Aborî di karguzariya hebûnê de

 

Rêber Hebûn

Bawerkirin di heman cudahiyên xwe de naveroka girtinheviyan ji bo parvekirina desthilatiya diravî berz dikin, û hemî ji bona parastina desthilatê ne, û cîgirkirina wê bi maskên cur bi cur û gelek caran bihane didin e cengan bi buyaxên pirreng di navbera têgeha maf û parastinê de kûr tevderbas dibin,û dirnaxên xwe di hemî warên jiyanê de berdidin, ta civaka dûrketinê berhem bidin, ji ber hindî nîşanên koçberiyê di hundirê civakê de cîgir dibin, hindî aloziyên desthilatê ferehtir dibin, û maskên yên ku desthilatê li paş wê xwe vedişêrin radibin,

 

û diyar dibe çendîn ew mask kevin û rizî ne, û her baweriyekê li bawermend sertbûnê bi heman rengên xwe sepa dike,ji ber ku bandorek e neyînî li ser wergirtiyê ciwan dike, ta wî darjêdank bike, û bibe pasvanek î li ser komek sawêr wêna tebitî dibîne , û bîrdoziyên totiyelîter di bijardeyên ciwan  yên perîşan de bicî dibin  ne li ser qatên yên jêre xweşiya diravî peyda bûn e, wateya vê yekê ku ew bîrdozî xwarinek e dewsa xwarina rojane ye yên qatên perîşan li pey diketin û têne derzîkirin bi hezkirina mirinê ji bo serkeftina ramanên yên bûn e ji wan re mîna jiyanek e bi xwe.
Û eger me li bawerî hinekî dît mîna nihrandinek e aştiyan e, naye bazar an siyasetkirin em dikarin lê binêrin wekî komek nirx, jiyana civakê û takesên wêna rêxistin dike, tiştê ku em dikarin lê meyze bikin ku ewa tevina pirreng e yê ku rengê xweşik dide jiyanê û em dikarin wê têbighin li gor felsefa cihêbûnê, naveroka wê yê gerentiyê dide hevjiyana aştiyane, û armanca wê sînorkirina ceng û aloziyan ne, û mebestên wêna ji bo danîna çareseriyên yên ku sûdwergirtinek e pevguhertî û hevbeş dadimezrîne, yên  zanyar di civakên xwe de bi rêya rêxistinên xwe yên civakî dadimezrînin, ji ber  hebûna wana li rojhilata navîn de nîn in,  bi encamê bidûhatina desthilatên totiyelîter yên ku ji zikmakê serweriya partiyan derketibûn û cilê hevciviya êlî li xwe kiribûn ( Lubnan) û em wêna dibînin bervajî bangeşiyê xwe dixebitin , û ji bo hebûna desthilatiya xwe yên tofî têkoşînê dikin , aliyên herêmî wêna xwarin didin ji bo ew bimînin, û gerentiyê wergrin ji hebûna serweriyên xwe li ser hatin û samanên sirûştî,û berdêlên van ricîman tên e dîtin û ji yên berê ne baştir in û tên e danîn bi rêya pêvajoya zordar bi sernavê -buhara Erebî -, bi encamê wêna aloziyên penaberiyê qewimîn û navçe ji xelkên xwe valabûn, û hevşar nû hatin avakirin û bazarên firotina çekan vebûn, û gerentiya sertbûnê durist bû ji bona sûdwergirtinê, ta bi çi rengî  be pergalek î ji pergalên aştiyê saz nebe di nav wê navçeya gurbûyî û di warê mirovî de barketî, û em dibînin partî û rêxistin ji xwe re dirûşma yekbûn û demukratiyê  mîna navekî rêxistinî bikartînin, û  a rastî jî ku bîngeha hebûna wan ji bo li hemberî yekbûn û demukratiyê rawestin, beranberî vê yekê jî em rêxistinên olî ragehî dibînin , hatin ku ramanê Qaîda nû  û nojen bikin, ta rojhilata navîn bikin derbegî û bi bazarê çek ve lihevhatî be, û dirûşma herî aşkere dimîne ceng û pişt re ceng, ji bo qezenc û destkeftiyê, û berdêla penaber  ew a pêşniyara aştiyan e ye di derbarê vegerandina jiyanê û danasîna komela a ku bi komên mirovî bala dibe ji bo çalakirina diyardeyên cihêbûn û gotûbêjê û banga li wê mîna berdêlek î ji zoreng û tîjandinê bi rengên wêna yên gelek, ji bo bicîkirina nirxê babetî  ji komên yên çêdibin  û dizên di çarçoveya rewşa aviskirina ramanî yên nêzî şaristaniyê dibe dûrî binpêkirinên bobelatî ên bi encamê sertbûnê û kesên yên wêna belav dikin pêktên .
Li gor wê têkoşîna rastîn ji mirovê zanyar tê naskirin li rex jina zanyar di geşepêdana tovên hevjiyanê ji bo pêkanîna zêde ji afirandinê re bi awayekî berdewam û li gor rêbaza babetî  têgihiştina xwestekên zanyaran berve jiyanek e baş çêdibe , û hişmendiya a ku ji mirov re bikaranîna afirandinên xwe bêbend dike ew tenê dikare kokê jiyanê qayîm bike ji bo pêkanîna pîvanên rewiştî yên navên ku hebûnan tune bikin bi awayekî wêrankirî, ji ber vê yekê pêdivî ye pêkanîna jiyana mirovî yê zanista babetî pêşde dibe û bîngeha xwe pêkanîna sûdgirtina giştî ye a ku Stîwart Mêl  1 dîtibû mîna rêyekê ye ji bo xêra hemiyan  û dayîna çanda aştiyê dewsa çanda desthilata dûrkar.
Berhinde zanyar xwe radestî kiryarên xwediyên aboriyê yên  çavkar nekiribûn ,  yê  bîngeha xwe malgirtin û kedxwarî ye, û xwestekê zanyar ew e cîgirkirina nirxên jiyanê bi rêya tewriyek e aborî bi parvekirin û hemtayî erê dike bi rengek î ku dawiyê li cureyên aloziyên cîhanî tîne , û rê digre li pêş gurkirin û derketina wêna ji derveyî girovera xwe yên bîngehîn li deverên din, berhinde divê faytona aborî bê livandin ji bo afirandina xweşiyê û bidawîkirina awanteyê  û girtina gedanê ta rê li pêş gemarbûn, xizanî, û bêkariyê bê girtin, û rawestandin li ser nexweşiyên giran yên ji encamê xizanî, birçîbûn û cengên yên mirov çêdikin belav dibin, li gor pîlanek ê ji civakan re çand û nirxên wêna ezber dike, tiştê ku dibe rêgir li pêş ku çandek xwe li ser a din sepa bike, ji bo kok newin hilkirin , ji ber hewildanên ku çandekê serdestiya xwe li ser çanda komek î ji gelan bi xwe ranewestiya , û pişaftina çanda wê bi çanda zimanek î bi xwe, xwediyên wê bi zorê û bi navê ol û girêdana olî û bin navê desteserkirinan ( desteserkirina Erebî- Osmanî) hewildabûn durist bikin, ji ber vê yekê lihevkirin  li ser rageha aborî di wêzimkariya hebûnê  ewa destikek e gerentor e ji bo bidawîkirina aloziyên peywendîdar bi ceng û pevçûnên çekdar ve,  û tenê aborî destikek e ji bo weşandina hewildanan  bi sazkirina gelektirîn pirojeyên geşepêdanî û gezencî, yên dikarin pêdiviyên gel pêkbînin, û anîberkirina bostên erdê wan ta berhem bervajî lê vegere bi dîmenek î bi hêztir û baştir, û berve xêrek e giştî,  û dema em li ser kêşeya şerodiya mirovan ji şer re rawestin  li gor aliyek î ku hinek feylesof wisa di xweda kedî dikin, zanyar vê kêşeyê dibînin ku ew a şerodiya takesan ji bo şer derbas dike, bi qasî ku rêbazên ji dil û rastîn  nebûn ji bo perwerdekirina henas li ser rêbaza sîstemê.
———————-
1- Stîwart Mîl : Feylesof û aborînasek î  Ingilîzî ye, li Lendonê sal 1806 de jidayik bû, û di 08.Hizêranê sal 1873 de koça xwe yê dawî kiribû.

Sîstema cîgir  li ser bikaranîna pêkanînan û rêxistinkirina wana li gor pêwîstiyên civakê û geşepêdana wê, ji ber ku mirovê yê xwe fêrî çavkariyê dike  ji xwe re rageha çavkariyê diafirîne , ji ber ku rewayî li ser kuştin û gendelî û tundirewiyê   zêde bû , û ew a bi xwe bergek e mirovê desthilatdar xwe bi wê nixûmandibû , û armanc jê  bidestxistina tiştan û zeftkirina  hatinan bi zordariyê , û herwiha mirov bibû hoste di veşartina xwestekên xwe di çarçovê darjêgek e nimûnî , û bê guman ol di xêzên xwe yên siyasî de û cihêbûna bandora xwe bi sirûştiya kiryarên bawermendên xwe civakan hîştibûn di rewşek e ji nakokî, tevlîhevî û bêcaniyê de, bi sedemên bobelat û aloziyên aborî û diravî yên sermedariyê berhem dabûn, bi rêya qonaxên malgirtina wê ya dîrokî û yên li hember  dîmenên serbizaftina ramanî rawestiyan,  yên diyar dibin bi têkoşîna zanyar a dirêj  li hemberî dadgehên soraxê li hemî cihên ku ew têdebûn, ji ber ku li cem zanyaran serpêhatiyên giştî hene, ew karê zanyarî berz dibe li ser her komelek e rehî, zimanî, an olî eger di serdema me yê niha de bê xwedîkirin .

Ew komkara balatirîn e yên zanyaran li hevdû dicivîne, û ew komkara hişmendî ye ne ya xwînî ye, a ku şer û pevçûn bi dû xwe  ve anîbû, ji ber ku komkara hişmendî komkarek e bijarî ye, bijardeya berketî hildibjêre ji ber ku li cem taybetmendî hene xwe pê ji komên mirovên din ve cuda dibîne ji ber ew komên din bi afirandin, raman , wêje û hunerê û sazkirina bi armanc kêm berdikevin , û ji ber ev komkar hemî ramanyar,afrêner,wêjevan û hunermendan kom dike, û bi heyîna mirov bala dibe, û  ramanên nijadperest nahebîne, û guh nade tiştê ku afirandinê li cem mêjiyê afrêner dikuje, an belavbûnên destkeftiyê lawaz dike.

Ew komkara a berhem dide afirandin, bedewbûn û xêra a ku namiçiqe, û evînê armanc dike, ji ber ku ew biservehatinek e bîngehîn e  ji bo duristkirina karê mirovî a ku saya xwe li ser hemî hebûnê digre , berve rêbaza aborî di wêzimkariya hebûnê, ew aboriya a bi hêz a ku ewlehî û aştiyê li warên gurbûyî bi sedemên ceng û pevçûnên çekdar  cîgir dike, ew aboriya a ku ji daxwazên gelan berve aştî û azadiyê bi serdikeve.
Pêvajoyên firotina çek û hişbiriyê û derxistina aloziyan jiyana mirovî tevlîhev kiribûn, û ji vê bobelatê heta civakên sivîlbûyî (Ewrûpa) ewle nebû, û wek nimûne aloziya Sûrî dijwertir zorengek î çekdar di riwê cîhanê de afirand, û hatibû derxistin li cihên cuda , destpêka wê li kêlek û veguhêztina wê bi rêya pêlên koçberî û nîştecîbûnê li cudabûnên welatên Ewrûpî, tiştê ku aloziyên cuda ji wan welatan re diafirîne, ji wan dewletên yên koçberan xwedî dike, bi sedema rewşa bihevketina aborî di navbera xwediyên diravê, bi dawî şerê Okraniya û Rosiya derket û pêlên koçberiyê berve welatên kêlek û ewrûpayê hatin ji bilî aloziya gazê , û ji vir banga min ji bo yekbûna zanyaran li cîhanê pêdiviyek e lezgîn e ji bo pêkanîna rabûna mirovî a sozdar bi pêşerojek e baştir ji hebûnê re.

https://youtu.be/EWCiRbtFZVs

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…