Mihrecana torevan Qedrî Can li Essen

Bi helkeftina salvegera 50î li ser koça dawî a Kurdperwer ȗ Helbestvanê navdar Qedrî Can (1911 -1972), YNRKS ȗ Komîta birêvebirina Mihrecana toreyî derbarê jiyan, helwêst ȗ xebatên vî ronakbîrê mezin li darxist: Mêvanên mihrecanê evbûn;
Mamoste Mizgîn Qedrî Can
Lêkolînvan Dr. Ibrahîm Mahmoud
Torevan Edîb Çelkî
Romannivîs Cemîl Ibrahîm
Nivîskar Sedîq Şernexî
Helbestvan Hafîz Ebdulrehman (Gotina YNRKS xwend)
Birêvebirina mihrecanê: nivîskar Fettah Tîmar bû.
Di mehrecanê de torevan Eskerê Boyik hate xelatkirin.
Kurte-jiyana torevan Eskerê Biyûk
Eskerê Boyik 31ê tebaxa sala 1941ê, li gundekî Kurdan li Ermenistanê di malbateke Kurdên êzdî da hatîye dinê.
Sala 1974an navê doktorê aborîyê standiye. Heta sala 1993 wek serokê pareke (peșekê) li zanȋngeha Yêrêvanê xebitiye.
Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovêtê, ji neҫarî dest ji kar û barê xwe berdide û berê xwe dide Ewropayê û li Almanîyayê bi cî dibe, wê derê jî hetanî roja îroyîn karê xwe yê nivîskariyê, zanyariyê, civaknasiyê bi temamî di warê wêje, çand, dîroka kurdî û ȇzdȋnasiyȇ de berdewam dike. Dr. E. Boyîk xwedanȇ gelek berevokȇ helbest, ҫȋrok, roman, xebatȇn edebyetzaniyȇ, dȋrokȋyȇ, ȇzdȋnasyȇ ye. Nivȋsarȇn wȋ xȇncȋ kurdȋ wusa jȋ bi zimanȇn ermenȋ, rûsȋ, tirkȋ, almanȋ hatine weșandin. Helbestên wî yên yekemîn ji sala 1960 ȋ ser rûpelên rojnema “Riya Teze” û bi radyoya Yȇrȇvanȇ bi zimanê kurdî hatin weşandin.
E. Boyîk ji sala 1984’an va, endemê Yekîtiya Niviskarên Sovyêtê, Yekîtiya Nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê ye, ȗ herwise jî endemekî PEN- Navnetewyî a Kurd e. Ew nêzîkî 25 salan sekreterê beşa nivîskarên kurd a Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê bûye.
Ew ji sala 1999’an ve serokê Komîteya Rewșenbîrî ya Mala Ȇzdiyan a bajarê Oldenbûrgê ye ȗ di sala 2012’an de „Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê“ damezirandiye. Heta niha zedetir ji 32 berhemên nivȋskar: Berevokên Helbestan, Roman, ҫîrok, lêkolînên dîrokî û șanogerî hatin e weșandin: Tenê bo nemûne:
Bahoz û Evîna Qedexe, romanin… Kulȋlkên çȋya û Govenda Herfan helbestin… Ȇzdî û bawariya wan, Bi kurayî dîroka Êzdîyên Ermenistanê lêkolînên Olî-Dîrokî ne… Sinco keça xwe dide mêr, şano ye û gelek pirtȗk ȗ lêkolînêd mayin!
13.08.2022 Essen
Komîta birêvebirina Mihrecana toreyî a Helbestvanê navdar Qedrî Can

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…