Melayê tarê mamoste!!


Ejder Robarî

Mela! dinya ne wesa ye
Di hundir de te paldaye
Çav xelmaşe ne razaye
Çima ti ranabê mela?
Mela çima ti ranabê
Toba te qet qebûl nabê

Heger karêî te weha bê
Riya te windaye mela
Rabe zûka xwe kar bike
Milet ji xew şiyar bike
Tê hinge hosta bê mela
Mela rabe ti hostayî
Çima wilo ti di xewde mayî
Pez bêserî ma berdayî
Şerm û fedî nakê mela
Nakê şerm û nakê fedî
Serwer û rêberê gundî
Heyf û mixabin ti kurdî
Nezan û rê winda mela
Mela rabe bibe zane
Kuflet hûre perîşane
Ev ne ol û ne ojdane
Barê te girane mela
Mela barê te girane
Pez li çolê bê şivane
Xelkê melê şûnde mane
Tu dibê ez seyda me mela
Mela heger tiwî seyda
Qet ne rûne di hundir de
Zikra li ber avê berde
Ewrê reş barane mela
Ewrê te yê reş baranî
Hersê heyvê zivistanî
Te ji xwe re avamekir xanî
Kuflet ber barana mela
Kyflet gunih û reben
Xelk dibêjê sen nêre sen
Dimrin li çolê bê kefen
Jar û perîşan mela
Mela rabe kanî perî
Te berdane her çar kerî
Çaxê bûrî navegerî
Sîpan û xelat mela
Mela vaye min gote te
Bide hev qûtê kuflete
Bigere nav her çar qeta
Barê te zehmete mela
Barê giran bare te ye
Carek bêje min tobe ye
Behr ate li cinnetê heye
Cinnet behra te bê mela
Mela behra te cinnete
Çi qanûn û şerîete
Milet bê maf û huryete
Qelem bi destê teye mela
Raje qelem û defterê
Carek tenê bêje erê
Belkî can ate vegerî
Rabe xwe karbike mela
Xwe karbike xwe pêkbîne
Vê dolabê bigerîne
Buxçê gula zû biçîne
Tê hinge rezvan bê mela
Mela tê bibê xwedî rez
Va Ejder got rabe bi lez
Darê tiwa hevrîşim û qez
Jêre bendewar be mela
Bendewarê rezê xwe bê
Dîse tê seydaye me bê
Rêke nexewş wê cade bê
Karwan lê bimeşê mela
Bila karwan hinge hingê
Hinek tope hinek tivinge
Qutkir çiya û sersinge
Biha û bazare mela
Rabe karwên bimeşîne
Çol û çiya bigerîne
Xwende û zane be mela
Bibe zane bibe xwenda
Xwe çendke bajar û gunda
Tovê genim ma di hundir de
Çima ti naçênê mela
Çima wilo tu ne merdî
Tu napirsî li vî gundî
Bê ked û meaş û erdî
Zarok birçî mane mela
Qerte mere bi gurz û keben
Kur kirine simbêl û çen
Biwar nîne heqê kefen
Mirwet û ojdan mela
Ne mirwete ne ojdane
Pez li çolê perîşane
Gur û hirç ser lêdane
Pirsa Ejder bide mela
Şêr girtîne di şikevta de
Rovî dûvê xwe li hev bade
Xwarî tirhê di baxa de
Dehlek ji ter nema mela
Dehil û rezê te fêkîne
Şax û hebler û farqîne
Timam sûk û qeyserîne
Rabe xwe karbike mela
Xwe karbike bighe rezê
Ji bo ti ji xelkê re bêjê
Qirşa deynin li ser dêzê
Zivistan sermaye mela
Zivistan sir û serma
Şêr rûniştî di xewde ma
Pirsa xwe nû bike mela
Gur ketiye kul xema
Keftar dibêjê hê ne deme
Piling go kurkê min germe
Ev çîrok çawa ye mela
Kete miha zivistanî
Xwe lihevdan ewrê baranî
Şêr û gur mane bê xanî
Lê berf û barane mela
Berf û baran dilîlînê
Ezman dike deng û qîrînê
Gur û keftar dixenqînê
Li ber pêla berda ye mela
Pêl hatine li ser pêla
Tijî niwal û nihêla
Rovî bi xwe xwedî ûtêle
Qûtê wî li ber deve
Berf û baran hat bi şeve
Piling û keftar mane peve
Şev sir û sermaye mela
Berfa şevê çiya girtin
Şêr û piling herdû kuştin
Zevî bi rovî maye mela
Berf û baran pêlê çema
Warê rovî xweş û germa
Qet lê nadin sir û serma
Rovî lê paldaye mela
Çile kete bîst û şeşa
Berfê çiya kirin qeşa
Cihê rovî germe xweşa
Melek û paşa ye mela
Mela me ji yezdan bawere
Xudan elahû ekbera
Şixul bike ez bi te re
Raje qelem û deftere
Meyzê zane û rêbere
Ti bêjê çi wê ê ji tere
Tê hinge seyda bê mela
Mela te hene çend zarok
Di male de tiwî serok
Ejder nivîsî ev çîrok
Nebêje seydame mela
Melê got ez ne seyda me
Çav nêrî xortê kurda me
Bela xwe ji min veke Ejder
Belengazim bê ser û ber.
—-
Jêder kovara Helez / hijmar /1/

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…