Hezar Hest

  Siyamed Sîpan Ugurlu

Di avzêma neqşa dilê welatê bê sînor de şîn tê.
Hezar hest
Di bêdengiya biyanîbûna min de tazî dibe.
Hezar gul
Dikeve pêşbirka bi rûkenkirina xemsariya welatê min.
Hezar dil
Hêviyên xeniqandî ku di bêrîkên xeman de dinale bi jiyan dike.
Hezar hêvî
Berbi azadiya welatê min ve difire.
Hezar hêvî

Kaniyên rondikên şadbûnê di dilê zarokên welatê agir û rojê şîn dike.
Niha di bêdengiya bextewariya hezar hestan
Bi hêvî me, ji herdemê pirtir.
Bi hêvî me
Ku cardin li ser axa me sosin bê fedî û bê şerm
Şaxê bera nav dilê xwezaya welatê min de.
Bi hêvî me
Ku êdî hew dayik li dû cangoriyên xwe hesiran biwestîne.
Ew hêsirên ku mîna qencerek reş di dilê min de diçike.
Bi hêvî me
Ku êdî zarokên hîna xewnên xwe bi dawî nekirine
Bê tirs û xof mezin bive.
Bi hêvî me
Ku qîzên me êdî bê fedî û tirs keziyên porê xwe

Li ber bayê azadiye bixe.

Bi hêvî me

Ku êdî çavê tii kesan nebe kaniya rondikên bêzariyê.
Bi hêvî me
Ji ber ku hezar hêvî di dilê min deye.
Bi hêvî me
Ji ber ku hezar dil li ber fira ji hêlînê û ketina refên dîrokêne.
Bi hêvî me
Ji ber ku roj êdî bê xem dixwaze ji xewa xwe şiyar bive.
Bi hêvî me
Ji ber ku baweriya min li ber teqandinê ye.

Ez îro bi hezar hêvî me…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...