Nameyek Ji Kurê Min Mîro (Celadet) Re!

Konê Reş

Şeva serê sala nû ye.. Şeva rojbûna te ye.. û ez dûrî te me.. Wey sed carî sala rojbûna te pîroz be.. Rojên te xweşî û geşî bin.. Kurê min! Çem bi paş de jî dirêj dibe û bi pêş de diherike.. Lê qet nasekine.. Sal jî wiha ne.. Jiyan jî wiha ye kurê min.. Pêwîste mirov bi pêş de here.. Va em destên xwe ji sala kevin re li ba dikin, xatir jê dixwazin û pêşwaziya saleke nû dikin..

  Kurê min! Va tu li Almanya ye, mêzeke bê çendî pêlên mirovan di sikak û
kolanê bajarên wê re derbas dibin.. Ji tev texlîtên mirovên dinyayê di
nav wan de hene.. Her yek bi armancekê di kolanên wê de derbas dibin..

 

 Tu jî bi armanca tenduristî û xweparastinê, di wan kolanên wê de derbas dibî.. Armanca te jî, ku tu jiyanek xweş, geş û azad di wan welatên penaberiyê de bibînî.. Belê kurê min, welatê me, bajarê me Qamişlo bi hezarê caran ji wan xweştir e, lê sed mixabin ku roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe.. Dibe dojeh û xelkên wê bi refan direvin..!
Belê kurê min! Çem bi paş de venagere, her û her berê wî li pêş e.. Bi herikandina Çem re gelek zê, rûbar û kanî tevlê dibin û sekn û hedan lê nîne.. Armanca Çem ku xwe bi welatê xwe ve bigihîne, xwe bi deryayê ve bigihîne.. Tu jî sebra xwe bikşîne kurê min, fereceyên xêrê pirr in..
Kurê min! Di derbasbûna salan de derfet mezin e ku mirov li xwe vegere, li deftera edrêsên xwe vegere, li rojên xwe vegere û rûpelan biqulpîne.. Carekê bikene û carekê bigirî.. Gazindan ji xwe neke û nebêje; gerek ez gur bûma ta ku guran para min nexwara.. Erê poşman nebe û ji xwe re bibêje; Civat guleke min bîn kir bela hevalên min jî bin bikin.
Kurê min Celadet (Mîro)! Çiya ji dûr ve bilind xuya dikin, bi nêzîkbûnê re nizim dibin, bi hilkişandina ser pişta wan re, ew bilindbûn namîne.. Lê her navê wî çiya dimîne û her kes nikare xwe bi ser pişta wî ve bigihîne.. Kurê min, tê gelek zehmetiyan bibînî ta ku xwe bi armanca xwe ve bigihînî.. Lê hin deyax û berxwedan pêwîste kurê min..
Raste kurê min, jiyan bi kurdî gelekî xweş e, lê gelekî jî dijwar e.. Belê kurê min, sebaretî min, bi min xweş e, tevî nexweşbûnê, kurd bijîm, kurd xwe bidim naskirin û parastin û eger rojekê bimrim, kurd bimrim û li Qamişlo bême veşartin.. Ji ber vê yekê kurê min, destê min ji bajarê min Qamişlo nabe û qet nikarim li kêleka te, di penaberiyê de bijîm, qet ez nikarim. Kurê min Celadet (Mîro)! Rojbûna te pîroz be û sersala te pîroz be. Her sal te di xweşiyê de te pîroz bikim. Wêne: Carekê ez û kurê xwe Mîro li Beyrûtê bûn.
Konê Reş
Qamişlo, 31.12.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…