Koma Zêwa seyranek hunerî li Havîngeha Siwêdîkê pêkanî

Welatê me

Di roja (1) ê gulanê de koma Zêwa ya Huner û Folkolorê Kurdî û bi beşdarbûna komên hunerî û folkolorî koma Narîn, Xebat, Şanîder û Ahîna Yekîtiyê şahiyek hunerî li havîngeha Siwêdîkê başûrî bajarê Dêrika Hemko pêk anî .
Ev şahî û seyran li ser daxwaz û xwestina koma Zêwa hate çêkirin .

hijmarek mezin ji xelkên deverê û cemawerê koma Zêwa û dildarên buharê buhara Siwêdîkê rengînkirin.
 pirogramê vê ahengê piştî xêrhatina mêhvanan û komên beşdar bi sirûda netewî Ey Reqîb destpêkir, pişt re koma Zêwa pirogramê xwe ji stran, şano û dîlanan pêşkêşî cemawer kir û di peyre derfet hate dan ji komên mêhvan re û ewan jî hinek pirogramê xwe pêşkêşî mêhvanan kirin .
Hêjayî gotinê ye ku bi hezaran kes, wek rêz û rawazek salane ji  Qamîşlo,Efrînê, Kobanê, Hisîça, Amodê, Serê Kaniyê, Dirbêsiyê û devrên dî jî seyrana xwe li havîngeha Endîwerê li beravên çemê Dicle, Kaniya Xeyda û pira Bafit bi helkeftina cejna karkerên cîhanê û bi berdewamiya şahiyên buharê re seyrana xwe bi keyf û şahî qedandin.
Belê xelkên hatîn seyranê rojeka xweş û şahî derbaskirin,lê piştî ku kar û barê vegerê dikirin, me jî xwest em nêrîna xelkên Endîwerê, nêrîna kesin şareza û pispor û yên berevaniya jîngehê û parastina wê dikin bi zanin, di vê beware de mamosta Mehmod Ebdo Ebdo berpirsê şarezakirina tenduristiyê li Dêrika Hemko ragihand û got: havîngehên devera Dêrika Hemko pir xweş û ciwanin, û di dema ku miletê me jî bi hezarên kêlomitran dibirin û berê xwe didin Dêrikê û rojin xweş li ser singa buhara wê diborînin, bi rastî ev yeke cihê kêfxweşî û dilşadiyê ye ji me re, bi berhevbûna wan havîngehên devera Dêrikê dixemilin û geşdibin. lê belê tişta ku dibê cihê dilsarî û xemgîniyê û bala mirov dikişînê, mixabin ewe ku dema seyrançî dar û beran qutdikin û dişkînin, Kaniyan geravdikin û dilewitîn, qirêj û gemarê di şûna xwe de dihêlin yan di avêjin di çem û kaniyan de. xwezî carekî bi tenê piştî ku bergehê seyranê vale dibê ewan ew xirbên wêran ku li pişt xwe hêlayîn bidîtana, belê parastina jîngehê erk û berpisyarîk mirovayetî û netewî ye û ji me tevan tê xwestin ku em wê xweş bikin û  ciwaniya wê biparêzin.
Dawiyê li Siwêdîkê me derfet dît û me çavpêketinek bi mamosta EbdulRehman Alocî Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê (AlPartî) re kir û me xwest em nêrîna  wî derbarî rewşa rojnamegeriya kurdî, tevgera siyasî û hin tiştên dî jî bi nasin, naveroka çavpêketinê wê piştre werê belavkirin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…