(Paytexta rûtan di nav bîranînên winda û zindî a Mehmûd Hesen Berazî)

 

Rêber Hebûn

Di hembêza vê pirtûka a bi navê Payetexta rûtan, komek çîrokên nêzî bihna hevdû kom dibin, naverokên çîrokan li ser jiyana şervanan li çiyê  û bêhtir bandor şer li ser hişemdî û deroniyê , di nav cotbûnên nakok de , di nav pêlên serma û birçîbûnê de, tirs ,bizdan û wêrekiyê, hêvî û bêhêviyê, karwanên çîrokên cur bi cur tevdigerin, çîrokên niştîmanî dibin bi xwe bermayê gellek î lê bi pênûsên takekesên xwedî ezmûn tên e nivîsandin, ji ber ku serpêhatiyên takekesan beşek in ji jiyana milletekî di çaxek î de, û dema rexnegirên pêşerojê li ser radiwestin, wê berhemê bi çavê serdema xwe û ya borî şîrove dikin, û bi rêys wêjeyê mirovê rexnegir serdemê nas dike, pesindan dike, û jê encam digre.

 

Şopandina çarenûsên lehengên vê çîrokê rêyek e bîngehîn e ji têgihiştina şêweyên çîroka a ku jiyanên takesan berz dike,rewşa şer û penaberiyê bi zimanek î mirovî riyalîst rava dike, helbet rola erdnîgariyê li ser ramandin û sazkirina jiyana diramî li ser asîmana çîrokê de heye, û wisa wêjeya Kurdî tê nasîn ku belgehek e zindî ye ji rewşa kurdistaniyan, û nivîskar Mehmûd Hesen Berazî  xwestibû bi rengek î hevgarî komîdî û carne bi rengek î tarî , rodanên takesan li çiyê aşkere bike, û pir caran şerên herêmî û pevçûnên di navbera dewlet û welatiyan an dewlet û dewletên dijber de  zemînekê ji bo derketina wêjeya girtinheviyê an bergiriyê saz dike.
Wisa çîrok wek şaxek e wêjeyî yek ji erkên xwe wênegirtina jiyanên xelkê û ev yeka jî helbet bi sînemeyê ve peywendîdar e, û ji ber ku şer ranaweste û her berdewam e, ev yeka jî gerentiyê dide ji hebûna çîrok ,roman û destanên helbestî, ji ber ku ceng pencereya derdên bi wate ne û ev yeka tê naskirin bi rêyên afirandinê di hemî şax û warên hunerê de.Zimanê çîrokê  berî xwe dabû pevxistinê bêhtirî gotubêjê, ev yeka heta radeyekê xuristî ye lê dema bêhtir di çîrokê de serdest be, dibe nîşanek ji qelsiyê , helbet hevsengî  di navbera pevxistin û gotubêjê de dihêle çîrok nermtir be,watedartir be, şengtir û balkêş be, li rex nameyê wêjevan, lê pesindana erd, cih û demê ligel pesindana mirov a deronî û gewdehî û dihêle zimanê çîrokê xweştir be.

Hemî alavên çîroka serkeftî eger di çîrokekê de peyda bibe, tê wateyê ku ew çîrok wê li ser sêwir,hizr û hişê xwedevan  bi bandor be, ji ber vê yekê ez dibînim ku nivîskar di hin waran de bîranînên di hizrên xwe de aşkere dike, û wêna bikartîne bi rêya dan û standinê bi lehengên çîrokên xwe re.

* Encam :

Çîrokên Mehmûd Hesen Berazî bi taybetiyên cuda navdar in ez dikarim di çend xalan de kurtas bikim:

– Rexnî ne : bi zimanê tenaziyê rewşa jiyanî  û nameyên pir reng aşkere dike.

– niştîmanî ne : rehnî didin li ser lehengiyên takesan û jiyana wan î zehmet di demên awerte de.

– civakî ne: dixwazin destên xwe deynin li ser sirûştiya jiyana civaka girtî yên bi bandorê gelek sedemên dîrokî, mîtingerî û olî ve mabûn paşdemayî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…