, naveroka wê li ser zîlana civakî, siyasî, rewşenbîrî û fêrkirina zimanê Kurdî ji xort û keçan re digere.. Tiştê balkêş ku min di vê rojnameyê de dîtiye ku, di her hejmarekê de 4 rûpel, bi navê (Alfabêya Bi Ferheng), ji bo fêrkirina zarok û nûgihiştiyên kurdan terxan kiriye. Da ku ew zarokên kurdan yên ku bi Rûsî, Azerî û Tirkî xeber didin û dûrî zimanê Kurdî ketine, li zimanê bav û kalên xwe vegerin û fêrî zimanê kurdî bibin..
Roja îro, weşan û belavkirina vê rojnameyê di nav welatên Qefqasyayê de xweş nîşane ji şêraniya zimanê kurdî, hebûna miletê kurd û bilinkirine ji nav û dengê kurd û Kurdistanê re.. Bêguman xwediyê wê mamoste Tahir Silêman di warê aborî de, baş dijwariyan dikşîne ta ku hejmarekê diweşîne.. Xwezî yarmetî pê re bê kirin.. Çi ji hikumeta herêma Kurdistanê be çi ji maldarên kurdan yên bi rûmet be. Di vê derbarê de, ez rewşa wî, ji weşana rojnameya Dîplomat re, wek rewşa Mîr Celadet Bedirxan ji weşana kovara Hawarê re dibînim; Mîr Celadet Bedirxan jî, dema ku kovara Hawarê li Şamê diweşand, ji ber rewşa aborî neçar dima..! Neçar dima ta ku hejmarek ji Hawara xwe diweşand..! Bi hêvî me ev yek neyê serê mamoste Tahir Silêman û karibe bi hêsanî, bê asteng û dijwariyên aborî rojnameya xwe Dîplomat biweşîne û berdewam bike.. Di vê 20 saliya derçûna rojnameya DÎPLOMAT de ez wî pîroz û bimbarek dikim û dibêjim; xwezî bi dehan yên wek wî di nav me de hebana.
Qamişlo 20/2/2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...