Ji bizavên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhok

Duhok-li roja şembî 14/7 demjimêr 7.30 êvarî , nivîskarê hêja Dr. Mihemed Ihsan, Wezîrê deverên kurdî ji derveyî herêma Kurdistanê nuha, di simînarekê de li jêr navê –Madda 140î berev kû ve – li baxçê nivîskaran dê pêşkêş bike.

Yekîtiya nivîskaran mihvandariya wî kiriye, li gor Serokê Yekîtiya nivîskarên Duhokê birêz Hesen Silêvanî di riya internet re ji me re ragihandiye..
Hêjayî bêjin; rewşenbîrkirina xelkê li ser giringiya mada 140î bo Kurdan gelek pêdivî ye û çunke Dr M. Ihsan şehrezazî vê babetê ye û berpirsê mada 140î ji aliyê hukumeta Kurdistanê ve.

Wek tê zanîn ev madda 140î pitir girêdayî Kerkûk û deverên kurdî yên teribkirî û weke cenabê serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di civînên xwe yên rojnamevanî û fermî de dide xuyakirin ko ev made ji bo Kurdan xêzeke sor e..

13/7/2007
Duhok

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…