Daxuyaniya Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.) derbarê Erdheja li Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê

Bi dilekî pir xemgîn em nûçeyên erdheja ko li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê û Sûriyê çêbûye dişopînîn, di evê derbarê de bi navê Komeleya Kurdî-Elmanî li bajarê şilêswîgê (birêveber û endamên) komeleyê em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û em hêvî dikin rewşa birîndaran saxlem û çareser bibe û ew kesên li jêr wêraniyê mane bi lez rizgar bibin..
Hêjayî gotinê ye, evê sibeha 06.02.2023 li bêtir ji 20 bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê û Sûriyê erdhejeke mezin bi pleya 7.7  bi pîvana Rexter çêbûye û navenda wê bajarê Mereşê ye, di encamê de hejmara qurbaniyan bêtir ji 1500 kesan mirine û bi hezaran birîndar û bi sedan li jêr wêraniyê mane..
Ji bo zanînê, Komeleya me digel dam û dezgehên fermî yên Elmanî di têkiliyê de ye, tako di demeke pir nêzîk de alîkariyên pêdivî bigihînin û piştgiriya wan herêmên wêrankirî û xelkên ko li kolan û çadirgehan dimînin bikin.
06.02.2023

Komeleya Kurdî-Elmanî
Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…