Bersiva derewên Şêrîn M. Elî Şakir

Qado Şêrîn

 

Silav û rêz xuşka delal Şêrîn,
Minê gotara te ya ku te di malpera Welatê Me de weşandiye, li ser ser û cavê xwe danîba, eger te 2-3 derew û bêbextiyên ji xwe mezintir nekiriba. Fam dikim tu li kê hatiyî û daye ser şopa kê. Ji aniha û bi şûn ve ku, te derew kirin bila wek mejiyê te piçûk bin, belkû du kesên wek te piçûk bawer bikin.

01-tu û herkes dizanî ku ne rexnevanê hunerî me, û tiştekî ji hunerê nizanim, belkû min danhev an berherv an komkirin li ser daxwaza hezkiryên Mihemed Şêxo kiriye. Te bi kurdî, bi zimanê dayika xwe bixwenda û binivîsanda, teyê zanîba ez çi me û çi dinivîsim. Ez tenê bi zimanê kurdî, ne wek te bi yê xelkê dinivîsim. Zimanê kurdî rûmeta min e.
02-ez qet..qet..qet neçûme Turkiye, û di ser asmanê Turkiye re jî derbas nebûme, şerme tu vê derew û bêbextiya mezin li min dikî, ji Xwedê bitirse. Û ez û Beha Şêxo bi hevûdu re û ne jî cuda, em neçûme Turkiye. Ji xwe ne ji mafê min e stranan bifroşim, ez ne xwediyê meseleyê me. Tekez dikim ku, malbata Şêxo jî wisa nekiriye. Dêmek, mebesta derewa te ew e ku, tu xelkê li min sor bikî(fitne ye), wek ku apê te Mehmûd Ezîz gelek caran kiriye.
03-te nivîsandiye, ji xwe derew e, eger min samaniya stranan firotibe turkan û mafê belav kirinê dabe wan, tekez sûcdar im, mucrim im, cezayê min çi be qebûl dikim, lê min ew yek nekiriye. Derew rûreşî ye, êdî bes derewan bike, şerm e.
Xuşka delal, tu ne abûqata Beşîrê nexweş û bavê fitneyê yî, min xeber nedane û nadim taku, lêborînê bixwazim, xeber û sixêf û gotinên bêrêz ne ji exlaqê min e, bêtir berteka nezana ye, belkû we gotinên bêrêz di dermafê me de kirine, li post û şiroveyên xwe vegerin. Hemû li ba min parastî ne.
Eger tu û malbata xwe xwedî maf in, û me mafê we xwariye, werin emê bi aqilane, bi biratî û dilsoziyane vê meseleyê çareser bikin, bi amadebûna sed cuwamêrên dilsoz. Ez zanim hûn nayên, hûn yê facebookan e, êdî derfetê bidin me emê li gel sed cuwamên dilsoz û xêrxwaz bên ba we û meseleyê safî bikin û mafê we biparêzin.
Min gelek caran gotiye û lêborîn ji bo şaşiyên di pirtûka 1995an de xwestiye, min soz jî daye wan şaşiyan serrast bikin, wê mafê Bedirxan Sindî, Sebrî Botan, hemû helbestvan û awazdaneran û malbata nemir Seîd Yûsif li wan vegere û bê parastin, êdî lazim nake tu xelkê di medya civakî de li me sor bikî û deriyên bêrêz li me vekî.
Li dawî, binivîs lê derewan neke, gelekî şerm e, werîsê derewan kin e, tu yî di bîrên bê binî werbî ha. Maf bi rêya facebook û şiroveyên bêrêz nayên standin, were emê li gel hevûdu, bi axaftin, bi aqilane û bi biratî meseleyê safî bikin. Xwediyê maf şah e, leheng e, natirse, werin bi aqilane mafê xwe bi guft û goyê bixwazin, ne li ser dîwarên facebookê. Êdî bes e.
www.qadoserin.com
27/07/2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…