Nivîskarê Kurd Qado Şêrîn, pirtûkek li ser «Mihemed Şêxo» derxist

 

Xalid Cemîl Mihemed
Ebdulsemed Mehmûd
Nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Qado Şêrîn, pirtûkek bi navê `Mihemed Şêxo – Huner û Jînenîgarî` belav kir.
Hunermendê Kurd, Mihemed Şêxo, ku wek Bavê Felek tê naskirin, yek ji kesayetiyên ku pencemoreke wan a berbiçav, li ser rûpela dîrok, kultûr, huner û dengbêjiya Kurdî hebû û hîn jî heye.
Di çarçoveya bilindnirxandina rola Mihemed Şêxo de, nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Qado Şêrîn, piştî keda 3 salan ji kar û lêkolînê, pirtûkek bi navê `Mihemed Şêxo – Huner û Jînenîgarî` belav kir.
Di vê pirtûkê de, Qado Şêrîn stranên Bavê Felek û gelek zanyarî derbarê huner û jînenîgariya wî nîşan dane, ew jî bi mebesta belgekirin û ronîkirina çend aliyên girîng, ji jiyana û hunera Mihemed Şêxo ye.Nivîskarê pirtûka “Mihemed Şêxo – Huner û Jînenîgarî” Qado Şêrîn dibêje “Mihemed Şêxo – Huner û Jînenîgarî ji weşana Dar Zeman derket û ji 364 rûpelan pêk tê. Pirtûk ji 5 beşan amade bûye; gotar û lêkolîn, stranên Mihemed Şêxo, note, wêne û belge û portret. Her wiha pêşgotinek gelekî dirêj jê re nivîsandiye, di pêşgotinê de wî gelek xalên ku pirsgirêk yan jî stranên ku pirsgirêk li ser wan hebûn zelal kiriye, ku ew stran li gel awazan ji ku hatine, çewa gihîştine Mihemed Şêxo û çewa Mihemed Şêxo stirandine, bi delîl û belge û ji hevpeyvînên nivîskar, hunermend, helbestvan û ji pirtûkên wan wî belge kiriye bê çewa helbest û stran gihîştin e Mihemed Şêxo.
Beşên pirtûkê:
1-Gotar û lêkolînên bijartî:
Di vî beşî de hin gotar û lêkolîn bijartine û ji navnîşanê xuyaye ku hin din jî hene lê nekirine pirtûkê, hin hevpeyvîn ku bi Nemir re hatine kirin berî dilovaniyê di hin kovaran de, û hin gotar û helbestên di şîna nemir de hatine nivîsandin.
2-Stranên Mihemed Şêxo:
Di vî beşî de hemî stranên ku M.Şêxo gotine hene, piştrast kiriye bê helbest a kê ye û awaz a kê ye. Strana ku pirsgirêk li ser heye, ji aliyê mamosta Qado ve hatiye şirovekirin û nerîna xwe gotiye, wisa jî helbest û awazên folklorî jî eşkre kirine.
3-Note:
Ev beş yê noteyê ye ku 11 Stran ji hêla Ibrahîm Şêxo ve hatine notekirin cihê xwe di pirtûkê de digrin
4-portrêt: ango wêneyên M.Ş yên bi destên Şêwekaran hatine nîgarkirin.
5-wêne û belge: ev beş hin wêneyên nemir in, û hin belgeyên ku pê helbest û awazan piştrast dike bê yê kêne.
Qado Şêrîn di pirtûkê de diyar dike ku, Mihemed Şêxo ne hema tenê hunermend bû, belkû semboleke gelê Kurd e. Yanî Mihemed Şêxo ji bo wî hema hema di asta Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Seyîd Riza, Şêx Seîd, Qazî Mihemed û Barzaniyê Nemir li gor karînên xwe bi rêya hunêrê ji gelê Kurd re kir. Yanî Mihemed Şêxo di rêya hûnerê re tiştê karî bû dilsoz bû bi gelê xwe re, da gellê xwe, wî jî hewl da ku keda wî biparêze û xwedî li dîroka wî, mîrat û hunera ku ji me re hişt derkeve. Ji xwe “pirtûk encam û berhema keda Mihemed Şêxo ye”, wek ku nivîskarê pirtûkê dibêje.
Mihemed Şêxo di 1948an de li gundê Xecokê yê bi ser bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ve hate jiyanê, lê tenê 41 salê jiya, û di 09ê Adara 1989an de, bi sedema krîza dil, li bajarê Qamişlo, koça dawî kir û bi hezaran xelk li pey darbesta wî, bi xemgînî çûne mezelê Taxa Hilêliyê ku, gora Bavê Felek li wê derê ye. Her salê jî, di heman rojê de, xelk wî bibîr tînin û weke rêzgirtin û pêzanînê, serdana gora wî dikin.
Di wê pirtûkê de hatiye: “Mihemed Şêxo mezin bû, mezin jiya, mir mezintir bû.”
Têbînî: ji bo peydakirina pirtûkê li malpera nivîskar “www.qadoserin.com” vegerin.
25/11/2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…