Ronahiya Bîrdankê

Ezîz Xemcivîn

Çi bawerî ye, seydayê baweriyê!
Ji mêj ve ew xak guhdêra himhima çekê te ye..
Nerîneke seyr e,
bi hetava azadiyê re dipeyive!
Demjimêreke bîrhatin e,
neşêt demê birawestîne!

Şal û şapikê evîna te lêvên çiya dixemilînin..
Dilsozê Kurdîniyê, aferîn..
Dengê tifinga te huner e,
çavdêriya te bê hember e,
navê te ji Pêşmergeyên te re çeper e..

Ber û lat bi wê hêzê re dilîlînin,
bi berxwedana dilê te yê mezin
serê xwe diçemînin!

Rextê bendewar hêj li meydanê bi nifrîn e,
hêj sirûda pakrewaniya te dixwîne..
Pêşmergeyê dilpola,
mêrxasiya te
çiya bi çiya şûnpêyên te kola..
Firindeyê behişta berîn,
ev pênûsa hejar dê çi pesnê te bide..

Jîndarê Kurdistanê,
xwedan dastanên cengî
bi wê evîna we,
kulîlkên azadiyê vedijîn..

17.11.2022
Ezîz Xemcivîn
…………………………………………………………………………………
چ باوەری یە، سەیدایێ باوەرییێ!
ژ مێژڤە ئەو خاك گوھدێرا ھمھما چەكێ تە یە..
نەرینەكە سەیرە، ب ھەتاڤا ئازادیێ را دپەیڤیت
دەمژمێرەكە بیرھاتنە، نە شێت دەمێ براوستینیت!
شال و شەپكێ ئەڤینا تە لێڤێن چیا دخەملینن..
دلسۆزێ كوردینیێ ئافەرین،
دەنگێ تفەنگا تە ھونەرە،
چاڤدێرییا تە بێ ھەمبەرە…
ناڤێ تە ژ پێشمەرگەیێن تەره، چەپەرە..
بەر و لات ب وێ ھێزێ را دلیلینن،
ب بەرخودانا دڵێ تە یێ مەزن سەرێ خو دچەمینن!
رەختێ بەندەوار ھێژ ل مەیدانێ ب نفرینە،
ھێژ سروودا پاكرەوانییا تە دخوینە..
پێشمەرگەیێ دلپۆلا،
مێرخاسيا ته
چیا ب چیا شوونپێیێن تە كۆلا..
فرندەیێ بەھەشتا بەرین،
ئەڤ پێنووسا ھەژار دێ چ پەسنێ تە بدەت،
ژیندارێ كوردستانێ،
خودان داستانێن جەنگی
ب وێ ئەڤینا وە،
كولیلكێن ئازادییێ ڤەدژین..

17.11.2022
ئەزیز خەمجڤین

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….