Peyama pişgirtiya Berxwedana Jinên Kurd û Îranî li Dijî Rêjîma Wîlaytî FeQîh

Kampanya Azadî
Roja sêzdehê îlonê, polîsê “exlaq”ê ku berpirsê lixwekirina şerpê ne  li Îranê , ev saziya ku mîna desteya Hisba ya DAIŞê û Komîsyona  “ El-Emir bilmerûf we El-nehî en El-minker” . keça Kurd girt.
Jîna Emînî (Mahsa Emînî) 22 salî, bi hinceta “nepabendîbûna wê bu hîcaba Îslamî” piştî çend saetan ji desteserkirina wê, di bin îşkenceyê de li yek ji midûriyeta polîsan a paytexta Îranê Tehranê jiyana xwe ji dest da.
Kuştina Jîna Emînî (Mahasa Emînî), bûyera Frinaz Xosrewanî  bi bîra jinên kurd û miletê Kurd ve anî, Firînaza ku di sala 2015ê de xwe ji qata çaremîn ya hotêlekê li bajare Mehabadê avêt, di dema reva wê ji destdirêjiyeke endamê istixbaratê Îranî, û wê demê protestoyên tund li dijî rêjîma Îranî li çend bajarên Kurd derketin, lê pir berdewam nekirin.
Li hemberî vê tewana ku dermafêî keça kurd hat kirin, li Îranê xwepêşandanên berfireh ên jinan û gel hatin gûrkirin û xwepêşanderan dirûşmên “Bimre dîktator”, “Kurdistan goristana faşîstan” bilind kirin.
Jinên din ji bo şermezarkirina vê tawanê porê xwe kurt kirin û şemalên xwe şewitandin, û bajarên Îranî û Kurdistanî yên Îranê li hemû bajar û parêzgehan veguherî qada xwepêşandanên berfireh ên gel li dijî rejîma Îranê.
Rejîma Îranê bi gulebaran û girtinê bersiv da; Zêdetirî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de jinek temenmezin, û bi sedan kes jî birîndar bûn, her wiha girtî jî, di demekê de ku hêj xwepêşandan û grevên giştî berdewam in.
Em tev dizanin ku Jîna “Mehsa” û Firînaz ne qurbaniyên bi tenê ji vê rêjîmê re, û wê ne yê dawî bin jî, her ku hebûna wî girêdayî hicab û porê jinan be û biskên porê wan ta vê astê wan ditirsîne.
Lewra ev rêjîm tundîtiyê li dijî jinên dijîberê wî bikar tîne, da ku jinên din bitirsîne ji ber ku ew giraniya dengê jinan baş dizane, û di mêjûyê de her jin pirsgirêkek bûn jê re.
Ku ji dema derxistina yasaya qedexekirina lixwekirina hicabê di sala 1936an de derket, û sizakirina her kesê ku ji mala xwe derkeve, di serdema şah de, û piştî şoreşa îslamî ya Îranê ku ji sala 1979an ku hicab vegrandin û jixwekirina wê hate qedexekirin li xwe kiriye,  Jin rastî jiywazkirinê, û tundîtiya fizîkî û devkî, dûrxistin, bindestî û zora olî û binpêkirinên giran hatine kirin, ev yeka ku ticarî liveke navnetewî berovajî wê derneketiye.
Berxwedana femînîst a ku ev du roj in ji aliyê jin û keçên Kurd û Îranî ve li dijî rejîma welayeta feqîh û tewanên wê derketiye holê, asta hêz, hişmendî û biryardariya jinên hilgirê guherîn û paşverûtiyê nîşan dide. hêza şoreşê ya li welatekî ku ji aliyê teokratîka olî ya baviksalarî ve tê birêvebirin, ku hebûna jinê red dike û ji jiyanê dûr dixe.
Em vê berxwedan û têkoşîna jinên Kurd û Îranî li Kurdistan û Îranê weke îlhamek ji bo xwe dibînin û îradeya me ya berdewamkirina daxwaza mafên jinên Kurd, piştgirîkirina wan û rûbirûbûna hemû pêkanînên tundiyê yên li dijî jinên Kurd bilind dike.Em rêxistinên sivîl û çalakvanên sivîl ên femînîst û jinan ên ku vê daxuyaniyê îmze dikin, sersaxiyê ji malbata Jîna Emînî re dixwazin û di heman demê de hevxemiya xwe ya tevahî bi jinên Kurd û Îranî re di rûbirûbûna rejîma zordar û sitemkar ya wilayeta Feqîh de radigihînin.

Emê pişgiriya têkoşîna wan a rizgarîyê ji vê rejîma paşverû ya ku ev çil sal in li ser sînga wan e, em têkoşîna wan silav dikin û pişta wan digirin da ku azadî û wekheviyê bidset bixînin, û em kampanyaya parêzvanî û piştgiriyê ji bo jinên kurd û Îranî radighînin, birêya hejmareke çalakiyên ku wê birêya posterên taybet bêne belavkirin radighînin.
Bijî berxwedana fêmênîstan
Bijîn jinên Kurd
Bijî jinên Îranî
Bijî Kurdistan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…