Qamişlo bi rêzdarî salyada Prof. Dr. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv himbêz dike

 

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya duhî di roja yekşemî 7ê Tebaxê de, li bajarê Qamişlo “Hola Osman Sebrî” ya “Partiya Yekîtiya Kurdistan -Sûrya”, bi rêzdarî simînarek bi boneya yekemîn salvegera koça dawiyê ya Prof. Dr. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv, bi amadebûna hejmarek ji nivîskar û rojnamevanan û bi beşdariya malbata xwedêjêrazî bi rêya online lidar xist.
Di destpêkê de, birêz Ebdulsemed Mehmûd û birêz Şemis xan bixêrhatina mêvanan kirin û paşî belgefilmek li ser jiyana xwedêjêrazî Prof. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv û peyva birêz Nayif Cibîro cêgirê serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya hatin pêşkêşkirin, û bi rêya online peyva malbatê ji aliyê birêz Wezîr Kinyaz Mîrzoyêv “Qazaxistan”,
peyva birêz Şêx Remezan Seîdov Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya kurdên Sovyeta berê (FNDK) “Qerxîzistan, Dr. Barî Mehmûd “Elmaniya”, birêz Memoyê Memo rêveberê Federasyona Komelên kurdên Diyasporaya Navneteweyî “Rûsya”, birêz nivîskar û rojnamevan Hejar Şamil kurê Şamil Askerov yekem Serokomarê Kurdistana Sor, birêz nivîskar û rojnamevan Tahir Silêman sernivîserê Heftînameya Diplomat ya kurdên Azerbaijan, birêz nivîskar û rojnamevan Salih Kevirbirî “Bakurê Kurdistan” û birêz helbestvan Gohar xan ji kurdên Erminenstanê û nivîskar Ebdûlazîz Qasim ve hatin pêşkêşkirin.

Kurtiyek li ser jiyana xwedêjêrazî Prof.Dr. Knyaz Îbrahîm Mîrzoyêv
(01.05.1947- 08.08.2021)

– Di sala 1947an de li Ermenistanê jidayîk bûye.
– Di sala 1970î de, bi astekî bilind dektora fîlolojiyê ji zankoya Xaçatûr Abovyan ya Ermenîstan wergirtiye.
– Di salên heftêyî û heştêyî yên sedsala borî de, bûye serokê Fakulteya Ziman û Edebiyata Azerî li Zanîngeha Yêrêvanê.
– Di sala 1990î de li zanîngeha Almatayê serokatiya Beşa Fîlolojiya Rojhilatî kiriye.
– Serokê Beşa Zimanên Navneteweyî li Zanîngeha Almatayê.
– Endamê Lijneya Akademiyên  Qazaxistanê bû.
– Endamê lîse û enstîtuyên (Parîs, Berlîn, Bruksel û hwd.)
– Li (Almata, Moskova, Petersburg, Bakû, Yêrêvan, Tiflîs, Parîs, Berlîn, Amsterdam, Bruksel û Stenbolê)  beşdarî konferansên teyorîk, zanistî bûye.
– Serokê Komela Kurdên Qazaxistanê – Berbang –
– Serokê Federasyona navnetewî ya Komelên kurdên Sovyeta berê (FNDK).
– Sernivîskarê Kovara Nûbar – Mijarên Wêjeyî
– Di sala 2010 de serokê Komara Qazaxistanê ew bi madalyaya zêrîn xelat kir.
– Di sala 2013an de bûye cîgirê serokê Komara Qazaxistanê.
– Gelek caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye
– Bi dehan pertûkên hene, ji wan:
– dîroka têkiliyên edebî yên azerî-kurdî
– Çavkaniyên dîrokî yên edebiyata kurdî
– Ansîklopediya Kurdan.
– Adetên netewî, girêdanên edebî û hwd
Mixabin di roja Yekşemî 08.08.2021ê de, li bajarê Almata yê Qazaxistanê di jiyê 74 saliya xwe de koça dawiyê kir û li goristana kurdan li Almata hat veşartin.
Komîteya çalakiyên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamişlo 08.08.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...