Mizgînîya – Makpirtuk.de

 

Silav,
Em li ser navê MakPirtûk’ê,  hemû beşdarvan û şopînarên vê civata we silav dikin. Hêviya me ewe ku ev civat û hemû civatên bi vî rengî rêya zimanê kurdî xweş bikin û derfetên nû biafirînin. Bi vê munasebetê em bi şanazî avakirina MakPirtûkê ji we re radigihînin.
MakPirtûk weke platformeke pirtûkfiroşiyê ya online li Ewrupayê êdî dest bi karê firotina pirtûkên kurdî dike. Piştî hemû karûbaran, li gorî qanûn û rêziknameyên fermî yên Ewrupayê demeke dirêj bû ku me amadehiyên xwe dikirin. Bi kêfxweşî û kelecaneke zêde em diyar dikin ku hemû karûbar bi encam bûn û me bi dest bi karê xwe kiriye. Niha ew roj hatiye ku ew derfetên teknîkî û dîjîtal yên me saz kirî em bikin bin xizmeta pirtûkfroşiya kurdî.
Em wekî çend ciwanên xwîner û dildarên zimanê kurdî, di wê bawerîyê de ne ku nivîskar stûnên bingehîn yên ziman û edebîyatê ne. Loma me xwest bi rêya vê peyamê xwe bigihînin we û dilê xwe ji we re vekin. Wekî tête zanîn bi serdema modern re globalbûn zêde bûye. Bi vê globalbûnê re êdî derfetên xwegihandina her pêdivî û xwestekên jiyanê zêde bûne. Bi vê pêngava xwe ya MakPirtûk’ê me xwest em derfetên xwegihandina pirtûkên kurdî zêde bikin. Em di wê baweriyê de ne ku her xwînerê kurdî yên li Ewrupa û li seranserê cîhanê xwedî mafê bidestxistina pirtûkên kurdî ye. MakPirtûk jî bi vê mebestê radibe û dixwaze vî mafê xwînerên kurdî misoger bike.  Ligel van hemû tiştan, MakPirtûk amade ye di derbarê xebatên çand, edebiyat û perwerdehiya kurdî hevkariyê ligel nivîskar û nûnerên kurd yên ku Almanyayê bi van mijaran re radibin, bike. Bo vê yekê pirtûkên bo edebiyata zarokan, hînbûna kurdî li ba me pêde dibin. Em dê bi kêfxweşî li gor şiyan û zanîna xwe hevkariyê ligel sazî û nunerên kurd bikin.
Ji bo pêdaçûn û berdewamîya pirtûkfroşiya kurdî li Ewrupayê me ji xwe re xeyalek û îddîayek çêkiriye. Xeyala me ewe ku em xizmeteke berbiçav ji ziman û edebiyata kurdî re bikin. Îddîaya me jî ewe ku em her pirtûkeke kurdî bê serêşî di demeke kurt de bigihînin ber destê xwînerên li Ewrupa û li seranserê cîhanê.  Herî dawî me divê em bibêjin ku em ji her cure rexne û pêşniyazan re vekirî ne.
MakPirtûk li hemû endamê civata xwe pîroz be.
Hemû rêyên têkilîdanînê û navnîşanên hesabên me yên medyaya civakî hene; Em li benda fikr û pênîşyarên we ne. Digel rêz û silavan….

FACEBOOK
https://www.facebook.com/makpirtuk
INSTAGRAM
https://www.instagram.com/makpirtuk/
TWITTER
https://twitter.com/Makpirtuk

MALPER:  https://makpirtuk.de/

TÊKÎLÎ
Whatsapp: +49 1575 0649613
Emaîl: info@makpirtuk.de
https://www.youtube.com/watch?v=e3sWXIejxeY

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…