Helbest u pexşan

Li te digerîm

Ebdilmecît Şêxo

Ez pir li te digerîm
Li bin dara hecîrê
Li bin dara gêlazê
Li bin dara tuyê
Lê bêhna destên te
Ne hate min.
Ez li ber kenara çema
Efrînê

Li bin siya dara sicê
Li ser lotka gira Endarê
Di nav kevneşopên kelha Horî de
Li te digerîm
Lê bêhna eniya te
Ne hate min.
Ez di nav lêvên Hêvê de
Li ser sîngê stêrka Gelawêjê
Li ser baskên keskesorê
Di nav solavn stêrên
Darên zêtunê de
Di nav kolanên Efrînê de
Li te digerîm  
Lê bêhna pora hevrişmî
Nehate min
Lê ez hîn ne westiya me.
Min li awêna  dayika  xwe nêhrî
Min vedît, te çawa
Di bîbeka çavekî  min de
Xwe  veşartiye !!!!!1 .
Efrîn,5.12.2022  

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…