Daxuyaniya Partiya Pêşverû di bîranîna (38) saliya koçkirina hevalê Cegerxwîn de

Di 22 / 10 / 1984an de xebatkarê hêja û helbestvanê mezin mamoste Cegerxwîn endamê komîta navendî ya partiya me li derveyî welêt li xerîbiyê koça dawî kir , lê li ser daxwaz , raspêrî û weseka xwe çendekê wî anîn bajarê Qamişlo û di hewşa mala wî de hate veşartin.
Hevalê Cegerxwîn siyasetmedar , partîzan , û kaniya helbesta kurdî bû , û bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe di xebata netewî ya kurdî û karê partîzanî de berdewam bû , Herwiha ji bo zengînkirina pirtûkxaneya kurdî wî Heşt dîwanên helbestan û hin pirtûk li ser rêzimana kurdî û Dîroka Kurdistanê nivîsandin û ji gelê xwe re hiştin.
Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de bi rêzgirtin li hember bîranîna (38) saliya koçkirina wî radiwestin û dibêjin : Hevalê Cegerxwîn tu namirî tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî.
Sed silav li giyanê te ey kaniya helbesta kurdî

22 / 10 / 2022

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…