Kovarên kurî li Sûriyê: em bi tundî hemberî karên arzan û bênirx radiwestin û wan şermezar dikin

  Nameya kovarên Kurdî 

   Di vê dema dawî de,di malper û belgeyên Enternetî de, me destekên rêvebir ; nivîser û xwênerên kovarên Kurdî , yên  bi  tîpên Latînî li Sûriyê têne weşandin , peland , ku êrîşeke bêtam û bêbingeh , ji hêla Dr. Ferhadê  Şakilî ve hatiye ser Bedirxaniyan , nemaze li ser Mîr Celadet Bedirxan.
Ew Mîrê ku jiyana xwe, hiş û ramanên xwe , bîr û boçûnên xwe di ber pirsa Kurdî de , di ber çand  û toreya Kurdî de,di ber ziman û rêzimanê Kurdî de terxandine.
   Bi ser ku em, weku kovarên Kurdî, xwe şaxek ji dara “HAWAR” ê
dibînin û jîndariya vê kovarê berdewam dikin. Wilo jî nivîser, xwêner û rewşenbîrên me, bi tevayî, di warê netewnasî, zimanzanîn û bîrgeşiyê de , xwe suxteyên Bedirxaniyan dinasin. Ji ber ku Malbata Bedirxaniyan sembola wêje û zimanê Kurdî ye. Lê, em napelînin, ku Bedirxanî li hêviya bergîrî û bervedêriya me ne. Na, bi kêmanî, li ba me, ev mijar çareserkirî ye û ne gerekî guftûgoyê ye. Ne tenha wilo , lê dîroka kar û  xebata wan , sranserî Kurdistanê , wan diparêze û wan rûmetdar dinase. Bi ser vê tevî de  jî , em behweriyên li ser bingehên zanistî û rasteqînî dipejirînin û xwe , di gemkirina xwedan behweriyên resen û petî de , mafdar nabînin. Wilo jî, em hewil nadin ku perda evrayî bi ser kesekî de berdin. Lêbelê, dema mebest,  ji hewildanên bi vî rengî, hêrivandina bingehên dîroka çand û toreya Kurdî bin, destavêtina hebûna navnas û navdarên pirsa Kurdî bin, em bi tundî hemberî van karên arzan û bênirx  radiwestin û wan şermezar dikin. Ne  tenha wilo , lê em pûçkirina dîtinên bi vî rengî erkên xwe dibînin.
   Eger mebesta Dr. Ferhadê Şakilî ji van behweriyên çewt û arzan, tevrakirina  hêrizên zarperestî bin , hêviyên gurkirina nakokiyên herêmane bin , yan jî berxwedanên zaravperestî bin, ji xwe Kurd  ji vê qonaxê derketine û nema lê vedigerin. Ango, bîr û boçûnên wî , eşkere , ziyandar in , kesek bi wan napîve û dem di ser wan re derbas bûye.Ew jî,bi vî awayî,pûşekî vala dikute.
   Dimîne em bêjin, ku berçavkirina asteng û problemên ziman û zaravên Kurdî, wilo jî rengên Alfabêyên Kurdî, bi van dîtinên xav û bedbîn , yên bê bingehên zanistî û akademîk , çareser nabin. Belê , çaredîtin û çareserkirina van pirsan,wilo jî pirsa zimanekî “yekgirtû” di prosesa lêkolînên zanistî re,di gêra nerîn û guftûgoyên rêzdarî re û di riya konferans û kongireyan re têne bidestxistin.

Kovarên Kurdî :
Aso ; Deng ; Gelawêj ; Hevind ; Jîn; Newroz ; Perwan ; Pirs ; Roj ; Vîn û Ziman

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...