Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêşketina tevger û çapemeniya Kurdî de.. Ola Îslamî di (Roja Nû) de.. Xelek (6)

 

Dr.Phil. Ebdilmecît Şêxo

Nehro gotiye:Eger  her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Îngilîzî ji zimanê xwe pirtir zanim,çavên min tijî stêr dibin.
Di vê xeleka dawî de emê li ser du xalên din giring rawestin, ew herdu jî olî ne;.1- Qewlên ola Îslamî .2-Tefsîra Quranê .Wek em dizanin ko piraniya miletê Kurd jî mîna pir miletên din li cîhanê bûye bawemendê ola Îslamî,lê bi sed hezaran jî ji miletê Kurd li ser  ola xwe ya resen û mak (Ezdahî) mane, me gelekî hêvî dikir ko Dr.Kamîran Bedirxan di rojnama xwe de li ser ola (Ezdahî ) jî rawestiya ,lê mixabin me nikanîbû mijarek tenha xwe jî  li ser ola Kurdan ya dêrînî bidîta,em nizanin sedema vê kêmaniyê çî ye?

Dr.Kamîran di bin navîşana  (Qewl û Ayîn)  deqên jêrîn weşandine: Pêxember,hej.(24),2-Qewil,hej.(25 ),3-Qewl,hej.(26),4-Qewl,hej.(27),5-Qewil,hej.(28)6-Qewl,hej.(29),7- Qewl,hej.(30,)8- Qewil, hej. (42),9-Qewl,hej.(46).
Em dibînin baştir e ku em  çend nimûneyan li jêr binivsînin:
Qewla Pêxember,Qewla ber erebanê
1-Emê bêjin medhê Resol                         4-Em jî tebaya Ometê
2-  Ya Reb hêviya me bike qebul               5-Mihemd şefîhê Ometê
3-Ko em di beşerê de nabin zelûl            Hej. (24).
Qewil
1-Wey me çikir û me çi bi derda                 5-Tirba min î nav tirban e
2-Zêrê zer bûn,me bi sifrê werda                6-Dilopek hatî ser çavan e
3- Me dinya girt û axret biderda                 7-Hemî ji gunehê dê û bavan e
4-Xwelê li serê  me û li kewna dinyayê        Hej.(25).
Qewil
1-Hesen û Husên herdu çelebî ne        5-Herdu ewladê îmam Elî ne
2-Herdu sîwarên reş Erebî  ne               6-Herdu ewladê Fatime nebî ne
3-Heru  bi xençerê xerzanî                     7-Herdem li meydanê sekinîne
4-Herdu bi şeş xanî Botanî                     8-Hesen ban dikir Fatme dayê
…..)Hej.(29)
Lê  sernivîser; Pêxemberê ola Îslamî Muhemed  bi xwendevanên xwe dide nasîn , ew dinivîse: Pêxemberê me ! Rehmet û silava Xwedê lê bit,divê em
Her car adetên Pêxemberê xwe  bînin pêş çavan û li gora taqeta xwe bidin pey adet û tevgerên mezin û qîmetgiran û herweha ew dinvîse:pêxemberê me ji paqijiyê hez dikir,ewî ji zarokan jî hez dikir,nemaze bala xwe dide sêwîyan,pêxemberê me ji gul û gulçîçekan û ji sihên daran hez dikir, Pêxemberê me ne dixwast rûyên derewkeran bibîne,pêxemberê me  zêr û zîvê dinyayê heqîr didît Û. H.D.
Dr.Kamîran  gelek Ayetên Quranê ji xwendevanên xwe re di van hejmarên Jêrîn de wergerandinê zimanê Kurdî:(Hejmarên;(56,59,61,63,64,66, 69),(70-71),(72).
Em li vir  li gor wergerandina sernivîser çend nimûneyan diçespînin.
(Pêxemberê min li wan mêze bike, çawan ew derewan bi alî xwedê ve didin, ji xwe ev gunehê wan, hesî perîşaniya wan e. ) hej.(56) (soret El-nîs),ayet (49).
(Lê yên ko bawermend bûne û tiştên qenc pêkanîne ,emê wan bighînin buhuştên têr av û kanî û ew tê de her bimînin û di wan buhuştan da ji bona wan jinên paqij û delal wê peyda bibin û emê wan bighînin sihên teze û hênik .) hej.(56), (soret El nîsa), ayet (56).
(Goştê heywanên  mirî, xwîna heywanên şerjêkirî ko rijîyaye,goştê beraz û goştê heywanên ko  ne bi anîna navê  Xweda,lê bi anîna navekî din hatine şerjêkirin û goştê heywanên xenqandî ji we ra heram e).hej.(63), soret  Elma-îde,ayet( 4).
(Qabîl termê  birayê xwe hilgirtibû  pişta xwe û bê hiş digeriya,wê çaxê  bi emrê Xweda du qiçik hatin  pêşberê wî  û bi hev re  dest bi şerî kirin, gav
yek ji wan hat kuştin, qiçikê din bi nikil û perçikê  xwe erd koland  û qiçikê mirî tê de veşart. Gava Qabîl ev dît,dilê wî şewitî ,histêrên wê xwîn dibûn û çavên wî dirijiyan û wî digot:Xwelî li serê  min be, hînga qiçkek ne bûma,ta ko birayê xwe veşêrim û cinayeta xwe binepînim.Qabîl poşman bû, kezeba wî şewitî.(hej.) (64) ,soret (Elma-îde),ayet. (34 ).
Paşgotin lêkolînê
Em li dawiyê dixwazin bi gihîştî rojnama (Roja Nû) bi çend nirînên kurt û li gor wê demê  weha  binerxînin: Em  bawer dikin ko Kamîran Bedirxan bi tenha xwe (Roj Nû) derdixist, ewa di demeke hestyar de derdiçû,helwesta (Roja Nû) li hember siyaseta navdewletî baş diyar dibe,ew li dijî  Naziyan û Faşîtan rawestiya ye, ewê rewşa gelê Kurdistanê jî baş bi xwendevanên xwe daye nasîn, herweha  wêjeya Kurdî jî û nemaze zargotin   di  (Roja Nû) de bê par nemaye.Lê li aliyê din  rojname bê kêmasî jî  ne hatiye weşandin, eger em bi çavên zanista rojnamegeriyê (Roja Nû) binerxînin;bi rastî   kêmasiyên  wê jî  pir in, 1-Nivîserên rojnamê pir hindik in.2- Gelek nûçe ne li gor zanist û pîvanên rojnamevaniyê hatine weşandin3-Di warî deranînê de jî  û parvekirina mijarên  wê de  ne pir lihev in .
Lê em dîsan bê dudilî kanin  bêjin: (Roja Nû) jî  cihê xwe di pêşketina çapemenî û tevgera Kurdî de heye û dîroka rojnamegeriya Kurdî dewlemendtir kiriye.

Cihderên kêrhatî
————————–
1-Roja Nû(Xwedî  û Gerînende :Mîr Dr.Kamîran Alî Bedirxan (72) hejmar,
(tenê beşa Kurdî)
2- Dr. Phil. HusênHebeş (Raperîna çanda Kurdî di kovara Hawarê de) , bi zimanê Kurdî, Bon  1996.Lêkolîn
3-Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo (Rola kovara Dengê Komkar di tevgera azadîxwaza Kurdistanê de) bi zimanê Rusî,Lênîngrad.1988.Lêkolîn
4-Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo (Kovar Çiya awêna çanda  Kurdî  li Ewropa  1965-1970 )  2003 ,Almaniya , Lêkolîn.
Dr.Edîb Xedor (Nûçeya rojnamegeriyê) Sûriyê, bi  zimanê Erebî, sal …?…..
Lêkolîn.

Dawîya lêkolînê
2.07.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..